Kurd ū žoreža sūrī
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 02 ķäĒķŃ 2013
Mijar: Nūēe



Lazgîn dîrûnî

Dema žoreža SÛRÎ dest bêkir di 15/3/2011li DERAA û belav bû li bajar û bajarok û gundên din yên SÛRÎ kurdan dît kû derfeteke giringe ji wan re tevlî vê žorežê bibin da kû zilm û sitemkariya bi dehên sala ya  vê rijîmê aniye serê wan, ji serxwe rakin û bighin mafên xweyî netewî, ji vê yekê li QAMIŽLO û AMÛDÊ û bajarên din jî gelê kurd serê xwe hilda û daket kolanan bi xwepêžandanan û got yeke yeke yeke gelê sûrî yeke û ketna rijîmê anîn ziman, û xortên kurda hevrêz avakirin û xwestin bibin bežek ji žorežê bi žêweyekî fermî,


ji vê yekê navê înekê bû  îna azadiyê û yek bû ya serhildana qamižlo 2004 û gelê sûrî  bi çavekî mezin li kurdan dinerî ,lê mixabin ev beždariya kuda di žorežê de roj bi roj pažve çû û lawazbû lê ew bi sedema du tižta bû :
1)dijîtiya partiyên kurda û rawestndina wan li hemberî hevrêzên xortan yên serbixwe kû tevlî žorežê bûbûn û bêbextiyên go kirne stûyên wan de, dema gotin ew bi alîne ji derve ve girêdayne û rabûn li hemberî wan hevrêzên partiyan çêkirin û des bi durižmên dijî žorežê kirin û bi vî žêweyî hevrêzên xortan ji hev belavkirin , lawazkin , dûrî žorežê kirin.
2) ne  levkirina partiyên kurda li ser yek helwestê , avakirina du encumenê jev cuda ji wan partiyan , bilindkirina banê xwestekên xwe wek: fidralî ,mafê çarenos,ne navenda siyasî ,û biryara xwevekižandina wan ji hekberya sûrî  .
Van sedeman bandoreke mazin li tevgera gelê kurd li sûrî kir û berê wî bi žêweyekî gižtî ji žorežê guhert ji bilî bežekî piçûk ji xortan û rewženbîr û nivîskarên serbixwe ew bi žorežêre man û berxwedanê diberde dikin û bawerî û hêvyên xwe pêve girêdidin.
2/1/2013 
  lazgin60@gmail.com    
    







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3211