Peyvek li Ser Helbestê.. Diyarî ji helbestvan û nivîskarê Kurd li Rojhilat (Ava Shîn) re
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 íäÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Di baweriya min de helbestvanê ku zanînek ber fireh û serburiyên dûr û dirêj li bal nebin, ew ne helbestvane û nikare ti têkiliyan bi helbestê re ava bike. Tev nivîs an helbestên ku mirov dinivîsîne ji encamên ked, west, serburî û cefaya ku ew mirov têde dijî..û wiha ew mirov  bê kêfa xwe, bê dilê xwe, bê pilan û ji neçarî çend gotinên kurt û bi wate ji hinavê xwe dertîne ser kaxetê, da ku xwe rehet bike û bêhna xwe derxîne. Ew çend gotin Helbeste. Ango wek pîreka ducanî, dema ku dizê, bê çendî bêhna wê derdikeve..


 Mirovê helbestvan jî wiha ye... Bi gotinek din ez dikarim bibêjim ku nivîsandina helbestê qedere..Di wiha qeder de têkiliya helbestvan bi helbestê re destpêdike.
   Belê giringiya helbesta ast bilind eve ku, helbestvan karibe wê helbestê bi êþ û janên xwe an kêf û þahiya xwe, nexweþî û þaþiyên civata xwe  an serketin þahiyên miletê xwe bihûne...Ji ber ku yê helbestvan nefereke ji civatê û ji gelek neferan hisê wî bilindtire, vêca pêwîste ew berî mirovên normal bi þadiyên xwe û welatiyên xwe re bikene, bi êþ û janên xwe û welatiyên xwe re þînê bikþîne..Di wê þîn û þadiyê de  mirovê helbestvan dest bi hunandina helbestekê dike, û wiha têkilî di navbera helbestvan û helbestê de destpê dibe..
   Bi rengekî din; dema ku di zivistanî de baran nebare, di buharî de çûk û çivîk nexwînin, feqîr û xizan bê nan bin, ji êþ û kulan merisî bin... Dema ku mirov di welatê xwe de xerib be, di bin zilm û zora neyaran de dîl be, zimanê dê qedexe be, gotina rast qaçax be... Hingê têkiliya, yê ku rast û turist helbestvan be, bi hunandina helbestekê destpê dike û hinavê xwe ji kul, xem û janan vala dike...
 
   Li dor têkiliya helbestvan bi desthilatê ve, ez ne bawerim ku pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye. Nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeþeyên azadî û demokratiyê, û sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî... Ji ber ku desthilatên welatên cîhana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û þert û mercê xwe ferz dike..Ji ber wiha rewþ, nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û pirê caran ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ku berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
   Di baweriya min de, ev sansora zatî ku nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê desthilatan xerabtire.. Ji ber ku, heger sansora desthilatê perçeyekî ji nivîsandina nivîskarekî ku azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ku di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên helbestên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser piþta çend qedexeyên civakî negere..wek: êrîkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê..
Helbesta cîgirtî ewe ya ku li desthilatê nasekine, bi wêrekbûn þaþî û xerabiyên civatê eþkere dike. Ew þaþî û xerabiyên ku civat ji ber bendora wan paþketî maye..
Eger helbestvan mêr be, wê di nivîsandinên xwe de þerê wan þaþî û xerabiyên civatê bike, bê ku sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan þaþiyan ji cemawere raxîne ber çavan, da ku cemawer di ser wan þaþiyan re biqevêze, li piþt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweþî û avakirinê re here..
Konê Reþ, 19.01.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3515