"
Yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin".
Mîr
Celadet BEDIRXAN Hawar, hejmara 10 / 1932an.
Sebaretî rojnamegeriya Kurdî li nav Kurdên Rojava; wek ku em tev dizanin ziman þertê herî serekeye ji rojnamegeriyê re.. Û em Kurdên Rojava jî bi xêra Bedirxaniyan, xwedî dîrokek rojnamegerî ne.
Berdewamiya me li kovara Hawarê vedigere û tevî ku zimanê me qedexe ye, me bi zimanê xwe û bi awayekî dizî û veþartî gelek kovar û rojname bi alfabeya Kurdî latînî derxistine û hêjî hin ji wan têne weþandin.. Û her wiha gelek kovarên bi zimanê erebî jî, ji rex partiyên me ve têne weþandin.. Lê sed mixabin, ji ber rewþa cudabûna Partiyên me yên siyasî û cihêbûna wan ji hev, hin kovar û rojname bi eynî nav du car û sê car derketine.. Wek mînak dema ku partiyek siyasî ji maka xwe cûda dibe, herdu alî bi eynî navî kovarê derdixînin, wek Gelawêj, Stêr, Roj, Deng, Dengê Kurd.. Vêca di wiha xepartin de mirov toþî gelek dijwariyan dibe ta ku karibe her kovarekê li partiya wê bi nav bike.. Ji ber ku Partiyên me di ser 18 caran re ji hev veqetiyan e..
Di baweriya min de rojnamegeriya me Kurdên Rojava di çar qûnaxan re derbasbûye; bêguman qûnaxa Bedirxaniyan a herî giring û yekemîn e.. Qûnaxa duwemîn ewa ku ji salên 1960î ve destpêkiriye. Di pey van her du qûnaxan re qûnaxa salên 1980î tête meydanê.. Lê qûnaxa giring a rojnamegeriyê di nav me de, ewa ku ji sala 1990î û virde destpêkiriye û wiha ta roja îro.. anku sala 2012an..
Eger kêmanî jî di vê geþt û xepartina min de hebin, min bibexþîn in.. Wek ku hûn tev dizanin tiþtekî tekûz nîne.. Kurdan jî gotiye; Goþt bê hestî nîne.