Stirana kurdî ya gelêrî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 ÝÈÑÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



Îssa mîranî

Stiran li gel muzîkê yek ji mijarên  serekî û bingehîne di filuklorê  kurdî  de, ji ber bandora wê gelek dijwar e, banîn û dîroka mirovayetiyê di jiyana netewî de dide xuyakirin, bi hemî keltor û çanda civakî ve,û stirana kurdî di bingihê xwede li ser vejîn û nûjenkirina keltorê  dêrîn hatiye avakirin ew keltorê ku ji bav û kala hatiye wergirtin û stirana kurdî di despêka xwede stiranin devikî bûn û nehatibon nivîsandin , û xwendin gelek paþketî bû,


 û ji ber wê bû parçek bingehî ji tora devikî ya gelê kurd , û ji nifþekî ta nifþekî bi devikî dihat gerandin , û ji xwere bingehek di nav qadên civakî de  avakir û rayên xwe di nav  çanda kurdî de kûr daxistin û mirovê kurd  awazên taybet bi stirana xweve  honandin û hiþt stirana wî wek kanyê zozana bi jîn û nûjenkirinê bi herikê peywendiyên  evînî , civakî û sipehîtiya suriþte wêne bikê û derbasî xem û sawîra bibe û  wa bûyerên evînî biþêweyek rind û spehî li ser kopê xemlû evîne  tomar bikê
Û stirana kurdî bi taybetiyek dî dihat naskirin ew taybetiye peyva xweþe ew peyva gelerî ya dewlemend ji wêne û wekheviya xemilandî bi awazên nazik û delal û dikrin diyarî ji bo xelkê delal li deþt û zozana li hemî werzên salê û bi wan stirana payîz , havîn û zivistan dikirin buharek rengîn bi kêf û ken û beþiþandinê û stiranê bi berhemê xwe yê hunerî ziman , raman  û jiyana civakî û siyasî li hemî çerxa di parast û diyarkir bi pêlek bilind ji balaya honerî 

Corên strana kurdî:
stirana kurdî ji 10 coran pêktê:
 1- stiranên þera
  2-stiranên evînî
 3-stiranên daweta
 4- stiranên þîna
 5- stiranên paleyê
 6- stiranên zaroka
 7- stiranên ayînî
 8-stiranên tevza
 9-stiranên taybet bi bûk û zava
 10- stiranên taybet bi karê rojane wek stirana destar û meþkê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3248