Wêjevanên zimanbiyanî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Heyder Omer

Dr. Ferîd Seîd di (facebok)ê babeteke alozî nîþan dike, gava diçe ku „Her kesê, ku helbestê yan romanê bi zimanekî din, ne bi yê kurdî, binivisîne, ne helbestvan û ne romanivîsekî kurd e, tevî ku naveroka berhema wan kurdî be jî“.
Gelek kes, nivîsevan û xwendevan, tev li vê mijarê bûn, û rêzdar Ehmed Simaîl Simaîl gotarek bi serê xwe li ser vê babetê di malpera (welate me) de bi zimanê erebî weþand. Gotin û boçûnên cur be cur hatin guhkirin. Mirov dikare, bi bêhna fireh û rihet bibêj, ku ew gotubêjan didine xuyakirin, ku mijar li ba hinekan ne zelal e.


Ji pêþî de mebesta Dr. Ferîd zelalkirina têrmeke wêjeyî ye, lê mixabin parvekarên gengeþeyê  ji vê têrmê bi dûr de çûne, ta radeya ku nerîna piran dide xuyakirin ku wan ev yeka bi ser xwe de kiþandine, û ewnan bûne mebesta vê nerîna Dr. Ferîd, ji ber ku bi zimanine din, ne bi kurdî, dinivisînin.
Bi rastî jî aloziya vê mijarê ew e, ku eniya mirov, tev hestên wî yên xweyîtî û netewî, dide hember rastiyeke zanistî, ku gava mirov di navbera wan hestan re lê binere, nikare wê bipejirîne. Bi vê helwestê jî mirov yekser giringtirîn mercên lêgerîna zanistî paþguh dike, û kêmasiyeke ber biçav di lêgerîna xwe de dihêle, ew jî bêlayanî ye.
Bêlayanî ew e, ku gava mirov babeteke zanistî gengeþe dike, an wê vedikole, divê hestên xweyîtî û netewî tev lê neke, belê wan bide alîkî û paþê dest bi lêkolîn û lêgerîna xwe bike.
Ev babet ne ya gengeþeyên (Facebok)î ye, belê ya lêgerînên zanistî û zanista (wêjeya hevber)e, Lêgerînên zanistî jî her tima li kêfa mirov, û hestên wî yên xweyîtî û netewî nabanin, vê lomê gava pêrgî wan dibe, bêhnteng dibe, û ditengije û nikare bi wan re li hev were.
Ev pirsgirêk ne tenê ya gelê Kurd e, belê ya gelek miletên dine jî, gelê Cezayîrê nimûneya herî zûtir tê bîriya mirovê kurd e, mezintirînên wêjevanên wan bi zimanê ferensî nivisîne, û rexnevanên ereb bi wê diyardeyê re rû bi rû bûne; gelo wejeya wan nivîsevanan erebî ye, yan feransî ye? Nimûneya mîna wan li ba me Selîm Berekat û pirên ji wêjevanên Kurd ku bi zimanê erebî, tirkî û farisî nivisîne ye; gelo wejeya wan erebî, tirkî û farisî ye, yan kurdî ye?
Romanivîsê Elman Karl May romanek li ser Kurd û Kurdistanê bi zimanê elmanî  nivsandiye; gelo ev roman þûna xwe di wêjeya kurdî de, yan  di ya elmanî de digire? Mehmûd Derwîþ û Cewahîrî û hin helbestvan û nivîsevanên Ereb li ser gelê Kurd nivisîne; gelo wêjeya wan kurdî y,e yan erebî ye?
Dêmek mînakên li derdora me pir in, û hemî jî bê alozî derbas bûne, lê ne kesekî kanîbû nivîsevanên Cezayîrê yên zimanferensî ji regeza wan bibirîna, û ne jî kesekî kanîbû Selîm bereka bikira Ereb. Ewana her man cezayîrî, û Selîm û yên Kurdên wek wî jî man kurd.
Li hember wan, Karl May yê elmanî, yê ku romana wî (Durch wald Kurdistan), gelek pesin ji rexnegirên elman wergirt, her ma elman, û Cewahîrî yê ku helbesta wî ya li ser Kurd û Kurdistanê gelek navdar e, hema mirov dikarê bêje ew helbest destanek e, lê ti kesî, ne rexnegirekî Kurd û ne jî yekî Ereb rojek gotin, ku Cewahîrî helbesvanekî Kurd e.
Mebesta min ji van nimûneyan ew e, ku sayî were xuyakirin, ku istûna wêje du tiþt in; yek wêjevan e, û yê din jî ziman e, her du vêkra deqê wêjeyî peyda dikin, ew deq, piþtî tê çapkirin, dibe mal û milkê civakê, û mijara kar û xebata dîrokza wêje û rexnegiriyê.
Gava rexnegirî deqê wêje vedikole, nikare taybetiyên zimanê aferînê bide alîkî, û nikare ji bîra bike, ku her zimanekî bingehên giramatîkî û fonîtîkî û derûnî  hene, ji yên zimanên din cuda ne, awaza her zimanekî ji ya zimanê din cuda ye, hevok û derbrin li gorî wan bingehan û wê awazê tên ristin û avakirin. Wek nimûne, gelek kilasîkên Kurd helbestên xwe li gorî urûda erebî ristin, hinek ji wan helbestan li gorî pêlewaza (Wafêr) hatin ristin, pêlika vê pêlewazî jî (mfaeletunمُفَاعَلَتُنْ / )e, yanê (- /- - /), kurtekîtek, yekek deng dirêj, du kurtekît, yekek deng dirêj li pey hevdu tên, lê hin caran ev pêlik dibe (mfaeltun /مُفَاعَلْتُنْ), yanê (-///) kîta çarê  ya kurtedeng tê avêtin, û ya sisiyê kurt bû, lê bi yeke gend dirêj hate guertin. Ev yeka di zimanê erebî de çê dibe, û taybetiyeke wî zimanî ye. Hemî helbestên kurdî, ku li gorî vê pêlewazê hatine ristin, pêlika (mfaeltun -///) bûye bingeha awaza wan. Ev diyarde jî taybetiyeke zimanê kurdî ye..
Em gelek dûr û dirêj neçin. Deqê wêje li gorî taybetiyên zimên þûna xwe di nav wêjeya wî zimanî de distîne; yanê helbesta Cewahîrî û ya Mehmû Derwîþ nikare þûna xwe di nav wêjeya kurdî de bistînê, û her du jî nabin helbestvanên Kurd, her weha romana Karl Mayî nabe milkê wêjeya kurdî, û ew jî nabe romanivîsekî Kurd, ev yeka digihîne her du dengêjên navdar; Gerebêt û Aram Dîkran jî, ewana Ermen in, lê stirana wan nakeve nav çanda Ermeniyan.Wêjeya Selîm Berekat û hevpîþeyên wî jî dê li gorî taybetiyên zimanê erebî were vekolîn, û þûna xwe, ji warê zanistî de, di nav wêjeya erebî de bistîne,û  nivîsevanên Cezayîrê jî dernakevin derveyî vê zagonê.
Weha diyar e, ku wêje li gorî zimên ji hevdu tên veqetandin, ne li gorî naverokê û ne jî li gorî regaza wêjevanan, lê li hemberê, naveroka wêjeya wêjevanên Kurd, yên bi zimanên din dinivisînin,dikare roleke neteweyî ye dine du alî bilîze; ji hêlekê de dikare miletê Kurd bi miletê ku bi zimanê wan hatiye nivîsîn, bide naskirin, û ji hêla din de, dikare rola gelek erênî di warê hiþyarkirina miletê kurd de bilîze, û asoyên raman û pûnijiya kesê Kurd fireh bike, nemaz jî piraniya civaka kurdî li sê perçeyên Kurdistanê nizane zimanê xwe bixwîne. Vê lomê jî ez bawer im, têrma ku Dr. Ebdil-Mecîd Þêxo beriya bêtirî 15 salan afirandiye, (nivîsevanên Kurd yên zimanbiyanî) dê þûna xwe bistîne, ji ber ku ne taybetiyên zimanan ji bîra dike, û ne jî cefayên wêjevanan ber ba dike, û be ser de jî ji þînorên zanistî bi dernakeve.  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3437