Rêportaceke taybet di derbarê damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd – li Sûriyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Qamiþlo- Toreya Newroz - (Welatê me): Demjimar 10 sibehê karûbarê Kongir dest pê kir, bi amadebûna Nûnerên Desteya Bilind û her du Encûmenên Kurdî û Rêxistinin siyasî, Çandeyî, Civakî, yên Kurd, Ereb û Fileh , Civaka Sivîl, Rêxistinên Jinê, Tevgerên Xortan û gelek dezgehên ragihandinê yên Kurdî.


Kongir bi kêlîkeke bêden li ser canê pakrewanan û Sirûda Newtewî(Ey Reqîb) dest pê kir. Di pey re gotina Komîta Amadekar ji aliyê nivîskar Luqman Yûsif hat xwendin. 
Di pey re gotinên mêvanan:
Birêz Mele Mihemed Xerzî
Fêsel Ne`so ji hêla Encûmena Kurdî li Sûriyê
Mihemed Ibrahîm, ji aliyê PYD
Gotina Hozên Aþîtan
Gotina birêz Beþîr Ishaq Alseedî, Rêxistina Asûrî ya Dîmuqrat. Gotina wî pir ji hêla xelkê ve hat hezkirin.

Piþtî ko Rûniþtina destpêkê bi dawî bû, mêvan û ragihandin çûn, endamên Kongir dest bi karûbarê xwe kirin. Komîteke Birêvebiriyê çêkirin: Ferman Bonciq (Serok) û Tewfîq Abdulmecîd, Mehmûd Xelîl, Abas Ismayîl û Anahîd Þêxe, endam.

Di pey re birêz Ferman Bonciq Rêbaza hundirîn xwend gelek xalên Rêbazê cihê pirsiyanê bûn ji aliyê derbirîna wateyan, ji ber wisa biryar dan ko komîtek ji Kongir bê destnîþankirin ji bo bi karûbarê Rêbaza Hundirîn û amadekirina wê rabe. 

Piþtî dengdanê ji bo hilbijartina Komîta Birêvebir ev kes biserketin:

Dilawerê zengî - bi piraniya dengan
Alî Cizîrî
Salihê Heydo
Wecîha Abdulrehman
Ahmed Bavê Alan
Mihemed Emîn Sedûn
Mariya Abas
Ekrem Tehlo
Heybet Mehmo
Tehsîn Hemê
Mihemed Ebdê
Mihemed Þêxo
Luqman Yûsif
Jînda Mihemed
Berzan Hisên

Hejmara kesên amadebûyî 144 endam, yê beþdarî dengdanê bûne 135, neh kesan red kirine dengdana xwe û deh pelên vala jî hebûn.

Roja din Komît civiya û ev kes ji bo berpirsiyariyan hilbijartin:

Heybet Mamo (Razgir)
Mihemed Emîn Sadûn (Berpirsê darayî)
Salih Heydo (Berpirsê Çandeyî û weþanê)
Mihemed Þêxo( Berpirsê ragihandinê)
Yûnis Hemê Hisên( Berpirsê Peywendiyên Hundirî)
Mihemed Ebdê(Berpirsê peywendiyên karûbarê derve)
Wecîha Abdulrehman (Emîndara Endametiyê)


 

 

 

 

 









































 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3428