Li Girkê legê semînarek li ser maþûqê xiznewî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 02 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



Girkê legê / welatê me - þemî /1/6/2013 : bi helkefta bûrîna 8 salan li ser pakrewaniya kesayetê ayînê yê kurd ê navdar þêx maþûqê xiznewî û li hola barzaniyê nemir ya bi ser partiya yekîtî ya kurd li sûriyê simînarek bo vejandina wê boneyê  ji layê birêz heval bavê ebdo ve hat pêþkêþkirin ; û li despêkê fîlmekî dokomênterî li ser kurte jiyana þêx maþûq hat nimayîþkirin ; paþê bavê ebdo bi berferehî li ser jiyan û xebata  þêx ya ramyarî ,siyasî , û civakî axivî , her wiha egerên terorkirina wî jî diyarkirin


Bi rêz heval þêwezarê þêx maþûq yê nûjen di warê ayîna îslamê de û pejrandina wî ji islama kurdî re wek nimûneyekî gunca û serkeftî  berçav kir  ; her wiha  helwêsta wî bi pêwîstiya cudakirinê di navbera ayîn û dewletê de jî  numa kir ; û diyar bû ku pakrewanê kurd xiznewî karîgeriyekî xwe yî berçav di nav kurdan de û bi taybet li rojavayê kurdistanê hebû , û têkiliyên þêx bi balyozxane û kesayetên siyasî û piledar  li sûriyê û ji der ve yî wê gelek çav lê vekirin ; û nêzîkbûna wî ji  þeqama kurdî  û opizisyona sûrî re yek ji  sedemên sereke bû ji terorkirina wî re  ; di heman pêvajoyê de birêz heval nêzîkbûn û têkiliyên xwert yên þex maþûq ji partiya yekîtî ya kurd li sûriyê re diyarkir ,    





















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3323