Çima Qamiþlo ?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Brahîm Mehmûd

Belê , çima Qamiþlo, bi vî rengî hatiye nasîn, û bi çi pêdiviyê dinerxe û pêþkêþ dibe ?
Ji bilî hemî peyvên ku cih: Baja, gund, war…Hud têtin gotin û xwendin, peyva " Qamiþlo " bi serê xwe ye, ji wan cuda bû ye. Ev çi raz têde heye ?
Çima ne Qamiþlî an Qamiþlê ye?


Em di nav xwe de dibêjin: Amûdê, serêkaniyê, dêrikê, Efrînê, kobanê…Hud, ta ji bajarên din jî wiha dibêjin: Helebê, Þamê, Berlînê, Siwêdê…Hud, îca çima Qamiþlo awarte ye?
Dibêjin peyv bi xwe biyaniyê, û hinek dibêjin na, ew bi xwe kurdiye, an kurdiye jî: Qamîþ, ew zile ku li ber devê çeman  þîn dibe, ew Qamiþlî, bi tirkî dinase: Cihê qamîþê ye. Îca pirsgirêk di kû de ye? Bi wateya ku derbirîna " Qamiþlo" ji binavkirina " Qamiþlî " ya tirkî cuda dibe !
Çi cihên ku bi kurdî em wan bi nav dikin, ku bi serê xwe bin, bi mêyetî navnîþan dibin, ta spartinê bi xwe jî: Bajarê evînê ye, lê ji nêzîk ve, di nîþan kirinê de bi nêretî dinase: Vî bajarî, vî kaþî, vî welatî, vî hundirî…Hud.
Serbestiyek nêretî di pêkanîna navê cihên wan de heye, lê Qamiþlo bi serê xwe ye !
Di pirtoka xwe de ya li ser Qamiþlê( Ritmên bajarekî-2000), min di destpêkê de diyar kir li gor awirên xwe ku ev bajar wiha tête nasîn: Qamiþlo, Qamiþliyê, Qamiþlokê, Qamiþlî..
Dema ku em vegerin û rawestin li ser peyva " Qamiþlo " em tiþtekî  tenê têde dibînin, ku pêkbûye neku ew ya raste, weke dîtina min, lê belê ku ew diva wiha be daku bi þêweyekî kurdî binase, ku bi rexê nêretiyekê hatiye ajotin, ji ber ku tu system an rêbazekî rêzimanî jê re nayê çesipandin  dema ku em hemberkirinekê pêkbînin di navbera w" ê " û peyvên din de.
Raste ez þad dibim dema ku ez li dengê " Qamiþlo" di stranê de guhdar dibim, lê ne derde ji min re kêliya  ku yek bibêje: Qamiþlê, dûrî helwetên netewî ku ziman  basko dikin gelek caran….
T:Ez bi hêvîme kesê ku vê mijarê binirxîn û rexin bike, derbarî peyva" Qamiþlo ", awira min ronahî bike bi þêweyekî dîrok û zaneyî !
Duhok-Brahîm Mehmûd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3440