Rûpelek ronîdayî ji dîroka wêjeya Kurdî .. Siyahpûş (wek nimûne) di simînarekê de
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 ãÇíæ 2013
Mijar: Nûçe



Qamişlo-welatê me / roja îna çiwî 3.5.2013 di simînarekê de li navenda Silêman Adê ya rewşenbîrî, Helbestvan û nivîskar Mihemed Şêxo babetek li ser helbestvanê kurd siyahpûş di bin navnîşana (Rûpelek ronîdayî ji dîroka wêjeya Kurdî .. Siyahpûş  (wek nimûne)) pêşkêşkir. Simînar ya kû bi xuleyek bêdeng destpêkir, birek ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîr lê amedebûn. Em gelkî li ser naveroka lêkolînê nasekinin ji ber kû deqê babetê bi tevayî di binê raportê de tê weşandin.


Piştî kû m.şêxo babete xwe ya li ser siyapûş xwend, derfet ji pirs û gengeşê re vebû, û çend ji amedbuwan peşdarî têde kir ji wan e (konê Reş, Kasî, Remezan, Enwer, û Ferhan Hesen.. )


deqê babetê:

Rûpelek ronîdayî ji dîroka wêjeya Kurdî .. Siyahpûş  (wek nimûne)   
 
Mihemed Şêxo

Ew yekemîn helbestvan e , ku ji navçeya Farqînê (silîvan) ku nav û deng pê ketiye û gelkî  hatiye naskirin .
Carna bi navê siyapoş û ,  carna bi navê siyahpûş , wî navê xwe nivîsandiye .

wateya siyahpûş çiya ?
siyahpûş bi zimanê Farisî tê bi wateya kesê bi reşiyê pêçayî , yan reşgirêdayî . ango kesê ku çilo cil û  bergê reş li xwe kiriye .yan jî serreş , porreş .
Mîr Celadet Bedirxan dibêje :(dibêjin leqeba siyahpûş pê re bûye ji ber ko hewranikî reş bi xwe ve di kir , li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû , û ew di nav hesp û kolosê spî de reş dikir ).

Siyahpûş ki ye ?
Ew kurdekî sorî ye , bi tena xwe çûye bakurê welêt û li gundê Kurbeytê , devera Narik , bakurî navçeya Farqînê bi cî bûye .ew bê jin jiya ye û ,  gelekî feqîr û ,  perîşan bûye û ,  di dawiya jiyana xwe de ji birçîna
 miriye !!!!!
Siyahpûş gelekî li gund , bajar , şar, û li cem mîran gerîya ye .....ew çû ye Hekarya , Bexdê ,  û Tehranê . Bi zimanê Tirkî , Erebî , Farisî ,û Kurdî          ( Kurmancî  û sorî ) dizane .
li gundê Kurbeytê melatî kiriye ,  li gor ramana wî ew berî 137 salî berî sala 1868 hatiye Farqînê . Ango ,  di sala 1731 ê de temenê wî nêzî 25 sala bû ,  dema hatiye Kurbeytê , ev yek gelekî nêzî rastiyê ye çimkî Tûmas biwa dibêje siyapoş hevçerxî simayîlê Bayezîdî ye (1654 -1709) . herwekî em dizanin ku simayîl şagirtê Xanî ye (1650 _1707) .
dibêjin gelek mêvanên wî dihatin û ,  bûyerek xweş pê re çêdibe , lê ji  alîkî din ve ,  wî xemgîn û pest dike, ev bûyer ku xelkin din devliken
 dike !! dibêjin çend mêvanên wî ji devera Narik (xelkên vê deverê bi diziyê tên naskirin )  hatine mêvandrî wî , û li cem wî xew kirine , û berî ku ew şiyar bibe , hersê mirîşkên wî bi xwe re dibin  , ku ew jiyana wî ne , dema ku ew şiyar dibe dibîne ku mirîşkên wî hatine dizîn , pir dilsar û xemgîn bû ye  , û bi ser wan ev hersê malik barandine :
Ehlê Narik ehlê narin
Bi dev dostin , bi dil neyarin
Sê mirîşkên Siyhboş hebûn ew jî xwarin !!!!!

Helbestên wî :
           wî gelek helbestên hêja nivîsîn e , ew di nav xelkên Silîva de bi nav û deng e .
torevanê hêja Rojen Bernas dibêje : ev xezela Siyahpoş li tu derê ne hatiye weşandin , ji kurdperwerê hêja Şêx Misbahê Şêx Cafer hatiye bidestxistin . gelek şêx û melayên Silîva , ku ji Edeba kilasîka Kurdî hez dikin, vê xezelê ji ber dizanin . giştî jî , li serê hemfikir in ku ev xezel a siyapoş e .
    Ey felek dîsa te kul kir derd û êşanê di min
Mislê bilbil meylê gul kir jan û efxanê di min
Enber û bihna bihûrê, meş’ela Sîna û Tûrê
Menbe’a ava Tehûrê tê ji zozanê di min
Ev ‘eqîq û dur û gewher, încî yû almast û cewher
Lale û yaqûtên ehmer tên ji seylanê di min
Zemzem û ava heyatê, şem’ û wechên leblebatê
Ey dilo carek nehatî xewn û xeyalê di min
Ev ku sehra kesk û alî, çîçek û reyhan û xalî
Ey dilo ka bin mecalê geşt û seyranê di min .
Lê  ji ber nîrên ku ew tê de dijî , pir tund û dijwrbûn , Kurd parçe ne dijminên wan , ew jev didizîn , û her tim şerê wan di xaka gelê wî de ye , ew bê hêvî dibe , û berê xwe dide jor , dengekî jê re dişîne , lê hingî ew bihn teng bû  , ji gelek şêx û mela we ye ku ew  Eteîst ( atheist ) bû ye , weke ku şêx Misbah wilo gotiye  : ew li vir ew eteîst bûye , çawa ku di van malikên  jêr de diyare :

            “Min qebûle xemr û saqî dêr û zenar û sanem
             Min nebit secade û ewrad digel sendaneyê.
             Ger hebîba min cehenem dafî bit tû dane bî
             Sed qesem dê biçime nêvda ez bi qesta daneyê.
            Muhbetê kûştî Sîyapoş sûbhetê Sefûlmûlûk
            Lew liser me ferz û eyane secdeya pûtxaneyê.”

Bûyerek  nexweş û , dijwar ekameke tund , lê dike , wî neçar dihêhe , ku demek dirêj mişext û , derbider bibe , da kulên xwe jibîr bike .

Ev bûyer çiye ?
Dibêjin ku dostaniyek wîyî xurt bi Ferhoyê Izêr Axa re ( serokê eşîra Silîvan ) çêbûbû , herwekî , tê zanîn ku Ferho Axa kesekî comerd û welatparêz  bû , nav û dingê wî hebû , xwedî  qesr û qonax jî bû ( qesra wî li kevanê Kêrê , yan Qêrê ser pozê Kanîgulanê , navê gundê wî jî Hilêliyê bû )  ,  di nîvê sedsaliya hivdehan de ew hebû , lê bextê  wî reş bû !!!
Vehesîn nediket jiyna wî de û tim şer bi Osmaniyan re dikir û , di şerekî de ew dibe qurbanê miletê xwe .

Çima Osmaniyan şerê Ferho Axa dikir  ?
Wî  êl û eşîrên ji deşta Bismilê ta nêzî Sasûnê hemû kiribûn yek , ji ber vê yekê , bi alîkariya hin eşîrin din , û bi xap û pîlanan ew girtin û , hate qefaltin .
Dibêjin carekê civata vî mezinî geriya ye , dost û hevalên wî li hawîr dorin , ew ji nişka ve berê xwe dide nêzîktirîn dostê xwe , Siyapoş û jê dipirse:
ez yekî çawame , hevalo ? Siyapoş bersiva wî nade . ew carek din dubare dike û , dîse jê dipirse , vê carê Siyapoş gelekî dipûnije , bext û lêbûrînê jê dixwaze dema bersivê bidê , ew bext didiyê , hinga Siyapoş dibêje : axa yê min xweş axa ye , lê qûna wî qûna xazoqa ye !!!!
Mixabin ev bersiv rast derdikeve û , piştî demek nêzîk fermanek ji Siltan derdikeve ku Ferho Axa bê qefaltin , yanjî lixazoqxistin û wilo jî çêdibe . şerek çêdide , Ferho Axa dîl dibe û derhal li xazoqê dikeve !!!! Siyapoş gelekî li ber dikeve û , ji qehra koçber dibe û , diçe Bexdê . ev bûyer li nav Silîvan dîrokiye û , herkes pê dizane .
Mîr Celadet pir xemgîn bûye , dema neçar bûye û , ti agahî li ser Siyahpoş bidestnexistiye . ew wiha dibêje :sed heyf û mixabin ko di heqê şaîrê hêja de em tu tiştî nizanin , ji şihra jêrîn pê ve , ya ko vê paşiyê ketiye destên me .
Ew helbesta ku Mîr weşandiye malika pêşî jê ev e :
Dîlberek min dî bi çavan  sed elîf papûsî bû
Malika dawî jî ev e :
Xef dibin esrar û raze …..
Parçê didiwa ji malikê winda bûye !!!
Pirofîsor Qenatê Kurdo di pirtûka xwe de ya binavê Tarîxa Edebyeta Kurdî de gelek hêvî kiriye ku wê paşeroj hemî tiştên pê ve girêdayî ronîtir bike dema dibêje : lê sed car heyf heta niha kesekî destnivîsara şêrê wî , yan jî dîwana wî heta niha dest nexistiye , dibe li paşwextiyê merevên kurdperwer , hezkerê ziman û edebyeta kurdî lê bigerin û , ji wan re bext lêxe .
Bitenê wî parçek ji helbesta( Dîlberek Min Dî ) weşandiye .
Destpêk :
Dîlberek min dî bi çavan     sed elîf pabûsî bû
Dawî :
Zehmetek wan pir bi min dan    kifşe bim wek gaz sindan .
Xudanê Antolojiya helbestvanên Kurd A . Balî ti agahî bi dest neketiye , lê çend malikên wî belav kirine û gotiye ku (Siyahpûş wek pir helbetsvanên Kurd helbest  nivîsandine . lê belê hemû helbestên wî heya îro neketine destê me . li ser jiyana wî jî em tu tiştî nizanin . helbestên wî di dest me de mirov baş dizane ku hozanekî mezin e . di navbera kilasîkên Kurd de cihê xwe digre .çend helbestên wî da xûyaye ku piştî Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî rabû ye .
Balî çend helbest li jêr van gotinan weşandine , lê jêder negotiye !!!! bi ser de ew nizane ku ev helbest  Mesnewî ne , ku her malikek ji du parçan çêdibe !!!!
Vêce , wî helbest libin guhê hev xistine û , wateya wan winda bûye .
Mîr Celadet bi awakî rast helbest belav kiriye , lê hin cîwazî (newekhevî) di navbera wî û Qenatê Kuerdo û A . balî de heye . sedemê wê jî em vedgerînin bilêvkirina peyvan , yan windabûna wan ji deqan .
Wek nimûne me helbesta (dîlberek min dî ) bi hersê formên ku belav bûye , daniye cem hev û newekhevî di nav wan de nîşan kiriye :
Zulf û xalên û (di ) temamî   4
Terkî min nadit midamê       5
Şerh û teqrîrê isamê             7
Şibhetê çavên duyengê         9
Mir_reyê tîra xedengê           10
Nqşê maçîn û firengê            11
Balî          Celadet             Qenat          nimra malikê
Û             û                    di                           4
Nadit nidamê    nadît midamê    nedît midamê     5
Isamê      isamê            islamê                  7
Duyengê    duyengê     di rengê                   9
Mir_reyê   mir_eyê          mirarê                  10
Neqşe       neqşê            nexşê                     11
Li gor nerêna me di malika (4 5 7 ) Qenat rast nivîsîye . ji ber bi wê formê wateya hevokê tekûz dibe .
Lê di malikên (9 10 11 ) an de , forma Mîrê mîra ya rast e , ji ber wî egerê ku me berê gotibû .
Dil ebîr û mest û mîrê
Da li min derbek bi tîrê
Kirme hibba zemherîrê
Kanî Mellayê Cizîrî
Xanî, Şêxê Babeşîrî
Xemrî û gîs û herîrî
Begler û şah û wezîrê
Ta li mirnê min vebîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Mekkî û Elyê Herîrî
Bên li dengê min feqîrî
Şev li min kabûsî bû.
Ji vê helbestê diyare ku Siyapoş xwedî raman û zanîn e , wî wêjeya miletê xwe û ya miletên hawîrdor zanîbû , raman û hişê wî bi Herîrî , cizîrî û xanî zengîn bûbû . lê bi nêrîna min tiştê herî giring ew e , ku Siyapoş navê du torevan û helbestvanan ji me re dibêje , lê tikes tiştekî li ser wan nizane , dibe di paşerojê de lêkolîn û vekolînên kurdî , wan ji me re diyarkin û agahiyan li ser wan bibînin. Navên wan jî ev in : Şêxê Babeşîrê û Mekkî  .
Dastaneke Siyapoş heye mina Leyla û Mecnûn , Ûsiv û Zelîxa , bi nav û deng e , nevê wê Seyf Almulok e .
Bûyerên dastanê hemû bi çûna Seyf Almulok ya Seredîbê  (xaka ku Adem dema ji Buhiştê derketiye lê daniye ) ve girêdayî ye .
Seyf Almulûk ki ye ? ew zana û hezkerekî Kurd e , xwedî desthilate , gundek nêzî Amedê bi vî navî heye , gund bi wî hatiye binav kirin , tirba wî jî tê de ye .
Hêja Celîlê Celîl , hezkerê wêjeya Kurdî ev dastan di sala 2ooo î de li Vêyêna , weşandiye .
Pirtûkek piçûk , ku çend hebestên wî têde bûn , ji aliyê Instûtiya Kurdî li Stambolê sala 1999 an hatiya çap kirin .
Di dawî de emê gotina  hêja Mahabad Felat Arda ji we re  bêjin : di sala 1961 ê de , welatparêzê mezin , cangoriyê welatê xwe , mele Evdilkerîm Ceyhan û bavê min Şêx Misbahê Silîvî , diçin gundê Kurbeytê gora Siyapoş , ku êdî çend kevir jê mane !!! ji nû ve çêdikin û li ser kêla wî bi tîpên Erebî navê wî didine nivîsîn .
Jêder :
Antolojiya Helbestvanên Kurd , A , Balî , R 375
Tarîxa Edebyeta Kurdî  , Prof Qenatê Kurdo , R 139
Hawar , Celadet Bedirxan , J 33  , R 11
Kovara Bîr , Cemîl Amedî , Hejmar 14 , 17 şubat 2011
Silîvan . org , Rojen Bernas .
Amîda Kurd . net , Mahabad Felat Arda , Siyahpoş
Bydigi.net , Siyahpûş .
Wîkîpîdya , Ensîklopedya Azad , Farqîn , siyapoş .
Weje û ziman.hk_mg.net , wejeyaklasik , siyahpus.htm .


ŞI’REK JI SIYEHPÛŞ (*)

Dîlberek min dî bi çavan
Agirek berda hinavan
Şem’ û ruhniya zilamê
Zilf û xalên û temamî
Şerbeta şîrînkelamê
Sed şikir îro selamê
Şerh û teqrîrê Isamê
Reng û elwanê di Camî(1)
Sed elîf pabûsî bû
Şem’a der fanûsî bû
Agirek berda di ‘amê
Qeyd kirin mehbûs bi damê
Terkî min nadit mudamê
Kir li min taze xulamê
Fikr û teswîrê kelamê
Şubhetê tawisî bû
Şibhetê çavê duyengê
Mir-reyê tîra xedengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Qet ne ma qet wî çi rengî
Sifdera mêrê du cengê
Sed hezaran wek bîşengê
Qews û ebrûyê du bengê
Zilf û xal û xunçerengê
Neqşê maçîn û firengê
Hîkmeta Têmûr û lengî
Şêr û mexmûr û pilingê
Hikmekî kawusî bû.
Me qebûl e hikmê rindan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Dil hedef kir tîr li min dan
Bê eded cewher bi min dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Serxweş û sûretlewendan
Ketme tora le’l û xendan
Kefşe bim wek gaz û sindan
Lê ji halê mestemendan
Lewmenoşê can bi der dan
Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/showthread.php?p=1645826
Lê li min casûsî bû.
Lê li min berda girînê
Bê sebeb ketme nivînê
Lê ji ber hisna şêrînê
Kanî hûra ser zemînê
Ev bi xef hal im bibînê
Zilf û xal û xemrevînê
Mihbeta wê nazenînê
Ax û efxan û enînê
Şeq bû bedra yasemînê
Careke bête girînê
Merhema bavê birînê
Bo me Calînosî ( 2 ) bû
Zilf û xal û mest û naz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Cerd dikin ehlê mecazê
Xef dibin esrar û raz e
Ez çi kim sewm û nemaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Işweyê wan xemzebaz e
Lê ji eşqa rûyê taze
Ta sedî yasî û qazê
. . . . . . . . . . . . . . .
Kar û şixl û bê niyaz e
Dil wekî naqûsî bû.
Dil ebîr û mest û mîrê
Da li min derbek bi tîrê
Kirme hibba zemherîrê
Kanî Mellayê Cizîrî
Xanî, Şêxê Babeşîrî
Xemrî û gîs û herîrî
Begler û şah û wezîrê
Ta li mirnê min vebîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Mekkî û Elyê Herîrî
Bên li dengê min feqîrî
Şev li min kabûsî bû.
Şev dikim nalîn û zarî
Ey Siyehpûş tu xumar î
Çend Siyehpûş tu sitar î
Dir û yaqût û mirarî
Hespê şahê şehsiwar î
Şibhetê teyrê Biharê
Sahibê adab û kar î
Li bi eşqa dil nikarî
Misk û enber jê dibarî
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû




















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3294