Yûsiv Berazî (Bêbihar) 1931_2008
Dîrok: ÇáÃËäíä 20 íäÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Berî çend rojan 5 saliya koçkirina helbestvanê kurd Yûsiv Berazî bû. Yûsiv Berazî yê ku naznavê wî  BÊBIHAR e, ew xwediyê strana (Hebis û Zindan) e a ku rehmet Mihemed Þêxo dibêje.
Yûsiv Berazî (Bêbihar), di sala 1931ê de li gundekî ji gundên navçeya Babê çêbibû. Ji sala 1956an ve bibû yek ji akinciyên bajarê Serê Kaniyê a Binxetê.
Ew ji kesên bêþî bû ku di nav endamên Alpartî de xebatek kurdewarî dikir û ji bo vê yekê gelek caran hatibû zindankirin..
Wi di zindanê de ev helbesta xwe (Hebis û Zindan) a ku rehmetî Mihemed Þêxo dibêje hunandibû..


Hem jî hunermend Mihemed Þêxo ev helbetên wî kirine stran:
1-    Hebis û zindan
2-    Di xwede
3-    Rabe ji xewê
4-    Çibikim bi can
5-    Koçê me barkir
6-    Di zindanê dinalim ez
7-    Ez bûm ferar
8-    Welat
9-    Derdan çi ez dil jarkirim
10- Þêrîn tu cirana minî
11- Rabe pismam
12- Eman ez bûm warê xeman
13- Þeva tarî
14- Ez jî bi cî bim
15- Yarê þehkir porê siyah
16- Perwîn keça nû gihiþtî
17-  Eman Dilo


Emerê Lalê , Keleþ , Bêbihar

Helbestvan Yûsiv Berazî an Bêbihar ne tenê helbestvan bû, belê wî helbestên xwe jî bi awaz dikirin..
Ji dîwanên wî yên çapkiri:
-      Zindan, 1988
-      Bang, 1997
-      Raperîn, 2002
-      Serxwebûn, 2006
-      Pêþketin, 2007
Ew di roja 16/01/2009an de anku berî 5 salan li Serê Kaniyê koça dawî kiriye û li goristana wê hatiye veþartin.
Wêne: Sê helbestvanên kurd yên kilasîk ji Rojava; Omerê Lalê: (2011 – 1935), Seydayê Keleþ: (1930 – 2007), û Yûsiv Berazî.
Yezdanê mehreban wan bi dilovaniya xwe þad bike.
Qamiþlo, 20/01/2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3517