Arjen Arī; Salek Wefadarī ū Pirtūka Wī a Nū (Ramūsan Min Vežartin li Geliyekī)
Dīrok: ĒįĪćķÓ 10 ĆߏęČŃ 2013
Mijar: Nūēe



Konê Rež

Arjen Arî; biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xwež tov di beyarên welatê me de režand.. Xwež berhem nivîsandin, xwež ziman ji talanên neyaran parastû salek derbas bû.. Û salek derbas bû, çavên me li hêviya hatina wî qerimîn û lê geriyan..! Ta ku em rastî (Ramûsana wî a li geliyekî vežartî), hatin.
Di van rojên dawiyê de çapa duyem ji dîwana helbestvanê me yê zindî Arjen Arî a bi navê (Ramûsan Min Vežartin li Geliyekî), ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de.


 Ev çapa nû li Londonê, ji rex wežanxaneya AZAD ve hatiye çap û belavkirin. Edîtora wežanxaneyê nivêskara Kurd Eslîxan Yildirim pêžgotinek bedew û bi nirx jêre daniya û her wiha kurtiyek ji jinenîgariya wî aniya ziman.

 

Arjen Arî; hevalê min bû.. Em hogirî hev bibûn.. Çend carekî em bi hev û din re beždarî festîvalên rewženbîrî li bakur û bažûrî welatê birîndar bibûn.. Em bi hev re çûn geliyê Laliž, me Laliža nûranî tewaf kir û em bi hev re bûn Hecî..
Me bi hev re sikak û kolanên Qamižlo û Amedê pîvan.. û em bi hev re çûn serdana gora Fayiq Bucaq û seydayê Cegerxwîn û me dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kir û got:

Min ji bo we gelek tižt
Min dîwan û hin nivižt
Gol ji avê bûye mižt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Ez jî di vê derbarê de nizanim çi bibêjim, hema ji van gotinên rehmetî Arjen Arî çetir nabînim, dema gazî quling û koçerê dike:
Qulingo!
Qulingê baskžikestî ye dilê min
Ji bin milê çepê birîn-xedar!
Evdalo, kê li me neda tivingê?
Ne ez têr geriyam, ne te têr ax xwar..

Koçerê!
Bi te re koçer bûma!
Bi te re têr bûma, birçî bûma
Girtî bûma, kužtî bûma...
Li van axan, koçerê lêêê
Bela ne penaber bûma!
Ez ji dil û can vê dîwana heval û hogirê xwe Arjen arî li xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikim û spasiyek gerim bo nivîskara Kurd Eslîxan Yildirim ku wê ev berhema biha xiste ber destê xwendevanan.. Û qet ne di wê baweriyê de me ku Arjen miriye.. Arjen bi berhem û gotinên xwe her dem bi me re dijî.. Arjen zindiye.. zindiye.. Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe žad bike û cihê wî bihižta rengîn be.

Konê Rež
Qamižlo, 10.10.2013







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3424