Gund Û Goristana Dugirê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 12 íäÇíÑ 2014
Mijar:



Konê Reş
 

Dugir: Ev gundê ku di sîh salên pêşî de, ji çerxê 20an mîna gundê (Meqtelê) bû, yê Mustefa Şahîn Begê Berazî ku li Kobanê ye.. Dugir jî, xweş wargeh bû ji welatparêzên kurdan re. Nexasim piştî sala 1923an û damezirandina dewleta Kemalî û belavkirina lîsteya bi navê 150 kesî.. Her wiha wê hingê bajarê Helebê û otêla (Baron) jî ku xwediyê wê yekî Ermenî, birêz Muradyan bû, cihê hevdîtin û civîna welatparêzên kurdan yên revyayî bû.. Erê, ev yek berî ku komelaya Xoybûnê di sala 1927an de li Libnanê bê damezirandin..
Sebaretî gundê Dugirê; ev gund, ji kevintirîn gundên rojava ye.



Gundeke ji du girên Romanî yên kevnar ku bi hev ve ne, pêk tê. Li ser rêka hevirmêş anku (Ipek Yol)ê ye, dor 22 kîlomitran rojavayî bajarê Qamişlo dikeve û 7 kîlomitran dûrî sînorê tirkiyê ye. Ji sedê salan ve gund bi daniştiyên xwe yên kurd ava ye û wiha ta roja îro..
Gund; yê hoza Dorika ye û axayên gund ji mêj ve û ta roja îro malbata Ebbês in û ewin yên ku serkêşya hoza Dorikan li rojava dikin. Malbata Ebbês, bi mêvandariya xwe navdarin.. Ji ber merdiya wan, Erebên êla Tey navê (Mistefic), li wan kirine, anku yên ku mersefên wan yên xwarinê bi dûv hev de rêzin ji mêvanan re.. Ji ber kurdiya wan û vê merdiyê, mişextî û koçberên kurdan xwe li wan digirtin.
Li gor ku gerokê îngilîzî Cîms Bikîngham di pirtûka xwe de a bi navê (Geşta min a Îraqê), tîne ziman, ku ev gund di sala 1816an de ava bû û di bin hêza Xelaf Axa de bû. Xelef Axa, yê ku wê hingê paytexta wî gundê Eznawirê bû. Eznawir; li Serxetê dikeve, raserî gundê Dugirê ye bi dor 8 kîlomitran an.
Wek ku min got; di destpêka çerxê bîstan de, ev gund wek navendekê bû ji welatparêz, mişextî û revayên kurdan re, nemaze piştî sala 1925an û têkçûna serhildana şêx Seîdê Pîran li Amedê.. Erê taybetiya vî gundî ku rewşenbîr û welatparêzên kurdan yên pêşeng xwe lê girtine, lê kombûne û jê destpêkirine, anku bûye wek navendekê ji wan re..
Di baweriya min de motka avakirina komeleya (Xoybûnê), lê hatiye danîn.. Taybetiya Dugirê ya giring ku roja îro girek ji herdu girên wê bûye goristan ji welatparêzên kurdan re, wiha min nav lê kiriye.. Ji ber ku gelek rewşenbîr û navdarên kurdan lê hatine veşartin.. Vêca bi min xweş e ku ez giringiya gundê Dugirê, kesên ku hatine Dugirê û kesên ku li girê wê hatine veşartin ji xwendevanan re bidim nasîn.. Çiko rola Binxetê di rewşenîriya Kurdî de wek ku ji Mustefa Bozan Beg û gundê wî (Meqtekê) destpê dike wiha jî ji Cizîrê, gundê Dugirê destpê dike.
Di sala 1923an de, piştî ku Mihemedê Ebbês, biraziyê Silêmanê Ebbês axayê gundê Dugirê û hoza Dorikan û Xelîlê Ehmê, kesayetiyek ji gundê Beyandûr, bi hovîtî li ser destê desthilata fransî ya ku wê hingê Cizîr dagîr kiribû hatin kuştin, hingî raperîna kurdan Cizîrê dijî dagîrkirina fransîzan ji Dugirê û Beyandûr destpê kir û di encam de fransî ji herêmê bi dûr ketin. Er, di encama wê raperînê de jî, çend serbaz û dor 70 leşkerên fransîzan hatin kuştin..
Di sala 1924an de, ji ber ku gundê Dugirê li ser rêka kerwanan bû, tev kerwanên ku ji Mêrdînê diçûn Mûsilê û Bexdayê têre derbas dibûn, di wê salê de Ihsan Nûrî Paşa û hevalên xwe Tewfîq, Rasim, Xorşîd, di rêka Şingal û Dugirê re derbasî Bexdayê bûne, piştî ku raperîna wan li Alikê (Beytelşebab), têk çûye..
 

Di sala 1926an de Haco axa tevî beşekî ji eşîra Hevêrkan ku ji Misilman, Êzidî û Xiristyanan pêk dihat, xwe li Dugirê girtiye û lê maye, ta ku fransîzan Tirbespiyê û çend gundên din dane wî..
 

Dugir, di van her sê salan de (1926, 1927, 1928), bûye xweş navend û bingeh ji welatparêz û fermanliyên kurdan re.. Piştî hatina Haco axa bi çend heyvan, Emîn Axa kurê Ehmedê Hecî Ebdellah  an Emînê Perîxanê, serokê êla Rema, ew jî li Dugirê bûye mêvan..
   Sebaretî Emîn Axayê Perîxanê; dikarim bibêjim ku ew di şerê 1925 an de tevî ku mêldarê tirka bû, lê vê paşiyê tirk lê qulipîn û xwestin wî jî sirgûnî Enedolê bikin, lê wî li ber xwe da û şerê tirka kir.. Ta ku ji neçarî di serê havîna 1926 an de di gel birek zilamên Reman yên din pêre, di dewleta Frensawî, nav kurdên Sûriyê re derket.. Li sûriyê, Emîn axa jî wek Haco axa xwe li gundê Dugirê, mala Silêman axa Ebbês girtiye. Piştî çend heyvan ku sal qulipîye, anku sala 1927 an, ew û Haco axa li ser daxwaza Bedirxaniyan û kurê Şêx Seîd, Elî Riza, di rêka Helebê re çûne Bêyrûtê. Li Bêyrûtê ew jî bûye yek ji hîmdarên damezirandina komela Xoybûnê.. Pêleke baş Emîn axa li Beyrûtê maye û zîvirî ye Dugirê. Di sala 1928 an de, bi efûya Kemalî re vegeryaye tirkiyê..
 

Di dawiya sala 1927an de Hacî Mûsa Begê Motkî û Kor Hisên Paşayê Heyderî jî hatine Dugirê û lê bûne endamên Xoybûnê û her wiha sûnda Xoybûnê lê xwarine..
Çîroka hatina wan nav Kurdên Sûriyê wiha tê bîra min. Ji dema ku ez bîr dibim, di civatên Kurdên Binxetê de qal û behsa hatin û kuştina Kor Husên paşa yê Heyderî û mirina Hecî Mûsa Begê Motkî li gundê Dugirê dihat kirin..
   Digotin; Hecî Musa Begê û Kor Husên Paşa, di gundê Xerabkortê re derbasî Sûriyê bûn.. Li ser daxwaza wan, Tahirê Mehmûd axayê eşîra Temikan, ew birin gundê Dugirê, nêzîkî Qamişlo. Hingî Haco axa û Emînê Ehmed (Emînê Perîxanê, serokê eşîra Rema) jî di gel gelek ji giregirên Kurdan yên ku ji ber tirkan revyayî bûn li gundê Dugirê di mêvandariya Silêmanê Ebbês axayê eşîra Dorikan debûn û kar û barê xwe ji tevgereke Kurdî re dikirin..
Dibêjin, piştî ku Kor Husên Paşa û Hecî Mûsa Begê jî tevî wan bûne, li ser destê mîr Celadet Bedirxan bûne endam di komela Xoybûn de.. Ji ber ku sûnda Xoybûnê xwarin, divîbû di ber de têkoşînê bikin, ew têkoşîn jî ku, xwe bi serhildana Agirî ve bigihînin û li kêleka serokê wê, Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ala azadiya welatê xwe bilind bikin..
Wiha di serê bihara 1928 an de Hacî Mûsa Begê û Kor Husên Paşa ji Dugirê, berê xwe dane Iraqê, da ku ji gundê Barzan xwe bi çiyayê Agirî ve bigihînin.. Lê mixabin li bajarê Mûsilê ji rex Ingilîzan ve têne girtin û careke din wan li sûriyê, gundê Dugirê vedigerînin.. Li Dugirê, Hecî Mûsa Begê bi nexweşiya Melariya dikeve û di nav çend rojan de canê xwe ji dest dide û dimire. Hingê wî li serê kûpê girê Dugirê vedişêrin û ta niha gora wî li wire.
 Ji wê hingê ve girê Dugirê bûye goristana welatparêzên Kurdan û gelek ji mezinên Kurdan têde hatine veşartin wek:
 

Sebaretî Silêman Axayê Ebbês, xwediyê gundê Dugirê, dema ku ew di azara 1940 î de, li Beyrûtê çûye ber dilovaniya Xwedê, dibêjin hingî ew anîne Dugirê, li ser kûpê girê wê, di kêleka gora Hacî Mûsa Begê de, ji rexê başûr ve veşartin..
 

Haco Axa: Di 22ê nîsana 1940 de, Haco Axa jî çûye ber dilovaniya Xwedê, wê hingê ew jî li Dugirê di lêleka gora Hacî Mûsa Begê a bakur de, veşartin. Û wiha gora Hacî Mûsa Begê di nav herdu goran de maye.
Wê hingê, helbestvanê netewî Seydayê Cegerxwîn helbestek li ser gotiy, evin çend firdik ji wê helbestê:
De rabe ser xwe xweşmêrê hêja
Hacoyê Haco rêberê kurda
Ne çaxa te bû tu çûye gorê
Te em tev hiştin ber zilm û zorê..
 

Seydayê Mele Ehmedê Namî jî ev helbest li ser Haco gotiye:
Der sal hezar û nehsed û çil,
Bîst û didiwê Nîsana têrgul;

Axê me Haco yê dilovan,
Xemxwarê feqîr û jarên kurdan.

Yezdanê mezin bi rehmeta xwe,
Dil şad kirî bi ceneta xwe.

Bîst û sisiyê meha gotî,
Tîra felekê dilê me sotî.

Tabût gihabû ser mezarê
Rengê xwe dida riwê Biharê.

Ezmanê Cizîrê bû tarî,
Wê gavê ji ewran xwîn dibarî..
 

Di sala 1956an de dema ku Ebdulrehmana Axayê Eliyê Ûnis ji Qewmê Çiyê, serokê berxwedana Sasûnê li gundê Maşûqê çûye ber dilovaniya Xwedê, li ser daxwaza wî, ew anîne li gundê Dugirê, di rex hevalên wî de veşartine.. Hêjaye gotinê ku Ebdulrehmana Axayê Eliyê Ûnis di sala 1936an de ji neçarî di gel mirovên xwe binxet bûye. Li binxetê, desthilata Fransî destê xwe danîne ser û ew sirgunî bajarê Şamê kirine.. Li Şamê tevî kerwanê welatparêzên kurdan bûye û têkiliyên wî bi mîr Celadet Bedirxan, malbata Cemîl Paşa, Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Dr. Nûreddîn Zaza û yên mayî re çêbûye.. Ta ku vê paşiyê welatparêz û maldarê kurd Elî axayê Zilfo gundê Maşoqê li Cizîrê kiriye û daye Ebdulrehman Axa.. û wiha lê maye ta ku di sala 1956an de çûye ber dilovaniya Xwedê, hingê ew jî anîne li Dugirê veşartine. Kalemêr dibêjin ku helbestvanê kurd yê netewî Hejarê Mukiryanî wê hingê li Tirbespiyê bû, wî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand. Nizanim raste an na..? Sed mixabin, ji ber ku gor bi mebest hatiye şikenandin, êdî nivêsandin nexuya ye:
Ditirsin ey weten bimrim
Nebînim bextiyarî tu
Li bin pencê sitem dîsa
Bi ah û nal û zarî tu
Dil û canim bi gorî çûn
Ji daxwaza redayî tu
Bi nosim, da li ser gorim;
Welat xemgîn û men xemgîn.
 

Di roja 05.04.1958an de, Hemza begê Miksî li bajarê Hesekê koça dawî kir, li ser dazwaxa wî, termê wî anîn gundê Dugirê û di goristana wê de hatiye veşartin.
Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piştî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên suriyê, li bajarê Tirbespiyê girtibû û çend salan lê jiya ye.. Di sala 1958 an de dema ku Hemza begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê, rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:
Mamose Hemza beg
Rehberê fidakar!
Pir kes ji xew te kirine hişyar
Raze bi xoşî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim
15 ê Remezana 1377 Koçî,anku 05/04/1958 Zayînî
   Hêjaye gotinê ku gora Hemza Begê Miksî di goristana gundê Dugirê de di rewşeke xerab de bû; kêlên wê hatibûn şikenandin, kevirên li dor tirba wî hatibûn belawela kirin û bi zor dihat nas kirin.. Ew jî mîna pirraniya gorên welatparêzên kurdan di wê goristanê de, ku hina bi mebest ew gor xera dikirin..!! Jixwe gora Hacî Musa Begê Xuwêtlî êdî nema kes cihê wê nas dike..! Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), gora Hemza Beg restore kirin.. Em jî ji dil spasiya wan dikim.. Xwezî hina ji dewlimendên Kurdan gora Hacî Mûsa Begê Xuwêtlî jî nûjen kiribana.
Di sala 1967an de Hesenê Haco, kurê Haco yê mezin li Qamişlo çûye ber dilovaniya Xwedê, ew jî birina li gundê Dugirê veşartine..
Dr. Ehmed Nafiz Beg di sala 1968 an de û ji bo dermankirina canê xwe çû Beyrûtê, ku di nexweşxaneya Emerîkî de xwe derman bike, lê mixabin, têde Xwedê canê wî yê nazik stand, bê ku kes ji dost û hevalên wî li ber serê wî hebin. Belê kebaniya wî (Medam Îvon), daxweazên wî bi cî anîn. Ew daxwazên ku her gav jêre digot; Divê ez li gundê Dugirê bême veşartin.
Kebaniya wî termê wî ji Beyrûtê anî Helebê, û ji Helebê tev heval û hogirên wî serwextî mirina wî kirin. Xelkên Cizîrê jî, bi tev neteweyên ku têde dijiyan, ji Kurd, ereb, ermen û siryan ve, çûne pêşiya termê wî, û ew birin gundê Dugirê, spartin xaka sar û cemidî, di rex heval û dostên wî de.
   Wek ku me got, Dr. Ehmed Nafiz Beg, ji doktorên kurdan yên pêşîn bû di suriyê de, hem ji yê pêşî bû di warê nivîsîna bi zimanê kurdî latînî de. Di wê hingê de, Dr. Nafiz dihat naskirin wek bijîşkê Hawarê, hem jî bijîşkê Mîran û ji doktorên kurdan yê herî pêşîn bû ku bi kurdiya latînî nivîsiye.
   Dr. Ehmed Nafiz bi sincên xwe yên xweş û welatparêziya xwe a zêde, hişt ku tev heval û hogir hez wî bikin û dostaniyê pêre bajon. Vê yekê hişt ku cihê wî di dilê piraniya wan de çêbibe. Ta ku seydayê Cegerxwîn di helbesteke xwe de ji mîr Celadet Bedirxan re wiha dibêje:
Begê min serwerê min, ey Celadet
Şahê min, rêberê min pir edaled..
Ji Nafiz beg bipirse ey begê min
Derman çiye ji bo derdê dilê min?
Birîndare ji ber daxa welate
Gelo derman heye jêre li ba te..
(Hawar, jimar: 9/1932)
Mela Ehmedê Namî jî, di derheqa pesnê Dr.Nafiz de wiha gotiye:
Bijîşkê xweş fîdakar û hinermend
Birûska hikmeta te çû Semerqend
Tû fexra miletê Kurdî delalo
Were sahtê bike derdim hevalo
Me dilsojek nedîbû xayrî Nafiz
Yekî dî jî, Celadet begê Hayiz..
(Ji dîwana Namî: Dazwazname, 1986)
 

Di sala 1973 an de, Nezîrê Elîkê Bettê li gundê Xalid Gilo çûye ber dilovaniya Xwedê, termê wî jî anîn gundê Dugirê û ew di goristana gundê Dugirê veşartin.
Di sala 1984an de dema ku Arif Beg Abbas li Qamişlo koça dawî kiriye, welatparêzên kurdan termê wî birine Dugirê û ew di goristanê wê de veşartine. Arif Beg ji xelkên Madenê bû, di sala 1929an de ew jî bi Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Dr. Nûreddîn Zaza re ji neçarî ji tirkiyê derket, hat Helebê û Şamê, paşê li Qamişlo bi cîwar bibû..
Di roja 14.09.1985an de, nivîskar û dîrokzanê kurd Hesen Hişyar (Mele Hesenê Kurd), li Qamişlo koça dawî kir, li ser qewîtiya wî, termê wî rakirin gundê Dugirê, ew jî di rex welatparêzên kurdan de veşartin.
Hesen Hişyar, di sala 1907an de li gundê Serdê ku dikeve navbera Hênê û Licê de çêbibû.. Di serhildana Şêx Saîde, tevî ku biçûk bû, ji rex Kemalîstan ve hatibû girtin û zindankirin û paşê sirunkirin.. Di sala 1934an de ew jî wek welatparêzên kurdan yên mayî binxet bibû û di nav refên kovara HAWARê re dixebitî.. Di sala 1966an de wî bi tena xwe kovarek bi navê (Agahî), xurû bi kurdî li Qamişlo diweşand û belv dikir... Gelek pirtûkên wî hene, pirraniya wan distnivîsin.. Wî bi zimanê Kurdî, erebî, farisî û tirkî xweş dizanî bû.
Di roja 14-10-1992an de, Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa li Qamişlo şû ber dilovaniya Xwedê, hingê bi guhestina termê wî re ji bajarê Qamişlo, ta bi goristana gundê " Dugirê " piranîya netewên Cizîrê, bi Kurd, Ereb, Ermen û Siryan ve beşdar bûn. Ew li kêleka Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi çî û war kirin. Li ser gora wî çend gotin di pesin û şarezayiya wî de hatin xwendin. Ji gotina dawî a metranê Ermeniyan Antiranîk wiha got: (Dr. Qasim, sembol bû ji hevgirtina netewên Cizîrê re.. Pîroz be ji wî gelê ku ew jê ye..) Dr. Qasim ji malbata Cemîl Paşa Diyarbekrî bû, piştî ku malbata wan di sala 1029an de binxet bû, ew li bajarê Hesekê di sala 1932an de çêbibû..
Di sala 2008an de dema ku Dr. Dara Arif Beg Abbas li Qamişlo koça dawî kir, mirovên wî û kurdperwerên Qamişlo termê wî rakirin, birin gundê Dugirê ew di rex bavê wî, Dr. Ehmed Nafiz û Dr. Qasim Cemîl Paşa de veşartin..
Û wiha gelek ji welatparêzên kurdan li gundê Dugirê hatine veşartin, min jî navê vî girî kiriye (Goristana Welatparêzên Kurdan).
 

Çend xalên giring:
-      Di van çend salên dawî de malbata Haco û malbata Ebbês kumbed li ser gora Haco û a Silêmanê Ebês avakirin û tevî ku gora Hacî Mûsa Begê di orta herdu goran de ye, bi sê-çar mitroyan tenê, lê sed mixabin kesî ji van herdu malbatan negot ez ê çend keviran li dor gora Haî Mûsa Begê rêz bikim da ku hema xuya be..!!
-      Pirraniya goristabên gund û bajarên Rojava bi ziyaretin, anku tirba seyidekî an Şêxekî lê heye û ew tirb keskek di ser re daliqandiye, bi tenê goristana Dugirê bê ziyaret e..
-      Di salên 1960, 1970 û 1980 î de, hina bi mebest kêlên ber serê gorên wan welatparêzan dişkandin.. Ta ku vê paşiyê diyar bû, dema yekî kurd yê komunîst ku li ber mirinê bû, mikur hat û qewitiyên xwe li xelkên xwe û zarokên xwe kir û ji wan re got; Law! Min li Dugirê veşêrin, da ku ez lêborîna xwe ji wan miriyan bixwazim, ewên ku min pirraniya kêlên ber serê wan şikandine..
-      Hêjaye gotinê, ku rêjîma sûriyê navê vî gundê kurdî yê orjînal wek tevayî gundên kurdan yên din, bi navekî erebî guhertiye, navekî ku hew nav jê pîstir heye.. Kiriye (Derek), bi wateya ew cihê herî nizim.. Ev gotinek gelekî nexweş e di zimanê erebî de..
-      Hem jî hêjaye ez bêjim; di sala 1995an de bi navê Dugir, kovareke edebî xurû bi Kurdî, ji rex kurdên Rojava ve yên ku li Swêdê dijîn hatiye weşandin. Xwedêyê wê Dr. Seîd Mele bû. Birêvebir helbestvan Ehmedê Huseynî, Zagrosê Haco û Yehya Yûsiv bûn.
 

Not: Gotar, di kovara METîN, hejmara dawî; 222/2013an de belav bûye.
 

Konê Reş,
Qamişlo 13.10.2013
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3507