Biryara min
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 10 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe





Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Ez nema terîþan
bi dara xwezeyan ve
dialînim
Nema ez kirasê mirada
li bejna xwe dikim


Ez li dora guristana
nema dizîvirim û
li ber serê weliyan rondikan
nema dibarînim
Nema ez pêxwas diçim
"Amûjgeha omêdan"
Tenê, ezê tirhikan
bi dara vên û xebatê ve
xurtir bikim û
kulîlkên erezoyê
di paxila razanê de
hiþyar bikim û
ji kaniya evîniyê
ezê çend bêjeyan
hilbijêrim û ezê bibêjim:
-Bijî ji girtiyên xebat û welatparêziyê re
-Bijî ji girtiyên Azadî û Aþtiyê re
-Herdem dijî cangoriyê xaka me
-Cawîdan e pakrewanê hebûna me
-Azad e xebatkarê civaka me
-Hevraz e melevanê parastina mayîna me  
ji ber kû ew bi nîzîkbûniya xwe û
dûrbûniya xwe di dilê me de dijî û
berdewam dike.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3392