Her ku kulilkên hêviyên xwe di bin asîmanê te de koçberdikim. Her ku can, hiþ û hestên xwe Li ser rûbera te belavdikim.
Yekîtiya dil û canê xwe pêktînim?
******
Evîn -(2)
Tu ne canî… Ne dilî… Ne bayî!... Hêjî…hêjî, nikarim sebakê Yan çirkeyekê, bê te bijîm?
******
Evîn - (3)
Tu him textî, him bextî, Dojehî yan biheþtî. Em bi destên xwe avadikin?
******
Evîn - (4)
Tu ne xwedayî… Ne royî… Ne welatî!... Kî ne perestvanê te bî? Gawire, na …na, Teba û lawire?
******
Evîn - (5)
Tu reh û sîbera jînêyî, Bê parên ji te, Wê di biyabana windabûnê de, Pêrgî leylanên hovîtiya xwe bi bin, Û bi roya bê parî ya jînê, Dê di solên demê de, bikizirin?