Navek ronîdayî ji dîroka wêjeya Kurdî «Eliyê Herîrî»
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



   Mihemed Þêxo

Ji pirtûkên ku ketin destê me de , pirtûka Antolojiya helbestvanên kurd e , ewjî , pirtûkek mezine pirtir ji çarsed û pênçî rûpelî ye , xwedanê wê xwestibû li ser helbestvanên kilasîk û yên di pey wan re hatibûn çend agahiyan û hinek ji helbestên wan bêne ber çavan.
Ew li ser çil û çar helbestvanî axifye û dema li ser Eliyê Herîrî axifye dibêje ku wî ti helbesvan berî wî nedîne !!!!  û ew helbestvanê yekemîne.


Jidayîkbûna wî :
Di pirtûka Tarîx Elkurd we Kurdistan de hatiye ku Herîrî dinavbera salên   ( 1400 -1470 k  ) ( 1010 – 1077 z ) an de jiyaye.
Ev agahî , weke mamoste Ela;dîn Elsicadî dibêje wî ji pirtûka Elqediye Elkurdiye biriye .Têde danerê wê dibêje ku Herîrî di navbera  salên ( 1010 – 1077 )jiya bû .Lê ji helbestên Camî ( helbestvanekî Iraniye ) Sicadî dighêje encamekê ku Herîrî berî salên ( 1455 – 1495 )an z tunnebû , ji ber camî li ser Herîrî di van herdû malikan de axifiye :
 ( bide me riwê bidîde a ji herîrî )
( nîme merdî bidî de em ji Herîrî )
Di lêgerînek kûr û dirêj de , xwedanê Eldîwan Elkurdî  ku herîriyê van herdû malikan , ne Herîriyê Helbestvan e . ji ber jidayîkbûna herîrî piþtî piþtî Camîye bi pêncî salî , û mebesta van malikan Abû Elqasim       Elherîrî ye , xwedanê Meqamat Elherîrî yên bi zimanê Erebî hatibûn nivîsandin û ev Herîrî jî , binav û deng bû .
Mamoste Sadiq Behaddîn di nivîseke xwe de dibêje ku ( Eliyê Herîrî sala 1009 K sax bû ) . Û wî navên Mem û Zînê , di helbestên xwe de çêlkirine :
Mem û Zîn herdû yek nay siya zilfê kirim tala .
Vêce , dibê mirov ji nêrîna Behadîn bighêje biryarek giring ku Herîrî piþtî sala (854 )K jiya bû .Ango ,piþtî mirina Mem û Zînê , dîroka ku li ser tirba nivîsandî . Û weke ku vekoler Ebidilrqîb Yûsiv çêl dike Herîrî ji melayê cizîrî û Feqê Teran mezitire ( ji ber kurê Herîrî Ehmed di sala 1o48 an k de çûye ber dilovaniya xwedê , û Feqe û Cizîrî di sala 1031 ê K hebûn . vêce , mirov dikare bibêje ku kurê Herîrî di temenê Feqe û Cizîrî de bû) .
Dîroknivîsê Kurd Þeref-xanê Bedlîsî pirtûka xwe Þerefname di sala 1005 ê k de nivîsî bû , û dema ew li ser zanîn û wêjeyê di dema Mîr Bedir ( mire Botanê axivye , wî nave Seyd Elî Çêlkiriye , dibe mebesta wî jê helbestvan Eliyê Herîrî be ( têgihiþtin û zanîn di dema vî Mîrê mezin de bi pêþketiye û gelekan berê xwe dane Cizîra Botan û bicî bûne , wekî Mewlana Abû Bekir û Mewlana Seyd Elî ) .
Wiha , ku ev Seyd Elî ne Eliyê herîrî be ,yê helbestvan , ew zimanzan û bexþannivîsê yekemîn e , ew Eliyê Teremaxî ye , xwedanê pirtûka Tesrîfa Kurmancî ye , çimkî vekoler Marûf Xiznedar bi nêrînek rastgo sala nivîsîna vê pirtûkê teqezkiriye , sala 1000 K – 1591 ê Z .
Prof . Qenatê Kurdo agahiyên xwe ji pirtûka Eliksander Jaba Recuil de Notices Et Recits Kurdes biriye .Jaba jidayîkbûna herîrî 400 k – 1559 Z , ji ber vê jî ,dibê paldana xwedanê Antolojiya Helbestvanên Kurd li ser vî jêderî be ,dema dibêje jidayîkbûna Herîrî sala 1009 ye , bêyî bide nasîn bê ka evsal koçîye yan zayîniye!!!
Helbestên Eliyê Herîrî :
Rewþa herîrî jî , mina a Xanî û Siyapoþ e ,  helbestên wî jî , belawela ne!!! ti dîwanên taybet jê re nînin , ev yek ne li gor bilindiya ciyê hersêkaye . Ji bo vê yekê em bandikin her hezkerekî  gellê me ku her yek ji aliyê xwe ve hevkariyê di vî alî de bike .
Xwedanê Eldîwan Elkurdî du helbest ji Herîrî re belavkirine , a pêþî bi vê malikê destpê dike :
Dîsan ji nû iþqa berê   pir anderûnim ateþe
Dawiya wê jî , ev malike  :
Wan got : Eliyo la texef   mi bi mirdin qewî xweþe.
A didiwan bi vê malikê destpê dike :  
Dilê mehzûn kefaret bin  key em þeb taze mihanyitin
Malika dawî jî , ev e :
Qetara gewheran vêre  ji nîv kana be dexþan têt .
Wî parçekî dî jî , belav kiriye lê netewawkirî ye :  
Felqena bibin………
Herçar kenar seyran bikin   hindî li bin deyran bikin
Milkî Ecem talan bikin  edpaþ hukmî xwedîkar…….
Helbesta hêja  ya ev destpêka wê ye :  
Perîzada tu wa hatî  li ser çavên di min þala
Melew zanî tu wa hatî  ji dengê tewq û xirxala
Gelek guftûgo di nav vekoleran de çêkiriye !!! Kamîran Alî Bedir-xan û lûsî pol Margirêt ew ji helbestên Eliyê Teremaxî dîtine . lê mamoste Reþîd Findî vajî wan derketiye , û dibêje ev helbest ya Herîrî ye , ji ber  du sedeman , ê pêþî bi þaþiyên dîroknasan ve girêdayî ye ( dema heyîna Herîrî ) . yê didiwan bi Perîzada ve girêdayî ye , ku ew jî , Perîxan e , û ev yek  wek gerdîþeke helbestvana ye , ji hezkirinê nave hezkeran diguhertin.
Helbesta çaran destpêka wê ev e :
Ger hun bibînin nalê eþq  tenê li bom zarî dikin
Dawiya wê jî ev e :
Ger wesfê yare ez bibêm   hun terkî huþyarî dikin.
Ev helbest Albêrt sosin di sala 1887 an de , di pirtûka xwe de  (Kurdische samlingen) de belavkiriye
Rojhilata nemir Rodîngo di pirtûkxana ( Saltikov – sedrinda ) gelek nivîsarê binirx dîtine , ji wan ev helbesta Herîrî ye:
xelqno werin bibînin  çi husneke bi kemale
dawiya wêjî ev e :
çend bibêje Elî sadiq  ji esrar û deqayiq
ji wan wesfê di layiq  ji hisna  ya delale .
mamoste Sadiq Behaddîn di pirtûka Hozanêt Kurd de  , helbestek ji Herîrî re belavkiriye . Wiha destpê dike  :
dîdara te ez zîn kem  heta kengî ruh te teng kem
dawiya wê jî ev e :
da bikin zikir Cebbarî   belkî lima xoþ bêt sala .
li gor xwedanê Eldîwan Elkurdî  , Dr . Izzedîn Mistefa Resûl sala 1970 gotarek di kovara ( Elkutub Elkurdiye ) de nivîsiye , û ew ketiye sê þaþiyan tevlû ku wî navên ku Herîrî çêlkirine tomarkirine  ( Elqediye Elkurdiye – Tarîx Elkurd we Kurdistan – Meþahîr Elkurd we Kurdistan – Tarîx Eledeb Elkurdî ) . Ew þaþî jî ev in :
yek  : ew dibêje ku Herîrî ev helbest nivîsîye:
ey av û av ey av û av   lazim te mehbûbek hebî .
Û herkes dizane ku ev helbest ya Feqê Teyra ye!!!!! Dema li ber çemê Fenek û Meksê bû , bi avê re dipeyîvî .
Dido : ew dibêje ku helbesta destpêka wê
Xelqno werin bibên  çi husneke kemale
Û dawiya wê :
Wê çend bibêjî Sadiq  ji esrarû deqayiq
Ya Herîrî ye  , lê ev jî ne raste , ji ber navê Sadiq li dawiya wê xweya ye !!!
Sisê : ew dibêje ku destana ( Hespê Reþ ) ya Herîrî ye !!!
Û ev jî ne raste , çimkî ev destan ya Feqê Teyra ye , weke ku M. E zekî , A . Jaba û sostîn berî me ev yek gotibûn  .
Herweha , Resûl li nav herênayê hiþtiye , û li vir jî , em dikarin du parçên helbestî , yên mezintirîn helbesvanên Kurd bênin , û teqez bikin , ku ne tenê Herîrî heye , lê belê ew heye û yekî mezine jî .
Guh bidin vê kîta mirê helbesta Kurdî Ehmedê Xanî :
Min dê ilm û kelamê mewzûn
Alî bikira li banê Gerdûn
Bînave riha melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek wê bigha Feqihê Teyran
Hetta bi ebed bimaye heyran .
Nave Herîrî wek mezinekî binirx di helbestek Mîrê tariyê de Siyapoþ de hatiye
Ta li mirnê min vebîrê
Sînekir armanc li tirê
Mekkî û Eliyê Herîrî
Bên li dengê mn feqîrî
Þev li min kabûsî bû.
Vêce , ku em dîse li Antolojiya Helbesvanên Kurd vegerin , û em bixwazin gotinên wî serrast bikin , em dikarin bibêjin ku Herîrî yekemîn helbestvanê kurd e , yê ku helbest bi zaravê Kurmancî nivîsîye, û ew berî Melyê Cizîrî , Feqê Teyran û xanî ye .
Belec þêrgo dibêje ku tirba Herîrî li Herîre , lê ev yek jî ne raste , ji ber vekoler Ebdilreqîb Yþsiv li Herîr geriyaye , tikes tirba wî nasnake !!!1
Em jî wilo dibêjin , ji ber Herîrî tim xwe koçber didît û ji ber ew di dawiya temenê xwe de, li gundê Essal nêzî þamê bi cî bûbû .
Vêce endure ku ew li welatê biyniyê cube ber dilovaniya xwedê .Ma ku em bibêjin ku ew di sedsaliya þazdehan jiyabû , û em bi hêvîne ku di rojên bê de wê gelek razên winda , çi li ser wî û çi li ser wêjeya me yî Kurdî , bi awayekî giþtî wê ête dîtn û ronîkirin.
Jêder :
1- Tarîx Elkurd we Kurdistan – M.E Zekî – R335
2- Elqediye Elkurdiye –Belec Þlrgo R31
3- Eldîwan Elkurdî  - Ebdilreqîb Yûsiv – R9
4- Muxtarat Ferîde we Metbwat Nadîre – m. xiznedar R48
5- Elî Teremaxî – Reþîd Findî – R12
6- Tarîxa Eledebyeta Kurdî – Qenatê Kordo –R57
-7- Antolojiya Helbesvanên Kurd – A . Balî – R139







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3338