Lorîna Arþevê Oskan
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe





Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
 
 
Lorîna Arþevê Oskan
Çima tu ew qasî ji birînên min hez dikî helbestvano!?
 
Va ye stêrkekê, esmanekî tawanbar, bi qurbana êþa te dikim helbestvano!
Va ye friþteyekê li ber serê te, li ber lingên te digurînim helbestvano!
Va ye alên xwe yên spî ji bêbextiya êþê re bilind dikim helbestvano!
Va ye di dawa bêrîkirina helbestê de wek miriyekî rûdinim helbestvano!
Va ye destmala rondikên xwe bi rengên gernameya koçberan dixemilînim


helbestvano!
Va ye çiyayên dilê te ji bîna dermanan û ji tîna þaristaniya bajaran direvînim helbestvano!
Va ye zilaman, rêçên tirsnak, karwanên sergerdan û þivanên dozê
Di bêhûdeyiya bêhûde de dikanînim helbestvano!
Va ye ez û tu û kefenên tozê bi hev re, di govenda gumanê de direqisin helbestvano!
Va ye Amûdê di himbêza te de digirî,
Dirbêsiyê li nalîna dilê min guhdarî dike helbestvano!
Va ye dergehên laþê xwe,
Pencereyên bîra xwe ji êþê re vedikim
da ku bi hêminî, tu derbasî xaçepirsa xewnê bibî,
Va ye þevan ji te re vedikim
da tu jî, bi gurmegurm, derbasî nimêjgeha jehrê û derbasî dîroka peyvê bibî helbestvano!
 
DI ÊÞÊN MEZIN DE
Bo Selwa Gulî
 
Di êþên mezin de zimanê min pûç dibe..
Di êþên mezin de çavên xwe li bazbendan digerînim..
Di êþên mezin de naxwazim hîveronê bibînim..
Di êþên mezin de naxwazim bi stiranan biþewitim..
Di êþên mezin de naxwazim çîrokên xewnê ji bîr bikim..
Di êþên mezin de guh nadim têkçûnên xwe yên mezin..
Di êþên mezin de tenhatî min dixwe..
Di êþên mezin de di bêdengiyê de dixeniqim..
Di êþên mezin de li we digerim hevalino!
De giyanê min biguvêþin!!
Di êþên mezin de bi tenê bêriya girî dikim!
 
MA TU DIXWAZÎ?
 
Ma tu dixwazî ji te re
axînkêþanên çîrokê þirove bikim?
Ma tu dixwazî ji te re
rûpelên ferhenga bindestiyê rûreþ bikim?
Ma tu dixwazî ji te re
Þînîgiriya dayika xwe li çar welatan dabeþ bikim?
De ka bibêje!
Ma tu dixwazî ku mîna nîþangirekî,
Keysa xwe li eniya qederê xweþ bikim?
 
Vê sibehê,
Kelepçeyên xwe davêjin destên ramana min,
Çavên xewna min girêdidin û davêjin odeyeke tarî,
Nasnameya min îþkence dikin..
Vê sibehê,
Leþkerên xwe,
tang û topên xwe,
balefir û zikreþiya xwe amade dikin
da ku bîna rîhana destên dayika xwe ji bîr bikim!!
 
 
13.10.2012
London








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3191