Qedera Me Ye Kurdo Ku Em Xwe Bikin Yek
Dîrok: ÇáÎãíÓ 10 íäÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin.. Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn... Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deþtên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, þaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember bi keleka xwe ji geliyê Laliþa destpêkiriye, di ser çiyayê Þingalê re derbasî çiyayê Cûdî bûye û lê rawestiya ye.. Pêxember di nav xaka te re derbas bûne.. û wiha jiyanê ji welatê te destpê kiriye..


Lê îro tu xemgînî Kurdo.. Ji çarhawêr ve tebayên daristanê êrîþî keriyên sewalên te dikin; kar û berxên te dikujin û dibêjin; þivan ew kujtine û xwarine..!! Mezopotamiya bêje! Kî wan kar û berxan dikujî?! Kî wan keriyan di govê de kom dikî, dîl dikî û..?!

Þivan bêrî ye, wek ku çawa gur ji xwîna Yûsiv bêrî ye.. Qey qedera te ye Kurdo ku roja îro tu þivan û kerî be..?!

Qedera te ye ku tu bi tena xwe, ala welatê Mezopotamiya bilind bikî.. Ma ne tu neviyê Waþokanî, Orkêþ, Kewkebê Millan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mosîsana ye.. Ma ne tu neviyê Mîr Bedirxan, þêx Ebêdellahê Nehrî, Mele Selîmê Bedlîsî, Þêx Seîdê Pîran û Barzanî ye.. Bêje, bê tê çilo wê alê di ser welatê xwe Mezopotamiya re bilind bike?

Erê, wek ku sofiyên kurdan dibêjin; qedera mirov li ser eniya wî hatiye nivîsandin.. Gelo li ser eniya me jî hatiye nivîsandin ku, em berpirsyarên bilindkirina ala welatê xwe bin..? Erê li ser eniya me hatiye nivîsandin ku, bilindkirina ala welatê me, perpisyariya me ye.. Al, ala Mezopotamiya ye, ala xakê ye, ala zimanê Kurdî ye, ala biratî, wekhevî û mirovahiyê ye.. Ala hezkirin û lêborînê ye.. Û ev al nayê bilindkirin ku ne bi yekbûn û yekîtiya gotina kurdî be.. Nexasim di wiha qûnax û rojên dîrokî de, ku em tev di ber bilindkirina ala welatê xwe û hebûna xwe de berpirsyarin.. Û di rojên ayînde de, wê pirsyan ji me tevan bêne kirin, em ê tev di bin zêrevaniya dadgeha gelê xwe re derbas bibin..

 Xuya ye hêjî pêdiviya me bi Þêx Ehmedê Xanî heye, yê ku ji berî 350 salî ve li dor yekîtiya Kurdan wiha gotiye:

Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..
Kurdo! çima em fêr nabin?! Gelo raste em fêrî koletiyê bûne..?!!

Þiyar be Kurdo, hay be Kurdo! Yekîtî kilîta azadiyê ye, yekîtî serxwebûn e, yekîtî pêþketin û rûmet e.. Yekîtî, hebûna Kurdên Rojava ye..

Werin em navê vê sala nû bikin sala yakîtiyê, sala Mezopotamiya, sala Beriya Mêrdînê, deþta Sirûcê û çiyayê Lêlûnê û ji nû destpê bikin..

Qedera me ye Kurdo ku em bira bin; tu birayê min be, ez birayê te bim û ewên xiristyan (Siryanî, Aþûrî û Kildanî) û ereb hevalên me bin û em tev zarokên Mezopotamiya bin, Mezopotamiya dayika me be, hêlîna me be û welatê me be..

Qedera me ye ku di serê vê sala nû de 2013an, em di nav serme û seqema vê zivistana dijwar de xwe biqurnisînin, bê Petrol (gaz, mazot û benzîn) bijîn, bê elektirîk, bê Net û TVê þev û rojên xwe derbas bikin, xwe li ber ronahiya çirayên Nisêbînê gerim bikin..!

Qedera me ye Kurdo ku em xwe ji berjewendiyên xwe yên kesayetî daweþînin û xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek û li ber xwe bidin, di ber hebûna xwe de li Rojava pîkol û berxwedanê bikin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û bela zarokên me gazin û loman ji me nekin.


Konê Reþ

Qamiþlo, 10.01.2013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3217