Kurd źdī giring in
Dīrok: ĒįĪćķÓ 16 ķäĒķŃ 2014
Mijar: Nūēe



Žahoz Haco

Pirsa kurdan îro bûye mijarek navendî û giring di herêma rojhilata navîn de, wek tê zanîn ku welatên herêmê ta demek nêzîk di nav hewl danên mezin de bûn ji bo ku pirsa kurdan di nav çerçeve sînorên dewletên xwe de bihêlin, astengên ku wan dewletan derdixistin diketin pêžîya pêžve çûn û gihižtine pirsgirêka kurdan, îro dewletên herêmê di nav tirsek mezin de ne û hewil didin ku ev pirs dîsa nekeve pergala navnetewî û rojeva cîhanê de.


Hewl danên wan ta radeyek mezin biser diketin, kurdan jî li hember planên wan li ber xwe didan û doza xwe kêm zêde li ser pîyan dihižtin. Ji žerê kendavê yê didwan û vir ve bandor û kontrola wan dewletan bi rengekî berçav ro bi ro kêmtir dibe û hêdî hêdî hêza wan qelstir û lawaztir dibe.
Rewža herêmê bi gelemperî di nav guherandinên mezin de ye, herêm di nav keftûleftek dijwar û qûnaxek dîrokî re derbas dibe, rojhilata navîn di rewžek hestiyar û li hember rûdanên nû rû bi rû ye, žorežên ku li welatên vê herêmê li darin wê gelek tižtên nûjen bi xwe re bînin.
Rewža ku îro herêm di nav re derbas dibe, sedemên wê pirin. Sedema herî giring ya ku herêm êxistiye vê bê aramiyê û bêhedanîyê sitemkarî, zordarî û dîktatorîye van rejîmên tund e. Van rejîman bi dîtin û baweriyên xwe yên nijadperest, regezperest û žovînîst ev welat bi darê zorê birêve dibirin û rewž di nav bê ewlehî û asayîyê de tengav dikirin û di çewisandin.
Kurdan di nav sînorên van welatan de, ji demek dirêj ve qorbanî û fidakarîyên mezin dane û her dem xwestine ku rewža xwe û rewža dewrûberê xwe biguherênin, kurdan xebatên û kêferatên bêhempa û dûvdirêj kirine ji bo ku bibin xwedî bandor di herêmê de, eger mirov li dîroka tevgere kurdî vegere û temaže bike wê mirov bi hêsanî bibîne ku kurdên her çar parçên Kurdistanê dema doza mafên xwe dikirin ji miletên serdest re jî ew maf dixwestin, wek nimûne li Kurdistana bažûr partiyên kurdan digotin “otonomî ji kurdan re û demokratî ji Iraqê re”, her wisa dirûžmên wek vê li parçên din jî dihatin hildan û gotin.
Rewža îro ya herêma rojhilata navîn dike ku welatên serdest yên cîhanê hedî hedî dîtinên nû li ser vê herêmê ava bikin. Hižyar bûna kurdan û berxwedana wan ya dûvdirêj dike ku nerîn û dîtinên wan hêzan di derbarê pirsa kurdan de jî werin guherandin û bi awirek nû li pirsa kurdan temaže bikin û di derbarê wê de baweriyên nû jî werin ava kirin û pejirandin, helbet temaža kirine van hêzên serdest bi awirek nû li pirsa kurdan pir giring e.
Bi baweriya min dûr bûna kurdan ji tud tûjîye îslama radîkal a ku li herêmê pir xort dibe, dike ku ev hêz bi rengekî berferihtir bi çarenûsa kurdan re mijûl bibin. Wisa xuya dike ku berjewendiyên wan welatan nêzîkî berjewendiyên kurdan dibin û dikevin yek cokê de, ji ber wê jî pir pêwîste ku kurd li ser žopa doza xwe bi awakî rewan û zîrek berdewam bin.
Bandora welatên rojava eger Amêrîka be yan jî Europa be di herêmê de kêm dibe û dijatîya wan pir dijwar dibe, ev jî helbet dikeve qizinc û coka kurdan de. Kurd wek miletekî resen yê vê herêmê her gav hatine bidûr xistin ji serperižtîya vê herêmê, lê wisa xuya dike ku rola kurdan di herêmê de ber bi guherndinên mezin de diçe, kurd jî êdî dibin leystikvan di nav siyaseta rojhilata navîn de.
Kurdistana bažûr hin bi hin ber bi xewna damezirandina komarek demokratîk û federal ve diçe û kurdên vî parçî di nav çarçiveya siyasetek aqilmend û zîrek de dixebitin. Kurdistana bažûr di demek pir kin de wek modelek nûjen, xwedî tolerans û demokrat xwe nîžan da di nav welatekî wek Îraqê tevlîhev û ji ber hev ketî. Kurdistana bažûr di nav keftûlefta Iraqê de wek nimûne tê pejirandin ji bo gelê vî welatî, Iraqî bi hemî ol û netewayên xwe dixwazin wek gelê Kurdistanê xwedî maf û azad bin û hêvî dikin ku cî û deverên wan jî wek deverên kurdan aram bin. Kurdistana bažûr gavên ber bi çav avêtine di warê demokratîze kirine herêma xwe de, lê bê goman ev proses dûvdirêje û hîn pir kar jê re dive ta ku were tekez kirin û çespandin.
Kurdên Tirkîyeyê di nav pêvajoyek mezin de ne û hin mafan bi dest dixin û pirsa kurdan bûye mijara welat a serek e. Siyasetmedar û rojnamevanên Tirkan di nav goftgoyên bêhempa de ne, pirsa kurd bûye pisa demokratîze kirine Tirkîye û ev proses ber pêžve diçe.
Mixabin rewža kurdên Îranê ji parçên din cuda ye lê wilo xuye dike ku hîn tevgere vî parçî li ser pîya ye û li benda fersendê ye, rajîma Îranê bi tundî li hember pirsa kurdan diraweste û xortên kurdan bidarve dike, lê ev rajîm di nav leylanek giran de dijî û ne ser wext e, rewža vî welatî pir aloz e û metirsî dare. Kêžeyên Îranê pirin, Îran di nav arîžeyên mezin yên aborî, siyasî û civakî de di live û li ber xwe dide.
Rewža balkêž îro ya rojava ye, welatên hawirdor bi hemî hêza xwe rewža kurdan di vî parçî de dižopînin û hewl didin ku kurd nebin xwedî statu, kurdên vê herêmê dixwezin herêma xwe biparêzin û nekevin nav žerên ku li seran serî welat digere bibin, kurd bawerin ku rejîma Baas wê birûxe û Sûrîye ji nû ve ava bibe, kurd baž dizanin jî ku rikberîya welat di rewžek aloz û xirab de ye, ji ber wê kurd hewl didin ku deverên xwe dûrî agirê žer bikin û di heman kat de jî dixwezin rêveberiyek xweser di herêmên xwe de ava bikin.
Rikberîye Sûrî mixabin wek žovonîstên baas nêzî pirsa kurdan dibin, dîtin û nêzîk bûna wan bi pirsgirêka kurdan re ne li gor ast û giring bûna vê pirsê ye, hîn nikarin di derbarê rewža kurdan de serwext bin û bi awakî haydar, hižmend û têgihîžtî nêzî vê pirsê bibin. Rikberîye Sûrî pir lawaz e, ne yeke, bigižtî ev rikberî di nav nekokiyên mezin de ye ji ber wilo jî wê nikaribe di pêžarojê de rewža kurdan ber bi pažve bibe eger kurd xwedî yek helwest bin, lê helbet matirsî pirin. Metirsîye herî mezin a kurdan ne yek rêzî, pir rêbazî û ne lehev kirine tevger û rêxistinên wan e. Pir pêwîste ku rêxistinên kurdan haya wan ji vê pirsgrêkê hebe û divê rêxistinên kurdan agadar bin ku ev rewž dîrokî ye, ne hêsane û pêžeroja kurdan diyar dike, ev fersendek pir mezine ku kurd bibin xwedî statu di vî welatî de.
Welatên serdest yên bi rewža Sûrî mijûlin, hîn dîtinên xwe li ser pêžeroja Sûrî diyar ne kirine, hîn beryar ne diyar e, lê helbet pir sînariyo di serê wan de hene, ez bawer dikim ku kurd ji wan sînayio û palanan ne bê parin.
Herêma rojhilata navîn di nav guherandinên mezin de ye û ev guherandin wê çarenûsa miletên herêmê diyar bikin.
Di roja îro de gelek welatên erebî û ewropayî di nav xebatên berhevkirina lêkolînan de ne û ji nêz ve rewža kurdan dižopînin, mixabin ya balkêž ew e ku rêxistinên me hîn ti xwendinek baž li ser pirsgirêka xwe amade ne kirine, hîn kurdan daxwazên xwe ežkere û diyar ne kirine, ji ber wê pir pêwîste ku nivîskar, lêkolînvan, siyasetvan û akademisyanên kurdan lêkolînên berferih li ser rewža xwe amade bikin, nerîn, nirxandin û žîroveyên serketî berhev bikin, di baweriya min de pêwîste ku kurd di welatên xwe de xwedî xwestekên ežkera bin.
Pirsgirêka rojavayê Kurdistanê pir giringe ji ber wê gereke kurd tev ji bo çareser kirine vê pirsê bi xebitin û bi awakî rasteqîn û dirist pê mijûl bibin, yek alî bi tene xwe nikare bi vî barî rabe, pêwîste kurd tev bi yek beryarê hewl bidin ji ber ku rewž ne demkî ye lê dîrokî ye û kurdan tevan alaqedar dike, bi baweriye min ku çarenûsa kurdan tevan bi pirsa rojava re girêdayî ye û çarenûsa kurdan di vî parçî de wê pêžeroja kurdan di herêmê de diyar bike.






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3513