Daxwiyaniya rewženbīrī
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 12 ķęįķę 2013
Mijar: Nūēe



Qado Žêrîn

Gelo kurd li rewženbîran guhdarî dikin? Ji rewža rojane diyar e ku guhdarî nakin. Gelo žêwirmendên serok û rêberên me hene? Di be ku ji ber wê ewqasî partiyên me têkdiçin û li dij hev derdikevin.
Eger tu ne bi me re bî, naxwe tu li dijî me yî! Belkî jî dijmin û xayînî.
Wexta žorež li dar be, beždar, pižtgir û rewženbîrên žorežê dibin mîna žanika mêža hunguv, her yek ji hêla xwe ve guman dike ku bê wî/wê hunguv çê nabe, hema hema karen ku mîna hev in dikin. Her wiha bîr û boçûnên rewženbîran mîna hev in, hemû di berjewendiya žorežê de ne, her rewženbîrek bi žêweyekî riya serkeftina žorežê diafirîne.


Çilo žorež bê vîn û îradeya gelan bi ser nakeve, her wiha bê ramana rewženbîriyane dê seqet û bawî be.

Wexta žorež destpêdike, rewženbîr texmîn dike ku ew ê ta dawiyê zindî nemîne û bi serkeftinan ža nebe, êdî rêbaz û daxwiyaniya žorežê di rojên pêžî de amade dike.

Žorež ji bo baž û nebažan, ji bo guhertinên mezin û xwežkirina jiyana gel radibe. Di žorežê de beždar û rewženbîr dikarin bên kužtin, lê gel dimîne. Gel jî tu caran bê rewženbîr namînin daku wî birêve bibin.
Ew ne rewženbîr e ew ê li derveyî žorežê bijî, û ji bo azadiya xwe bêdeng bimîne, her wiha ramana wî divê azad û bêlayane be.
Rewženbîr žorežê tapo dike, nav tê dide, deng û pênûsa žorežê ye, belkî jî giyanê wê ye.
Li dawî, bi serkeftina žorežê re, çilo žorežger diçe nav zarokên xwe û jiyana xwe ya rojane dijî. Rewženbîr jî pižtî her tižtî radestî rêberên gel dike, dibe ku ew rêber siyasetmedarên gel bin, pênûsekê hiltîne yekê datîne û tenê naveroka nivîsên wî tên guhertin.
Li Sûriyeyê bi gižtî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî žorežek rabû û hîn jî berdewam e, rewža kurdan gelekî aloz û bipirsgirêke, çimkî partî nikarin li hev bikin. Rewženbîrên partiyan jî bêtir ji afirandina çareseriyan pesnê partiya xwe didin, her wiha li rewženbîrên serbixwe û bêlayane nayê guhdarî kirin. Êdî bi dîtina me çareserî ev e:
01-Yekkirina helwest û gotara siyasî.
02-Pirsgirêka Rojava li Rojava çareser dibe.
03-Pêwiste Pyd têkçûna xwe di birêvebirina herêma kurdî de ragihîne, pižtî gelek bûyer û žažiyan.
04-Ji bo aramiya herêmê, divê pyd ji gelê kurd lêborînê bixwaze, li ser hemû komkujî, žažî û kiryarên ku Pyd û Ypg û asayižên wê pê rabûne. Lêborîn hêz e, û dê aramiyê bîne herêmê.
05-Li darxistina kongireyek gižtî ji hemû aliyên siyasî, civakî, rewženbîrî.
06-kongir dikare mîna parleman be yan jî bibe parleman, endamên kongir jî dikarin bibin endamên parleman. Nav jî dibe Parlemanê Rojavayê Kurdistanê, taku rêjîm birûxe û hilbijartinên demuqrat çê bibin.
07-Kongir dikare komîtek birêvebir(istiratîcî) damezirîne, ew komît dikare komîta danîna pêžniyar, piroje û siyasetan be.
08-Komîta Istratîcî dikare birêvebirina herêmê bike
09-Komîtên birêvebir bên damezirandin, wek komîta karê derve, dadgeh, komîta ležkerî, civakî, samanî, çandî…
10-Damezirandina artêžek gižtî bêlayane, her wisa damezirandina asayižan. Komîta istiratîcî dikare bangî gel bike û žanikên taybet dikarin bi kar û barên rêxistinî rabin.
11-Pižtî kongir û damezirandina komîtan, nabe partî nûnertiya berjewendiyên gižtî yên gelê kurd bikin.
12-Kar û xebat tê kirin ji bo peydakirina etmosfera pižtî rûxandina rêjîmê.
Bi texmîna me, eger hat û wisa bû, wê gelê kurd li rojava bibe yek û dê tenê dijîtiya rêjîma dictator bike, taku birûxe. Her wiha hêz û bidestxistina mafan di yekîtiya me deye û em hemû di ber de berpirsyar in, bi taybetî partiyên siyasî.
www.qadoserin.com
30.06.2013







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3358