Name ji bo rêzdar Rêdûr Xelîl
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 29 äæİãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Şahoz Haco

Rêdûr Xelîl ê rêzdar ez wek kurdekî ji welatê xwe û miletê xwe hiz dikim, dixwazim çend tiştan bînim bîra we, biser ku ez dizanim, hûn jê agahdarin jî; lê gelek pirs û goman hene di nav Kurdan de, ku ciyê xwe digrin û hûn wek rêxistin pêwîste, ku hûn van gomanan û pirsan rakin û bersivan wan bidin.


Helbet, ji kesekî wek tere diyar e, ku jiyana xwe xistiye bin xizmeta gelê xwe de; ku me gelek qurbanî di rêka welatê xwe de dane, lê mixabin her car em di warê siyasî de şikestine; di baweriya min de sedemên şikestinên me yek jê neyek rêziya me ye, yan din jî ku destê dijminan bi xurtî di nav me de ye. Ji ber wê ez dixwezim bi bîra we bênim, bê Kemalîstan çi ji dewletên hemahengiyê û raya giştî ya dinyayê re li ser doza kurdan di Lozanê de diyar dikirin, Kamalîstan wisa digotin:
 "Xwedê giravî miletê Kurd bi temsîlkarî beşdarî Kongreya Sîwasê û Erzeromê bûbûn û ev roj li Lozanê jî kurd têne temsîl kirin. Kurd doza cudatiyê nakin, xwe wek hemwelatiyên Tirkiyayê dibînin û ku daxwaza wan bi Tirkan re bi awayê biratî, di nav aramiyê de bijîn. Ew xwe ji ola îslamê dipejirînin, ew nekêm netew in, ew ‘aslî unsur'''''''' in. Heger hinek pirsgirêkên ku dewletên biyanî qal dikin hebin jî, emê wan pirsgirêkan di pêşerojê de di nav xwe de çareser bikin."
Mixabin encamên Lozanê jî ev bûn:
"yek dewlet yanî dewleta Tirkan, yek netew yanî netewa Tirk, yek al yanî ala Tirkan û yek hemwelatî Tirk"
 Partiya Karkerên Kurdistanê ev bêtir ji 30 salî, di nav tevgera rakirina encamên vê hevpeymanê de ye, mixabin bi sed hezaran Kurd bûn qurbanê hevpeymana Lozanê. Rast e Partiya Karkerên Kurdistanê gelek tiştên giring bidestxistin lê ez bawer dikim, ku tu jî wilo bawer dikî ku hîn ev doz dûvdirêj e û hîn kar û barên Kurdan pir giran in.
Mebest ji vê nivîsê helbet rewşa Kurdan li rojava ye, mixabin ez dibînim ku serê her yekî ji me li ser balgiyekî ye û em wek kurd di nav nakokiyên mezin de ne. Bi baweriya min, pêwîst e ku dema rewşa rojava were şîrovekirin; ku bi tenê ne bi yek çav û yek dîtinê li rewşê were temaşekirin, pêwîst e ku em bê layane şîrove û dîtinên xwe bêjin. Bê goman ji rexnegiran jî ev tişt tê xwestin, pêwîst e ku başiyan û nebaşiyan li ber çavan bigrin û pêwîst e; ku mirov herdû aliyan jî bibîne.
Brayê rêzdar, Cinêfa 2-ê pir nêzîk e û çend pirsên min hene wek gelek Kurdan û ez bawer dikim ku hûn dikarin bersiva wan bidin: Gelo dê çawa û bi çi rengî em ê herin Cinêfa 2-ê? Gelo çax ne hatiye, ku em weke kurd herin vî kongirî? Gelo çax ne hetiya ku em êdî derî li ber nakokiyan bigrin û bi yek rengî û dengî derbasî nav kongirê bibin? Gelo ji bo çi em tund û tûjiyan li hember hev ranakin û gotinên xwe nakin yek? Gelo çima em di bin sîbera yek sîwanê de nikarin li hev bicivin.
 Ez bawer dikim, ku hûn wek rêxistin (YPG) û tu wek kesekî di bin çekan de, ku xwe cangorî gelê xwe kiriye dikare bêtir gavan bavêje û xwedî bandor be. Helbet, ez baş dizanim ku min barê te giran kir bi vê gotinê û ez dizanim ku çîrok ne bi kesan ve girêdaye; lê bawer bike min ji te baştir ne dît ji bo ku ez vê banga han lê bikim. Li alîyê din ez bawer dikim, ku gelek kurdan hema dijberiya PYD-ê ji xwe re kirine kar, helbet ev tişt xizmetê ji kurdîtîyê re nake, wek Kurdekî pêwîst e ku mirov ne hema li dijî PYD-ê be; ji ber ku wêne ne hema sipî û reş e, lê beravajî vê yekê; ez bawer dikim ku wêne renge- reng e û gelek aliyên wê yên ji hev cuda hene. Di nav me de gelek dîtinên ji hev cûda hene, ji ber vê pêwîst e, ku mirov herdû aliyan bibîne.
Helbet, PYD-ê yan jî PKK-ê partiyên gelekî organîzekirî û aktîv in û her kes dizane ku PYD-ê zû bû xwedî hêz li Rojava, di baweriya min de, yek ji sedemên herî giring ku PYD-ê bi hêz bû, ku wan xwe li gor rewşa tevlîheviya Sûrya; xwe zû amade kirin û li gor wê gav avêtin. Hin rêxistinên din nikarî bûn wek PYD-ê van gavan bavêjin û bi wext re wan hêdî hêdî meydan ji PYD-ê re vala kirin, lê dîsa ez dibêjim ku ev bidestxistiyên PYD-ê nayên wateya ku ew jî bixwazin meydan hema ya wan tenê be, li gor ku ez dibînim ku civata kurdan têrî hemû bîr û boçûn û baweriyan dike; ji ber vê ez dibêjim ku gereke PYD-ê deriyan li ber wan veke, ez bawer dikim, ku em tevde bin emê bi hêztir û xurtir bin. Ji aliyê din ve, pewîst e ku rêxistinên din wan lêdwanên xwe yên tund rawestînin û bi hestên biratiyê nêzîkî PYD-ê bibin. Ez careke din dibêjim, ku PYD-ê gelek kar û tiştên din kirine, ku pir pîroz in û ciyê şanazıyê ne. Di baweriya min de, karên baş yên hatine kirin gerek e werin parastin û helbet ev karê me teva ye; ku em wan bidestxistinan biparêzin, lê ev bar bêtir yê PYD-ê ye, ji ber ku ew bi rastî kesî ji bilî xwe li meydanê nabînin û napejirînin.
PYD-ê îro barên xwe pir giran kirine û beşek ji kurdan ji xwe dûr kirine, ez bawer dikim, ku bêşa vî tiştî wê gelekî giran be li ser wan û li ser hemû Kurdan. Gelek Kurd nema dizanin berê wan li kû ye û di metirsiyeke mezin de ne û ji PYD-ê tê xwestin ku wan metirsiyan ji dilê gel derxe. Ji bo ku PYD-ê kari be metirsiyan rake û Kurdan nêzîkî hev bike pêwîst e, ku bersiva çend pirsên giring yên ku di serê gelek Kurdan de digerin bersivan ji wan re bide. Ez bawer dikim ku pirs ev in:
1-    Hûn bi rejîma Sûrî re ta çi radeyê nêzîkî hev in?
2-    Hûn çima bi partiyên din re nikarin hevkariyê bikin?
3-    Hûn çima şerê Kurdistana Başûr dikin?
4-    Hûn çima rê li ber dîtin û ramanên cuda venakin?
5-    Hûn çima nayên hevpeymana Hewlêrê?
6-    Desteya bilind ji bo çi ye; çima kar nake?
7-    Çima di derbarê girtiyên siyasî de yên wek Bahzat Dursin û hin din; hûn tiştan zelal nakin.
8-    Bûyerên kuştinê yên rû didin çima hûn helwestan di derbarê wan de diyar nakin?
9-    Girêdana we bi PKK re ta çi ast û radayê ye; gelo PKK rêzê ji taybetmendiyên Kurdistana rojava re digre; yan jî berjewendiyên xwe wek rêxistinek kurdistanî bi ser berjawendiyên û taybetmendiyên me re digre wek kurdên rojava?
Rast e gelek caran berjewendiyên we wek tevger û rêxistin ne wek hev in, lê ez bawer dikim, di pirsên ku me tevan wek milet elaqedar dikin; gerek e berjewendî yek bin.Hêvîya min ku hûn karibin wek tevger; wek kesên ku di ber mafên Kurdan yê rewa de dixebitin hewl bidin ku gotina we yek be û careke din Lozan bi serê gelê me de dûbare ne be.
Silav û rêz

Têbînî. Çima name ji bo Rêdûr Xelîl? Ji ber ku ew berpirsiyarê Yekîneyên Paraztina Gel e (YPG), bi baweriya min kesin ku berpirsiyarên parastina gel bin, gerek e gel bi hemû reng û deng û bîr û bawerî wek hev biparêzin; ti cûdahiyê nekin di navbera rêxistin û civatê de.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3468