Penabrî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 äæÝãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Fedwa Derwiþ

Ew ji ber þer, perîþanî, zilm û ne aramiya welatê xwe reviya ne. Ji ber ku nemadikarin birûmet jiyana xwe berdewambikin, wan berê xwe dane sînoran û bi hêviya ku zarokên xwe biparêzin, berve hinek welatên ne diyar ҫûne, . Weha jî, ew bûn e  "penaber".


Þerê Sûriyê bûye sedema koҫberiya hejmareke mezin ji xelkên wê. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara penaberên sûriyê zêdetir ji du milyonan e, ku bi sedema nêzîkbûn û arzaniya barkirinê piraniya wan xwe li welatên derdora Sûriyê girtine. Rêjeya jinan û zarokan bilnd e, ҫiku ew yên herî ziyanbar in di þerde.
Herêma Kurdistanê jî deriyên xwe li ber penaberên Sûriyê vekiriye, hejmara wan ta niha giha ye 220.000 penaber. Bi nerîna wan, Baþûr û Rojava yê Kurdistnê yek xak in, yek ziman û yek milet in, her wiha di siberojê de yek welat in ji ber van sedeman wê ne biyanî bin û wê kêþeyên penaberiyê nebînin.
Di bin giraniya barekî hindik ji tiþtên xwe û barekî mezin ji hêviyan, berê xwe dane Baþûr, welatê wan yê duyem da ku þûne xewinên wan hembêz bike.
Lê mixabin, penaberî mirinke hino hino ye, kêșeyên pirr yên penaberiyê para jin û keҫane,û ji zilam û lawan bêhtir bandoreke xerab li ser rewșa wan heye. Ew bi du rengan tên ҫewisandin, carekê weke penaber, carekê jî weke jin.
Mafên Jinên penaber yên mirovahî tên binpêkirin, û jin jiyaneke metirsîdar û melûl dibûrînin û kêþeya regzperestiyê û tundiyê û pirr zehmetiyan ji ber rewþa civakî û regezî dibînin. Nemaze yên di ҫadiran de, ku tu teybetmendiya jiyana wan tune ye, û kêmasiyên xizmetguzarî derbarê pêdawistiyên rojane, xizmetên tunduristî û perwerdeyê de hene.
Hejmareke mezin ji keҫan mecbûr bûne xizmên xwe xwedî bikin û berpirsyarya wan li xwe bigrin. Piraniya wan xwendin berdane ,û karên xizmetguzariyê, di mercên zor de dikin. Xwedanên kar ci ҫavên kêm li wan dinerin û bi seatên zêde û pereyên kêm wan bikarkirin didin.
Ji aliyekî din ve, hinek ji wan rastî destavêtinê, yan jî dil pêþewtandinê tên. Ev yek bandoreke xirab li ser jiyana wan dike, u hasten kêmahiyê li ba wan peyda dike.
Wêneyekî din ji perîþaniya jinên penaber heye, ew yê jinên ku jiyaneke aram bi zarok û mêr û maleke ava li þûn xwe hiþtine, û li bin ҫadiran mane û bi kêþeya zarokên xwe yên belavkirî, bêkar û bê xwendin dil teng bûne.
Pêwiste  jinên penaber bên parastin û yasayek ji bidestxistina mafên wan di civaka nêrane de bê sepandin.
Ev yek jî perpirsiyariya rêxistin, komeleyên civaka sivîl û mirovane û di serî de jî hikûmeta Herêmê ye.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3460