Divê em rêzê ji zimanê xwe re bigrin
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



lazgîn dêrûnî

Parçebûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de, û her dewletek ji wan kû zimanê wê cudaye ji ya din (Erebî ,Turkî,Farisî)bandoreke mezin li zimanê kurdî kiribû  ji ber kû  xwendin û nivîsandin bi zimanê kurdî qedexebû , kesê kurd ne bi xweþya xwe fêrî zimanê dewleta kû ew kontirol dikir û pê xwendina xwe dikir ,ji vê yekê zimanê kurdî li cem wî lawaz dibû û di hat ji bîrkirin.


Îro em dibînin kû derfeteke dîrokî ji bo kurda hatiye kû karibin wê qizinc bikin û têde li zimanê xwe xwedî derkevin ,dibistan û peymangehan vekin , sazî û navendan ava bikin, ji bo jînkirina zimanê kurdî da zarok û keç û xortên kurda fêrî zimanê xwe bibin û karibin têde dîrok û tore û çand û hinera xwe , bi zimanê dayîkê bi xwînin ji bo avakirina kesayetiya kurdî.
Bi rastî îro em tev di bînin kar û xebatek ji bo zimanê kurdî dibê ,li seranserî welêt, xulên fêrkirina zimanê kurdî tên li darxistin, ew cihê þanazî û pîrozkirin û dest xweþiyê ne ,lê ev tenê nebese ,û heta kû  fêrkirina ziman newê behelgirtin ji bo berjewendiyên teybet û bi þêweyekî rast û dirist werê sazkirin û wanedan ,pêwiste em li ser hinek xalên giring rawestin :
1-desteyeke bilind û serbixwe ji bo zimanê kurdî werê sazkirin ji kesên ku þiyanên ziman li ba wan hebin ji aliyên rêziman û wergerandin û ferhengê ve , ji hemî deverên welêt ,ji Dêrikê hetta Efrînê , ji bo lêkolîn û serastkirina ziman kurdî.
2-ew desteya bilind bibê lêvegera yekemîn û yasa ji bo pirsgirêka ziman û ew tenê karibê belgenama bidê mamostayê zimanê kurdî û derçûna wan ,da rê werê girtin li ber wan kesê ne xwedî Bawername ne û  ne bi serketîne di ziman de lê xwe kirine mamosta û bawernama didin  
3-serxwebûna ziman û parastina cudabûna wî ji konevaniyê û partîtiyê.
4-navendeke serbixwe werê avakirin ji bo ziman û tore û çanda kurdî û ji bo hemî kurdan bê.
5-ji ber kû zimanê kurdî zimanekî zengîn û dewlemende û ew nasname û sitûna herî giringe û bingiha netewiya kurde ,divê em rêzê jêre bigrin , û bi teybetî malper û kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî derdikevin , kû baþ li ser weþanên xwe rawestin berî belavkirinê , û yên kû bibînin lawazin di aliyên nivîskî û  rastnivîsînê de,ew  newin belavkirin.
5/6/2013
 evinwelat240@gmail.com   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3325