Qamiþlo û 115 Saliya Rojnamegeriya Kurdî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 ÃÈÑíá 2013
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Ho bajarê Qamiþlo.. Xelkên Qamiþlo.. Bihara Qamiþlo.. Azadiya Qamiþlo..! Sibe 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 115 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..
  Bajarê Qamiþlo! Were em di vê azadiyê de silavê li giyanê wan pêþengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Were em silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira ronahiyê li pêþiya me vêxistin..


  Welatîno werin! Em silavê li canê Mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hiþyar, Mele Ehmedê Namî, Tîrêj, Keleþ, Bêbihar, Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mele Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewþenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Gul û kulîlkên vê bihara rengîn li ser gorên wan deynin..
  Werin em neferetê li wan þofîniyan bibarînin, ewên ku digotin; Em ê erebûna Cizîrê lê vegerînin.. Va îro, Kurdîbûna wê lê vegeriya ye.. Erê lêvegerya ye û Ala Kurdistanê di asmanê Qamiþlo, Dêrikê, Rimêlan, Amûdê, Derbasiyê û Serê Kaniyê de bilind xuya dike û bi ba re dilîze.. Wêneyê Osman Sebrî di qada bi navê wî de, li bajarê Qamiþlo bersiva xelkê dide û dibêje:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Mihemed Þêxo bi dengê xwe yê xemgîn distirê: Azad e þêrîn..
Cegerxwîn pesnê xwe dide:
Kîme ez!
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
....
Bejin bilindim
Wek dêw bilindim
Ez dest dirêjim
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez.. kîme ez..
  
  Îro roj, di bajarên rojava de, ji çep û rast ve korsên zimanê kurdî têne dan.. Xortên me ji nû ve bi dûv navê Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîn, Hemze begê Muksî dibezin.. Li huner û þanên wan digerin..
  Ew heyamê ku qedexe bû, em li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin, barkir û çû.. Nema vedigere.. Ew salên ku Osman Sebrî 12 caran, di wan de hat zindankirin, barkirin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: Giha di bin keviran de namîne û hem jî gotine: Dinya siya darê ye..
  Erê erê.. were Qamiþlo were, were em sed û pazde saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê, li hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.

Konê Reþ
Qamiþlo, 21.04.2013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3283