Zimanê kurdî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 ÝÈÑÇíÑ 2007
Mijar: Ziman



Narîn Metînî

Zimanê kurdî ji girûpa zimanê Îraniye ya ku ‏‏þaxeke ji zimanê Hindoropîye , çimkî lêkolînevanan dane xuyanî li ser binyad û kevnariya zimanê kurdî û taybetmendiyên wê ji rêzman û zaravê kurdî û latên qehfikî derxistin ji mozexana Birîtanî û lêkolînevanan bi cîkirin ku ev belge û keval bi zimanê kurdî û Mismarî Çîroka Nebî Nûh û lorana wî nivîsandiye


û gelek makderan gotin : nivîskarê van kevala navê wî Birasoze û ewe kesê ji binceqa Nebî Nûhe .
Belê zimanê kurdî taybetiye Elfe bêya wî hebû lê ew talanên li dû hev hatin li ser Kurdistanê hemi tor û çandên kurdan þewitandin û sûpahên Misilmanan  êrîþî Nimêjgihên Zeredeþtiyan kirin û belavkirina Zendevîsta qedexekirin ya ku ola kevnarabû ji kurdanre .
Her wiha Pîr Þalyar ristên bi navê Pend li dû xwe hiþtin .
Nivîsandiye bi Elfe bêya kevn ango bi zimanê kurdiya zelal û xurû xweþik û ta vê demê xwendevanên me jê razîne .
Bi vî rengî zimanê kurdî ji gelek zaravan bi heketiye
1-  zaravê kurmancî :
A-Kurmanciya bakur: Behdînî – Botafî – Hikarî – Bayzîdî  kurdên Kurdistan bi kartînin Kurdistana Îraq : Dihok – Mûsil.
Kurdistana Îran : bakurî ormiye .
 Kurdistana Turkiye :  ji bilî Dêrsimê .
  Hemû kurdên li Kurdistana Sûrî .
B- Kurmanciya baþûr :  Mikri – Soranî – Sefaî – Erdelanî :
Xelkên Kurdistan bi kartînin li Kurdistana Îraqê mina Hewlêr – Kerkûk -  Silêmanî ,  û Kurdistana Îranê ji Rawendozê ta Ormiya .
 2 – Zaravê Zazî :  xelkên Dêrsimê li Kurdistana Tirkiye bi kartînin .
 3- Zaravê Goranî : Bacilanî – Kakayî – Zengî- Horanî û ev zarav bi kartên li Kurdistana Îranê .   
 4- Zaravê Lorî :Bextyarî – Kiye – Fîlî – Kelhorî – Mamesanî  û ev zarav bi kartên li  
   Kurdistana Îranê .
Wiha tevî pirbûna zaravên Kurdî lê pir hêsane ku kurdê li bakur li hevhatin û ravêjkirina kurdê li baþûr bike çimkî bingeha rêzman û bêjeyên wan yeke û ew herdû zaravên bigehînin hemû gelê kurd pê di axivin .
Zimanê kurdî tê bi karanîn ji Elfê Bêya latînî ya ku Mîr Celadet Bedirxan 1870-1951 di kovara Hewar belavkir sala 1932 .
Belê zimanê kurdî zimanekî zelal û nerm û berferihe pêwiste û girane ku gelê kurd fêrî zimanê xwe bibe .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=350