H.N.R.K.S girtina Pêþewa Behlewî þermazar dike
Dîrok: ÇáÃËäíä 13 íäÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



  Di wexta ku Pêþewa Behlewî wek rojnamevan li ser karê xwe bû, û amadekariya raportekê li taxa Kornîþ a Qamiþlo dikir, ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîma Sûrî ve hate girtin.
Di wexta ku em Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî girtina peyamenêrê kenala Rûdaw tv li Qamiþlo Pêþewa behlewî bi tundî þermezar dikin, di eynî wextê de doza azadberdana wî ya bilez dikin, û bang li hemû rêxistinên mafên mirov û rojnamevanan dikin ku bilez tevbigerin û ji bo azadiya Pêþewa Behlewî dengê xwe bilind bikin, û çarenûsa wî ji dost û malbata wî re diyar bikin.


Her wiha bi vê helkeftinê, em bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan ên cîhanî dikin ku hemû hêza xwe bi kar bînin daku hemû rojnamevanên girtî li Sûriyeyê azad bên berdan, daku azad û serbest karê xwe li ser xaka Sûrî bidomînin.
Azadî ji bo Pêþewa Behlewî,
Azadî ji bo hemû girtiyên di zindanên rêjîma Sûrî de.
12/01/2014
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3509