Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



  Komîta amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê
Helbestvan ,nivîskar,xemxwarên zimanê Kurdî û mêvanên mehrecana hijdemîn a helbesta Kurdî .
Hûn tev bi xêr û xweþî hatin ,silav û rêz ji we tevan re…..
Bêguman ,ti kar bê westandin û qurbanî sernakeve û nagihe armancên xwe .wek tê zanîn ev bêhtirî bîst sala ye,ku ev Mehrecan bi ked û xebata we tê lidarxistin .


Di nava wan salên bûrî de Mehrecan di gelek tengavî û astengan re derbas bû , lê endamên wê û bi taybetî  komîtên amadekar tûþî gelek alozî ,gef û êrîþên dijwar , ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên rijîma þofînî û xwîn mij ve hatin,û di encama wan êrîþ û gefan de hin helbestvan ketin zindanan û hinin dîtir rastî kar û kiryarên kirêt , tirsandin,lêpirsîn,dozdarkirin û tawnbarkirinê jî hatin .
Hûn tev agahdarin ku piþtî þoreþa gelê Sûriyê destpêkir,hêjî çend hebestvanên Kurd,Emerê Îsmaîl, Bavê Helbest, Ehmed Fettah ji ber kar û barên mehrecanê di zindanên rijîmê de bûn .
Bi rastî berdewamiya mehrecanê berhemê ked û kerê we ye . Hûn di rojên pir dijwar de pir di ber de westiya ne ta we gihandiye vê qûnaxa blind. Ji ber vê jî , ev karê we pîroz e û cihê spasiyê ye , hêjaye ku were perastin û piþtevanîkirin .
Em wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya, vî karê we pîroz dikin.
Gelî birêzan : Yekîtiya Nivîskaran hatiye damezrandin ji bo ku xizmeta çanda û zmanê Kurdî yê þêrîn dewlemend bike . Ji ber vê jî em xwe piþtvan û piþtgir ji vî karê we re dibînin, û em ê bihemî regan alîkar bin ji we re ta ku em bi hev re di paþerojê de vî  karî hilgirin û ber bi astên blindtir û qonaxin pêþdetir ve bidin.
Dawiyê , em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya, mehrecana Hijdemîn a helbesta Kurdî li xwe û li we pîroz dikin û hêviya serketin û pêþveçûnê ji we re dixwazin .
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya
25-10-2013
      







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3435