Bejnê! Tu li kû ma bû?
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ÝÈÑÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe





Konê Reþ

Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veþartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin.. Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû.. Gul û kulîlkên te di biharên min de geþ nedibûn.. û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de nedixwendin..?!


Wa roka meha nîsanê! Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek ku çawa niha xemgînî di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi hatina te re, naskirina te re þahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dilê min de vebûn..
Bejnê! Va ez mikur têm; di wê kêlîka ku min dêmê te yê esmer û xwînþêrîn dît, zimanê min pêþberî te herbilî û êdî nema min zanîbû çi bibêjim; çi gotina þêrîn di hizûra spehîbûna te de bidar vedikim.. Bawer bike esmerê ku ev yekemîn care ez wiha bê zêrevanî gotinên xwe dibarînim..
Dêmê te yê þêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te yên evîndarî, hiþtin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê bibiþkivin û geþ bibin û bikenin.. Û wiha ez li bêrîbûna zaroktiyê vegerandim..
Ev te çi kiriye Bejnê? Ez ê ku di nav salan re çûme, di nav kul, derd û xemgîniya bajarê Qamiþlo de milevaniyê dikim.. û di nav jiyanek serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji niþkave rastî dêmê te yê þêrîn hatim min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir.. û pê bi pê bi dûv þopa te de kulkulîm.. Bêje, bê ji kû tu ji min re hat..? Kîjan qederê tu anî pêþiya min?!
Bawer bike Bejnê, Ti çekên min nînin ku þerê qederê bikim, ji bil gotinê pêve.. Qet rojekê ji rojan min hez çekên þer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav nifretê li þer, kujeran û xwînê dibarînim.. Nexasim ku bira di dêmê birayê xwe de bisekine û þerê birakujiyê dest pê bike.. Xwedê me jê bistirîne.. Çendî xweþ e Bejnê ku herêma me, bajarê me û welatiyên me di aramî û tenahiyê de derbas bibin..
Bejnê! Her roj ez di çayxaneya (Mûman) de rûdinêm, wek her carê li hat û çûyên çardiryana di orta bajarê Qamiþlo de temaþe dikim û pêre pêre di dîroka bajêr a kevin û nû de diponijim.. û gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî bo te û bajarê xwe Qamiþlo dagirim û his û hestê xwe bo we bînim ziman..
Bejnê min tev sikak û kolanên Qamiþlo pîvane..! Kevirek di wan de nîna ku min nas nake..! Di ger û geþta xwe de ez pêrgî bi sedan dêm hatime.. Lê dêmekî tenê ji wan dêman ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Awirên çavên te ez dîl û hêsîr kirime..
Tu zanî niha min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, þax bin ji gulên te re, wênekêþ bin ji wêneyê te re.. Wax ev çi min bi rex te ve dikþîne..?!
Bejnê ez ê bo te gelek tiþtan binivîsînim; ew tiþtên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrokan bo te bibêjim da ku penaberiya te sivik bibe..
Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê bo te û bajarê xwe Qamiþlo bibêjim, bibilînim û bidar vekim..
Bejnê! Dema te berê xwe da oxirê û piþta xwe da felekê, pêre pêre Qamiþlo tevî mezinbûna xwe, li ber çavê min biçûçik bû, wek yekî ku tiþtekî xwe winda kiribe û lê bigere, ez li te digeriyam.. û wiha gelek caran min ji xwe dipirsî; ev çi dînbûn di hinavê min de ditewire..?! Dawî min ji kaxetê pêve nedît ku ez sebra xwe pê bînim û heyecana di dil û hinavê xwe de li dor te û bajarê xwe Qamiþlo sivik bikim..

Qamiþlo, 11.02.2013

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3239