Têkêliyên berovacî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 06 ÓÈÊãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Ronî ELÎ

Tevgera Kurdî dibêje : pêwîstî bi nûjenkirina þêwaz û rengê karên me heye, rêxistinên xwe ber bi pêþketinê ve bajon, û li gorî pêvajoya jiyanê xwe beþdarkin, ango, divê çalakî, têkilî û tevgera me bi rengê xwe yê þaristane bêne xuyakirin, em rûçikê xwe yê mirovane û vekirî li ser guhertinên qonaxê diyarkin, qezencê ji bilî xwe jî bibînin û derbasî nav miletê xwe kin, çanda xwe zengîn bikin, kesetiya xwe biparêzin, taybetiya rewþa Kurd ji bilî xwe re nîþan kin. bi kurtî em kanibin dezgehên pêþketinê ji xwe re avakin .


   Lê hema ..em ji kude dest pê bikin û bi çi rengî. ? 
    Ev pirsgirêka ku, ta roja îro bersiva xwe nedîtiye .. û di wê de em li nav hev dikevin . Gelo, emê ji xwe de dest pêbikin weke mirov, an ji rêxistinan de, an jî ji avakirina mejiyekî, nêrînekê, sitratîciyekê  de... ?!. di baweriya min de mirov bê nêrîn nabe, bê wê, wê ne ti mirov be, tenê wê weke pûtekî bê hêz û vîn be . weke wê jî tevger, an rêxistinek rêzanî, bê bingehek konevanî,zanyarî wê nikanibe bi erkên xwe rabe, wê nikanibe armanca xwe bighîne serî, ji ber, bêy va merca han - bingeha konevanî, zanyarî - tiþtek namîne bi navê rêxistina rêzanî . belê em dikanin bêjin. rêxistina çandî, an civakî, tevî pêdivî û mercên  wan jî  hene . hema di vî warî de , di warê ku miletê me xebata xwe ya milî berdewam dike, û li hember pirojeyên tinekirina wî pêdariyî dike, û di rûyê êrîþa þofen de radibe, mirov û tevger dibin yek can, serbixwe û partîzan dibin piþtgêr û hevbend, bo çareserkirina pirsa xwe, daxwaza xwe . mirov dikare bi gotinek din bêje, ku, ti sînorên sitûr di navbera daxwazên wan de nînin . herdu ji armancekê re doza xwe dikin . lê mixabin, ew doz þirove nebûye, her yekî ji wan cihê xwe ta roja îro bi taybetî nasnekiriye, û ji ya hev dixwin, û hîn zêdetir ji hev þerpeze dibin . ta nêrînek tê avakirin ku her yek ji wan xendeka li dij yê dine, ne kopriyên dozêne . ev rewþ me dajo ber pirsiyarekê: kî ji wan divê li yê din xwedî derkeve, kî divê ji yê din re derî veke û nazên wî rake .
    Eger her yek ji wan li ser erkên xwe mijûl bibe, wê herdu ji hev re deriyan vekin û li hev guhdarbin, lê bira ji vê netê naskirin ku, herdu dijayetiya hev dikin, tenê bingehên dan û sitandinê ne duristin, û bi hewcey hinek zelal kirinin .
    Dê ka em li qezencên xwe vegerin, gelo em dikanin çi di wî warî de bikin .
    Berî her tiþtî, ger em dilxwazê kirinê bin, girînge em xwe fêrî kiryaran bikin, ne tenê siloganan hildin, girînge em cihê xwe yê durist nasbikin û binasin, em xwe nekin her tiþt û xwe nexin her tiþtî, her yekî rola wî heye, her yekî tiþtin ji dest bi dertên, divê em wan di cihê wan de binirxînin . ev jî ta roja îro kêmasiya me tevan e . siyasetmedarê me dixwaze xwe li her tiþtî xwedî derxîne û bandoriyê lê bike, yê pê dizane û ya nizane jî . him zanyare, him zimanzare, him hunermende, him torevane û him jî hertiþte . lê li dawiyê hemî tiþt bi qelsbûn der ditên, çewt derdikevin, û berdewam nabin . ma çima em xwe dajone van astengan, çima em heryekî li gorî wî jêre derî venakin, dîsan jî bira ev - tevger - lê xwedî derkevin . ev nexweþî bûye ya rewþenbîr jî .








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3122