Çend têbînî li ser „Dîdara medyakaran Baþûro-Rojava“ li Duhokê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe





Sîrwan H. Berko

Di rojên 5 û 6ên vê mehê de li bajarê Duhokê civînek ji bo xebatkarên di warê ragihandinê de ji baþûr û rojavayî Kurdistanê pêk hat. Piþtî ku par heman civîn ji bo medyakarên ji baþûr û bakurê Kurdistanê pêk hatibû, Wezareta Rewþenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê îsal medyakarên ji Kurdistana Sûriyê vexwendin Herêma Kurdistanê.


Ji bo zelalkirina hin xalan min – wek endamek Komîteya Bilind a civînê – pêwîst dît van têbîniyan biweþînim. Ez van têbîniyan bi navê xwe diweþînim, ne bi navê komîteyê.
1.   Civîn a xebatkarên di warê medyayê de bû, ne ya rojnamevanan bû, wek ku hin kesên ku ji ber ku nehatibûn vexwendin, di rexneyên xwe de nivîsandine. Ji ber ku li Kurdistana Sûriyê rojname, radyo û televizyon tune ne, çi kesê ku di warê belavkirina agahî û peyva kurdî de xwedî rol e, wek medyakar tê hesibandin. Ji bilî hin rewþê awarte yên pir hindik, piraniya beþdaran mercên beþdarbûnê pêk tînin.
2.   Ji bo civînê 32 kes ji Kurdistana Sûriyê, 8 kes ji derveyî welêt û 25 kesên li Herêma Kurdistanê hatibûn vexwendin. Pênc endamên Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, 5 endamên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, partiyên kurdî li Sûriyê, di nav wan de PYD, 13 kes ji aliyê xwe ve þandibûn. Û 42 kesên din ji aliyê Komîteya Bilind ve hatibûn hilbijartin. Ji bilî kesên vexwendî herweha bi kêmanî 20 kesên din – ku ti girêdana gelekan ji wan bi xebata ragihandinê tune ye - bê vexwendin beþdarî civîn û serdanên li Silêmanî, Helebçe û Hewlêrê bûn. Wezareta Rewþenbîrî nexwest wan kesan li kolanan bihêle û beþdarbûna wan erê kir.
3.   Ji bo beþdarbûna ji derveyî welêt tenê 8 cî hebûn. Kesên ku hatin vexwendin, ev kes bûn: Sîrwan Qiço (Dengê Emerîka, Washington), Mistefa Sîno (Dengê Rûsya, Mosko), Arif Cabo (Deutsche Welle, Bonn), Mihemed Mîro (xwendekarê ragihandinê, Zanîngeha Bonnê), cumaa Akaþ (Al-Arabiya, Dubey), Mesûd Hamid (xwendekarê ragihandinê, Parîs), Bedirxan Elî (nivîskarê siyasî, Saudiya Erebî) û Sîrwan H. Berko (radyoya elmanî WDR). Pênc ji van kesan ji xebata xwe ya di warê ragihandina pîþeyê de dijîn û du xwendina zanistî di warê ragihandinê de dikin.
4.   Yek ji beþdarên ji derveyî welêt, piþtî ku vegeriya mala xwe ji rûpela xwe ya facebookê de tiþtek baþ di civînê de nedît. Rexneya wî balkêþ e eger mirov bizanibe ku ew beþdar, ku di dezgeheke erebî ya mezin de dixebite, piraniya dema xwe di hotêlê de derbas kir û giring nedît ku beþdarî civînan bibe. Piþtî ku vî camêrî nirxê bilêta xwe ya balafirê ji wezaretê stend û sê þevan mêvanê wezaretê bû, ew vegeriya welatê xwe. Rexneya wî zêdetir di wî warî de bû ku navê wî ne di lîsteya 12 kesan de bû ku di çar panalan de babetên girêdayî bi ragihandinê ve pêþkêþ kirin.
5.   Civîna medyakaran di avahiya Yekîtiya Nivîskarên Duhokê de pêk hat. Di herdu rojên civînê de Yekîtiya Nivîskarên Duhokê pêwîst nedît ku nûnerekî xwe biþîne û pêþwaziya mêvanên xwe bike. Herweha balkêþ bû ku çalakî hema bêje ji aliyê dezgehên nêzîkî PDK-Iraq ve li parêzgeha Duhokê ve hat boykot kirin. Diyar e ku hîn þerê sar di navbera PDK û YNK de heye û vê carê medyakarên ji Kurdistana Sûriyê bûn goriyên vî þerê sar, tevî ku ew mêvanên hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, ku cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî serokê wê ye!
6.   Berî derketina ji Duhokê komek ji rojnamevanên beþdar serdana kampa penaberên kurd ji Sûriyê li Domîz kir û raport amade kirin.
7.   Piþtî civîna li Duhokê medyakarên ji Kurdistana Sûriyê berê xwe dan Silêmaniyê û bûn mêvanên kanalên televizyonê KNN (kanala Tevgera Goran) û Gelê Kurdistan (kanala YNK). Herdu kanal bi bernameyên rojane bi berfirehî behsa bûyerên li Kurdistana Sûriyê dikin. Mixabin dezgehên ragihandinê yên nêzîkî PDK, bi taybetî Zagros Tv, ku ew jî xwedî bernameyeke rojane li ser Kurdistana Sûriyê ye, pêwîst nedît ku medyakarên ji Kurdistana Sûriyê bînin cem xwe û xebata xwe nîþanî wan bidin.
8.   Li Helebçeya þehîd medyakarên ji Kurdistana Sûriyê bûn mêvanên nûnerên goriyên Helebçeyê. Ji bilî serdana monumenta Helebçeyê û pêþkêþkirina agahiyên li ser komkujiya li Helebçeyê di 16ê adara 1988ê de nûnerên goriyên Helebçeyê herweha mêvanên xwe birin ser goristana taybet ji bo goriyên komkujiyê. Aras Abid Ekre, serokê Komela Qurbaniyên Kîmyabarana Helebçe, ku 12 endamên malbata wî di komkujiyê de þehîd ketin û ew ji mirinê filitî, ji me re got ku ew bi navê komeleya xwe hêvî dike ku li Kurdistana Sûriyê Helebçeyeke duyem pêk neyê.
9.   Li Hewlêrê medyakarên ji Kurdistana Sûriyê ji aliyê serokê Parlamenta Kurdistanê Dr. Ersalan Bayîz û Wezîrê Rewþenbîrî û Lawan Dr. Kawa Mehmûd ve hatin pêþwazî kirin.
10.       Piþtî ku bername bi dawî hat, dora deh kesên ji Kurdistana Sûriyê yekser di rêya wezaretê re vegeriyan malên xwe. Yên mayî li ser daxwaza xwe û bi inîtsyatîva partiyeke kurdî li Sûriyê serdana devera Barzan kir û þeveke din li Duhokê man. Tevî ku wezaret ne berpirsyara vê serdanê bû, çimkî bernameya wê bi dawî hatibû, kesên beþdar li „kolanan sêwî“ neman, wek ku di nûçeyeke malpera Avestakurd de hatiye weþandin. Diyar e ku nivîserê wê nûçeyê xwestiye hinek reklamê ji berpirsên PDK li Duhokê çêbike, ew berpirsên ku xwedî li mêvanên xwe derneketin!
11.       Komîteyek ji pênc kesan dê di dema bê de li ser bicîanîna biryarên civîna li Duhokê (peydakirina derfetên ragihandinê ji bo medyakarên kurd li Sûriyê, perwerdekirina rojnamevanan û vekirina kanaleke televizyonê ya taybet ji bo Kurdistana Sûriyê) bixebite.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3192