Û EZ HATIM VÊ CIHANÊ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe





Salih Bozan

Di þeveke pûk û bahoz de
Bavê min nêmika xwe berda
 hundirê diya min
Li hespa xwe ya boz siwar bû
û bêveger çû.


*
Digotin berî ku bi þoreþa Agirî            
 gihîje ji paþ ve hat kuþtin.
*
Diya min bi sanciyekê ket
Ji niþkave qiriya
Dengê xwe li piþta þevê siwar kir
Li pey hilma bavê min seranser rastkir
Û ez hatim vê cihanê.
*
Diya min navê bavê min li min kir
Û ta dawiya jiyana xwe li bakur
 dinihêrî û hêsir rêwî dikirin.
*
Kesek bi meziniya min hest ne bû
Li kêlekê bajarên mezin
 ez bi gemarê re jiyan bûm.
*
Min potînên ceneralan boyax kirin
Min avdasxane þuþtin
Û êvar êvar..
Her ku min serê xwe dida ser milê þevê
Kamûs li min der dibûn.
*
Bavê min di xewnê de li min derdiket
Li ser hespa xwe ya boz
 þûrê xwe bi jor de hildabû
Û ser min de diqîriya:
Law kurê min..
Bi þopa bavê xwe keve
Ê ku hilma çiyan bêvilê wî naþewitîne ew pînce.
*
Ez ji xew vediciniqîm
Tirs di min de sar dibû
Lê wax li min dayê..!
Zimanê min parçeyek dar bû
 dengê min mirî bû.
--------------- 
Ji d''''wana "SIRÛDA WELÊT".









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3396