Kund û wêran gund
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÝÈÑÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



Xelîl kalo

Navên ciwanin li gundên wêranin kurdo .û her xirab gundekî me kundekî bê qudoþ lê dixwîne  ,ma gelo haja te ji te heye û tu vê rastiyê di zane....??  di rastiyê de eve rewþa çivaka meye îro,çi di warê siyasî de yan di warê rewþenbîrî de. Bere kes nebêje ku maleke ava di nava gudekî de heb-eger maleke wusa hebe- nayê wê wateyê ku ew gund avaye yan bixêre û saxleme. niha mirov dikare bibêje li gorî rewþa giþtî ku eve jî rewþa tevgera meye siyasî ya îro.


anku rewþa siyasetê ji ya civakê ne paktir û çêtire,bi gotineke dîtir naku civak me li paþe û siyaset û rewþenbîrî li pêþe ,herdû bi halê hevin .niha ew rewþ cihê seyr û sosretê ye ku her komek yan jî her çend mirovan kokilekî xerepoþ binavê siyaseta netewî û kurdîtiyê ava kirine .bê bênin bîra xwe  ku tevgera gelan tevgereke komiye ,ne tekaneye û neya komikên biçûke . mafên gelê kurd tenê miletê kurd di kare bi cesipîne ne komikek li vir yan jî li wir.

Bere ti partiyên kurdan yan jî çi kombe bere bibe, ew bi xwe û tenha xwe nikare barê gelê kurd ragire û deyne ser milê xwe bê alîkarî û bizava gelêrî di nava tevgereke bi rêkûpêk de û birêxistineke mikum. Lê dema mirov li war û þûnwarê siyaseta me kurda meyzedike û tevgera niha jî li ser, ew þert û mercên serkeftinê mirov têde nabîne , ji ber lawazi û belavbûna hemû hêz û derfetên civakê nayên bi karanîn bo erkên netewî û hemû tiþt tarûmarbûye,ew jî gelek sedemên xwe hene di serî de parçebûna fikir , çand û siyaseta kurdayeti.

Li meydan û sikaka kurdî gelek hêz , nav û kokilên xerepoþ hene, dibe ku her yek bi tenha xwe karibe karekî bo xwe bike, anku bo partiya xwe bike ,lê dema gotin tê ser pêtiviyên civakê û mafên wê û bi teybet di warê netewî de , hemo bi hevre dixitimin û alozdibin , divirde pirgala wan tê iþkerekirin , lawazi û ne rastiya xwe belî dikin ,bê ku kesek yan komek ji wane rojekê li xwe vegere û rêveçûna xwe ser rast bike .tim û tim û bê þermî her yek ji wan dibêje ez û ez û li ser qedera me di xwînin weke kundê þikêr û xirab cihan .ji ber vê yê jî mirov dikar bibêje kundê me pirin û kavilên  me hîn pirtirin ,xwedê alî karê tebe kurdo .

9.2.2014








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3539