Ezbenî! Nivîsandin Siltanê Demê Ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 19 ÏíÓãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye! Hingê wê sosretmayî bimînin..
   Ezbenî! Nîtþe, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eþkere ye, ya din nepen û veþartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitþe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye.


 Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiþtên veþartî gerya ye.. Tiþtên diyar her kes bi wan zan e, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiþtên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..

*          *          *
   Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweþtir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijîn û pêre zindî dimînin.. Erê ezbenî, tiþtên xweþ temen kurtin û tevî ku her tiþt bi demê re tê guhertin lê xewnên kevin her xweþ dimînin.

*          *          *
   Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye, zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamiþlo re derketîne.. Ji dema ku ewa koçer sermê û germê li xwe dike, dêmên dayikan li ber rivîna agirê tenûrê diqemire, ji wê hingê ve ezbenî sozên me li darin..
   Erê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de, me xêzik li ser wan çêdikir, pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî, em nema bi ser vedibin? Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim.. Gelo tu jî wek minî? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî, careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamiþlo..?! Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin.. Qamiþlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêz e? Em destên xwe ji kê re dirêj bikin?
  Erê, em herdû ji kevinbûnê rizyan e. Bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan.. Bêtir ji çîrokên dara Çinarê.. Tevî ku, em herdû wek du biyaniyan e. Payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe, bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer bi ser dil û huþê me de diweþîne..
*          *          *
   Erê ezbenî, dem bi dûv me de dibeze..  Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nasnakin.. Em li stranên  Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên Kurdistanê tîne ber çavên me.. Dema ku strana Eyþana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûþî dibêje:
Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..
Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..
Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûþî ya min bû..
De çawa bi xelkê þû kir..
   Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe dide alî û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifþan vedidize û nebedî dibe. Û wiha her tiþt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotina nivîsandî dimîne.. Nivîsandina kul û derdan û kêf û þahiyan dimîne.. Xwe eþkere dike ku ew, siltanê demê ye.. Erê ezbenî, nivîsandin siltanê demê ye..

Konê Reþ/ Qamiþlo, 19.12.2013








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3488