Roja Helbesta Kurdî li derve 2012, lidardikeve
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ÓÈÊãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û lidarxistin. Herwiha li derveyî welêt, li Elmanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin.

Di roja lidarxistina Roja Helbesta Kurdî li derve ya sala borî 2011an de ku li bajarê Essenê-Elmanya lidarketibû, nûnerê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî pêþniyar kiribû ku ji ana û bi þûn ve Roja Helbesta Kurdî li derve bigrin ser xwe.


 Vêga em H.N.R.K.S xwedî li soza xwe derdikevin û di cotmeha îsal 2012an de li Essen-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li dar dixin. Herwiha me gotibû: bi hêviya ku sala bê em Roja helbesta Kurdî li welêt, li Nebî Horî pîroz bikin, lê mixabin ew hêvî pêk nehat, hêvî dimîne hêvî û namire.

Emê di nêzîktirîn wext de dest bi name û vexwendinan bikin, emê hewl bidin ku ne tenê helbestvanan amade bikin, daku helbestan bixwînin, her wisa ji her kesî hêvî dikin ku li vê roja dîrokî amade bibin û li helbesta xwe ya kurdî guhdarî bikin.

Her wisa emê di nêzîktirîn wext de hemû agahdariyan, cih, kat, roj û navîþana roja helbestê biweþînin. Herwiha, emê hewl bidin ku ji bo rengînkirina wê rojê hin hunermendên þêwekar amade bikin daku dîwarên holê bi tabloyên xwe bixemilînin, jixwe wê ew roj bê muzîk û strana kurdî jî derbas nebe.

Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî spasiyek germ û helbestiyane pêþkêþî Komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve " ya sala borî ku ji van her sê rêzdaran pêkhatibû: Keça Kurd, Helîm Yûsiv û Elî Cefer dikin, û ji wan re dibêjin: we erkê xwe yê kurperwer di ber helbesta kurdî de spehî, baþ û pîroz pêkanî. Mala we ava û her li pêþ bin.
Li dawî, em bi kêfxweþî mizgîniya lidarxistina Roja Helbesta Kurdî li Elmanya di meha cotmehê de radigînin, û dibêjin li bende agahiyên nû bin.
Zimanê me, hebûna me ye.
01.09.2012
helbest2012@gmail.com
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3118