Arjen Arî, destbirakê min bû
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe





Konê reþ

Keko Arjen Arî, zindiyo!
Salê 12 mehên xwe gulover kirin..
Payîzek çû û yek hat
Hêjî em di mêrga
(Ev Çiya Rûpî ne, Þêrgele, Bakurê Helbestê
 û Kulîlkên Beivan..) de diçêrin..


Salek derbas bû û
Hêjî çiyayê Omeriyan bayê xwe
Bi ser beriya Mêrdîn ve didêre..
Amed bang Qamiþlo dike;
Li gora Cegerxwîn bixwedî bin
Qamiþlo bang Amedê dike;
Li gora Arjen Arî miqate bin..
Erê birako,
Miletê li navdarên xwe xwedî derkeve,
Namire..
Yê ku çakên xwe di ser guhan re bavêje,
Ew milet miriye, hebûn jêre niye..
Va dost û hevalên te, bajarê te, Ameda te,
Te bibîr tîne..
Gul û kulîlkan li ser gora te datîne
Ma ji vê yekê çêtir û bilindtir..
Bi dest kê dikeve keko..
Mane Kurdan ji mêj ve gotiye:
Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.
Bese, ku te navekî berz li pey xwe hiþtiye..
Navekî Kurdistanî ye..
Bawer bike,
Gelek xweziyên xwe bi navê te tînin..
Yezanê þev û rojê te bi bihiþta xwe þad bike..

Not: Di sala 1990 î de, di konreyê abûrî yê navdewletî de li Þermelþêx/ Misirê,  þanda Cihûyan çav bi þanda Yemenê dikeve, bi tenê yek tiþt jê xwestiye; ku hestiyên wî helbestvanê cihû, yê ku berî 300 Sali li bajarê Teez miriye bide wan.. mêzekin bê çendî milet hene li helbestvanên xwe xwedî derdikevin..
Silavên gerim bo canê destpirakê min Arjen Arî, bo we; Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, bo xelkên Amedê..
Konê Reþ
Qamiþlo, 27.10.2013 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3436