erê ne biramak bû lê ji bira þêrêntir bû.. Bavê Comerd hevlê rêka dûr
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



Mihemed Qasim ( bavê Þiyar)
 
Roj yek þem, demjimêr heþt kêm çarîkek, dîrok 9-6-2013 dan de li ser zengilê telîfonê ez rabûm, min ji xwere got vê sibehê xêr be?! Ji min re hate gotin dost birakê te wefat kir bira serê we sax be, min ji xwere got ev xewne...?! ez hîn dixewde me ?! min  nexwest bawer bikim lê mixabin  jiyan wisaye, em tev liser vê riyê ne .


lê ev nûça wefatê me bidilekî þewat û xemgîn hilgirt Bavê Comerd dost û birakî xweþewîst bû  weke tê gotin erê ne biramak bû lê ji bira þêrêntir bû em  ji  salan  bihevre bûn  çi  ji aliyê kar ve û çi têkliyên  rêzanî  rêxistinî  û bi taybet  lidarxistina þevbuhêrkan.
roj  bi roj bihevre û me xemxwariya van þevan  dixwar û emê kê ji rewþenbîr  û  nvîskaran  vexwendeyî  vê þevê bikin û emê li ku li dar xin lê bêhtirî van þevbuhêrkan li ser banê nemir bavê comerd bûn û ji gotinên wî  yên  tim digot ev ban yê þevbuhêrkên  kurdî ne ev banê kurday e deriyê mala wî vekirî  bû ji hemû rêxstinan re û pêþwaziya  wan mêvnan  dihate kirin bi geþbûnek dilgerm û dev liken pêþwaziya wan dihate kirin em tev dizanin bavê comerd hevlkî  berpirsiyar bû di partiya xwe de lê ewî  xwe didît hevalê hemû partiyên kurdî ye ji ber vê yekê kî  ji me didît digot ez diçim ciyekî  ka çend belavokan bide min ez bixwere bibim û blav bikim .
bavê comerd mirovekî dil soz û welatparêz bû  nêzî  neh salan me bihevre  ev þevbuhêrk heyv  bi  heyv li dar dixstin þevbuhêrkên bi taybet  bi  zimanê bav û kalan  bû  bi zimanê zikmakî bû ji alî çand û hunera  kurdî bû ji helbest  çîrok roman filklor  saz û wergerandin....
çûna rêzdar Ebas Osman  xesaretek  bû  ji  þevbuhêrkên kurdî  re  û partiya wî û tevgera kurdî  bi gelemperî
 Bavê comerd dostê hêja birayê xweþewîst hevlê rêka dûr :ka ew soz û peymana me bihevre da te go em dev ji hev naqerin çima te ew peyman ne parast û tu koçber  bû  bê ku tu me agehdar  bi ke yan  tu xatir ji me bixwaze.
Lo hevalo bi vê koçberiyê te em xemgîn kirin
Sed rehme li gora te be Bavê Comerd xwdayê dilovan bi rehma xwe te  þad bike û cihê te buhiþta rengîn be.
b.siyar@hotmail.com


 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3332