NIVÎSKARÊ KU MIN Ê XELAT BIDAYÊ
Dîrok: ÇáÎãíÓ 05 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



  Husên Duzen

Berî bi kêliyekê ev nûçe ber bi çavê min ket: „Komeleya Nivîskarên Kurd (Amed) bo keda wî ya pîroz a li ser ziman û wêjeya Kurdî ´Xelata Rûmetê´ dide þairê gewre Ehmed Huseynî.“  Piṣtre jî tê destnîṣankirin ku wek sipasiyeke ji bo keda helbestvên î li Rojava ye jî ev xelat.



Kêliya min ev nûçe dixwend, min ji xwe pirsî  gelo biryara dana  xelateke wîsa bo Huseynî  rast e. Dengê dilê min got na. Piṣtî ku min dengê na bihîst, ez neçar mam ku ez nivîskarê ku min ê xelat bidayê bînim ber çavên xwe:
Nivîskarê ku min ê xelat bidayê,
- Parêzgerekî hizra azad e,
-  Xwedî helwesteke ku ne bi pereyan ne jî bi meqamên bilind tê kirîn e,
-  Nivîs ji bo wî ne alaveke siyasetê, lê belê pêdiviyeke dengê hundurê wî bi xwe ye; dengê ku ne ji qadên mitîngan ne jî ji salonên zanîngehan bilind dibe,
-  Ne tenê peyva wî, lê helwest û sekna wî jî mirovan û berî her kesî jî kurdan ber bi hev de tîne; wan ji hev bi dûr naxe,
-  Dema ku li welatê wî mafên mirovan bin pê dibin, diqîre,
-  Tu carî ew û dewletê, an jî desthilatdariyên mîna dewletê nayên cem hev; ew her dijberê desthilatdaran e, li nik mirovên ku tade li wan tê radiweste.
Wer xuya ye ku xala dawî ji bo Akademiya Swêdê ya ku her sal xelata Nobelê ya wêjeyê dide jî zaf girîng e. Bi dirêjahiya salan jê hat xwestin ku wê xelatê bide Yaṣar Kemal. Ji ber ku nivîskarê mezin Kemal, piṣtî junta leṣkerî ya 12 Îlonê 1980 gotibû va aramî hat welatê min û ji Swêdê vegeriyabû Turkiya junta, jurî xelat nedayê. Belê, dibe ku hûn bibêjin ev endamên juriya Xelata Nobelê çiqasî bi girik in, sal jî di ser  re derbas bûne hîn jî wê bûyerê ji bîr nakin. Ez bawer im ne ew bûyer bi xwe ye, lê hin nirxên bingehîn in ku di encama gelek azmûnên mirovahiyê de hatine bi dest xistin, yên ku nayên ji bîr kirin û dibin asteng li ber dana xelatên wisa bo niviskarên siloganên ji bo desthilatdaran.
Hûn rastiyê bixwazin, ger rojekê ji rojan ez di juriya Xelata Ehmedê Xanî de bim û navê Ehmed Huseynî ji bo wê xelatê bê pêṣniyarkirin, ezê ne tenê li xalên li jor yek bi yek mêze bikim bê li wî tên an na, lê belê ezê peyvên wî  yên berî bi çend salan li ser ekrana Roj-Tv jî bînim bîra xwe. Hîngê xelatgirê me li pêṣber dunyayê qîriya bû: ”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos!”
Hîngê bi gumaneke mezin min ê xelata  Ehmedê Xanî  neda xwediyê van peyvan. Ne  ji ber ku ez hizrên siyasî yên Abdullah Öcalan ne rast dibînim, lê belê ji bo helwesta tehrekî ji nivîskaran ku di van peyvan de derdikeve pêṣberî me.

Husên Duzen
 
04.09.20013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3388