bikaranîna dengê ê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 ÏíÓãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Subhi Ahmad

Dem hatiye ku em li ser mijarên nazik (hesas) bisekinin ji ber ku ew di zimanê kurdî de gelekî pêwîst û giringin.
Dengê (ê) wek dengekî yan jî wek peyvekê heþt bikaranînên xwe hene ji ber vê yekê em dikarin bêjin zimanê kurdî zimanê dengdêran e, zimanekî pir nazik e û (hesas e) ji ber vê jî mijarên pir nazik di nav de hene,em ê ewayên bikaranîna dengê (ê) bi awayên cuda þrovebikin.


1-   Dengê (ê) mîna tîpeke ji tîpên zimanê kurdî ye û
Ew jî  tîpeke dengdêr e. Tîpa deng dirêj jê re dibêjin.
Wk:  ( a – e – ê – i – î – o – u – û – ).
2-   Dengê (ê) wek zayenda(veqetandeka) nêr ji bo navên nêrza tê bikaranîn û bi dawiya navan ve dibe. Ev yek ji bo malaniyê bide xwiyakirin. Ew jî wek (artîklekê)bi zimanê inglîzî tê xwiyanîkirin.
Wek:
     Kurê min
         Hespê kumêt çû çêriyê.
         Destê wî þewitî.
         Deriyê xaniyê te mezin e.
         Birayê te gelekî baþ e.
            Dilê wî pir nazik e
         ………………………………..
3-   Dengê (ê) wek nîþanekirina navên mêza tê
bikaranîn û kurtasiya rengdêrên nîþandan wek (vê – wê)dide xwiyakirin.
Wek:
     Vê keçê av vexwar.
     Wê keçê stran got
     Keçê av vexwar.
     Keçê stran got
     Wê darê pel da.
     Darê pel da.
     Gulê ava þor vexwar.
     Vê gulê ji xwe re bibe.
     Pisîkê deh çêlîk anîn.
     Ez her roj Gulê dibînim.
     Ew dibîstanê nasdikin.
     Min ji Zîlanê re got.
 
4-   Dengê (ê) weke lêkera dema bê (pêþerojê) tê bikaranîn. Dema ev lêker di nav hevokê de hebe û li pêþiya lêkerê be, mirov dizane ku ew hevok dema pêþerojê dide  xwiyakirin. Ew jî ji lêkera (dên –  û di dawiyê de  ê) hatiye nîþankirin.
5-    
Wek:
     Ez ê biçim bajêr.
     Tu yê kengî bersiva min bidî.
     Ew ê zimanê xwe yê dayîkî bixwîne.
     Em ê mafê xwe bistînin.
     Hûn ê rojên xweþ bibînin.
     Ew ê koletiyê ne pejirînin.
6-   Dengê (ê) wek nîþana (wî – wê) ji bo kesan û
     tiþtan tê bikaranîn.
     Wek:
         Min li (wî, wê) pirsî.
         Min  pirsî.
         Te ji (wî, wê) re got.
         Te  re got.
         Ez bi (wî, wê) mijûlbûm.
         Ez  mijûlbûm.
         Em di (wî, wê) tiþtê gihiþtin.
         Em  gihiþtin.
 
 
7-   Dengê (ê) wek bernavekî malanî  tê bikaranîn û
         Cihê bernavê (milkî) digir e.
Wek:
     Kurê min baþ e, lê yê te çawe ye ?
     Karê min û te hêsan e, lê yê wî pir zehmet e.
     xaniyê min mezin e, lê  wî çawe ye.
     Beranê min qer e, ma  wî bi çi rengî ye.
     ……………………………………………………….
 
 
8-   Dengê (ê) wek gihanek tê bikaranîn  peyvan an jî
hevokan bi hev ve girê dide.
Wek:
     Birayê min ê delal çû serê çiyê.
     Destê min ê rastê têþ e.
     Hespê me yê rehwal windabû.
     Min destê xwe ji wî þûçt ê ku dereng hat ba we.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3475