Gelo kurd ēi dixwazin?
Dīrok: ĒįĆĖäķä 27 ćĒķę 2013
Mijar: Nūēe



Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Xwendinek li pêvajoya žoreža Sûrî û helwesta kudî:
Dema ku xort daketin kolanê bajar û bajarokê kurdî û bi yek dengî gotin em parçekin ji žoreža Sûrî. Me wek hevrêza Sewa di wê demê de tevgera kurdî û nexasim ew partiyên ku av bi wan gerim dibû dîtin û me xwest ku em helwesta tevgerê nasbikin û ji mere bi gotinek zelal û zimanek dirêj gotin em na pejirîni n ku em parçek ji žoreža Sûrîbin û gerek em wek kurd di navbera opozisyonê û rêjîme de bi sekinin û em ne bin wek rexek ne ji rêjîmê û ne jî ji žorežê.


Bêguman piraniya miletê kurd hîn ji bîr nekiriye çawe tevgerameya dîrokî helwesatên çep û rast davêtin û li her kolanekî û li binê her konekî helwestek didan.
Em dikarin bi navbikin: peyedê ji mere digotin emê bi reng û dengê xwe dakevin kolana û em ne dijî rêjîma Sûrîne û ji me nayê xwestin ku em rûxandina rêjîmê bi xwazin ev gotin bihtirî carekî û li ser zimanê bihtir ji nûnerekî ji nûnerê peyedê di hate gotin û mamoste Îsa Hiso ev gotin di mala xwe de jî ji mere got.
 Bijîjk Hekîm Bežar bi dihê nedwa li gund û baraja çêkirin û bi zimanekî dirêj di got: çênabê kurd tevlî žoreža Sûrî bibin yan xwe bibînin parçek ji žorežê û dawî ji mejî xwest ku em wek hevrêz bikaribin hijmara kesê derdikevin xwepêžendana berepaž vegerînin û bi gotinek zelal j mere got: ez ji we di xwazim ku hûn rûxandina rêjîmê ne xwazin ji ber ku em wek kurd ji me nayê xwestin ku em tevlî žoreža Sûrî bibin û bila em jixwere li wan binêrin.
Ji xwe mamoste Fûad Elîko serê sibiha helwestek dida û dawiya ževê helwestek cuda ji ya serê sibihê dida û mamosta Nesredîn Birahîm hižkere di got ku ji min werê ez nahêlim kurdek dakevê kolana û xwepêžendan bike û bi dilekî žewat di got xwezî ji min bihata ku min nehižta yek derkevê celda.
Tew ji xwe hevalê yekîtî(Elwehdê) û hevalê mamoste Hemîd tunema bû ku li pêžiya xorta biseknin û ji wan re bêjin em bi qurbana webin hûn dernekevin kolana û ta ku carekî min ji hevalekî wan re di nav henekan re got (qurban dema ku hûn derkevin xwepêžendanê li dijî xorta ez hêvîdikim ku tu wek kes ne di rêza pêžîdebê ji ber wê xort li we bixin û em hevalê hevin)û ......
Û ev partiyên dî ew jixwere li ciyekî di geran û cîrok tev ji wan re ne girinbû û ne kesî bi elban wan dipîva û ne jî kesî tu hêvî ji wan dikirn yan helwest ji wan di xwestin. Û partiya Azadî ew bi têviyên xwe daketibûn û ez bawerim hayê wan ji kêžeya kurdî nebû...
Kêm zêde helwesta tevgera me wisa bû û di hejiya ne dizanî ka wê çibikin û wê li ku bi sekinin wek mižkê derman xwarî li wan hatibû û diyare ku hîn ji wê ser gêjekiya xwe hižyarnebûne û hîn jî di wê hejêdene wek yê serxwež dema ku bi rêve di çê di tewtihe ji vî rexê celdê diçê rexêdiyê celdê û  nizanê çi li pêžiya wê heye û carcara xwe bi dîwaran digre lê stiriyê wan dîwara di giyanê wê re di çe û bêguman ew giyanê ku stiriyê dîwarê sê rêz têre diçe û xwerheka dijwar û cudatiyê têxe nav wî giyanê ku berê ji hevketiye..
Mixabin pižtî ku žoreža Sûrî derbasî sala xweya sêyemîn bûye hîn tevgera kurdî ne kariye ku helwestekî bi yek dengî û bi yek rengî bistîne û tar û marbûye û her çendek helwestekî didin. Ji lewra jî meclis dibêjê emê herin kongira Cinêv dido amadebibin û hinê dî  berê xwe didin Istenbolê û li civatê opozisyonê amadedibin û beriya nihajî li cend kongirê opozisyonê çi li Misrê û li Istenbolê amadedibûn û di nîvê kongirde di vekižan. Û beriya niha hina ji wan digotin yê ku herin Istenbolê bêguman ew kesin girêdayî ne bi Tirkan re ne û îro em dibînin piraniya wan li Istenbolê dimînin û dibê ku malê xwejî bibin ji xwere li wir bimînin....?
Lê tižta ku ciyê seknêye ew partiyên ku bi žev û roj digotin çênabê em xwe bikin parçek ji žorežê û žerê hevrêza dikirin li ser vêgotinê û vê helwestê dema ku hevrêza di got em parçekin ji žorežêne û îro li ser mediya û bi zemanekî dirêj û bê žerim dibêjin em ji rojên pêžîde parçek ji žoreža Sûrîne û hin ji wan jî dibêjin em di xwazin hêzekî ležkerî çêkin û žerê vê rêjîma diktator bikin.
Em tev dizanin ku peyedê hêzek çêkir bê ku ez bêjim ez pêreme yan ez dijim lê li ser erdê hertiž avakiriye lê gelo ev partiyê meyê dî çidikin? Yan wê çi bikin xuyaye ku tevgera me bosla xwe winda kiriye?!
Ez nizanim va serok û rêbera ew helwest û galgalên xwe ji bîrkirine yan ji wa weye ku miletê me ev helwest û gotinê wan ji bîrkirine... Mixabin kes nema dizanê ka tevgera kurdî çi di xwazê û berê wê li kuye yan wê bi kude herê. Lê diyare ku tevgera meya kevnar hayê wê ji žêla milet nîne yan naxwazê bîne ber çavê xwe...    






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3318