Çend dîmen ji rewþa Welat-1
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 ÃÛÓØÓ 2012
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî

QAMIÞLO
Mal. 1
Jin û mêrek di bêdengîyê de
Dipûnijîn!!
Û piþtî kêlîkê jinê got:
Tosin ê me, ku leþkerîya xwe li Der”aa dikê??Ev demeke, bê pêjin bûye,
Gelo sax e an jî kuþtîye??!!
Hêsirê herduwan,
Barîyan


Mal. 2
Ronî ê ku ji leþkerî yê bazdaye û ber bi sînorê xaka Azad ve çûye,
Gelo sînor derbas kir, û gihiþte hevalên xwe an na?
Dê û bav du keserên kûr kiþandin

Mal. 3
Çend welat parêz di ber vexwarina çayê re ji hev dipirsîn:
Gelo…..Ev yekîtîya Encûmena Netewî ya Kurd, û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdidistan,
Wê herê serî? û
Desteya Bilind wê karibê serkêþî yê bikê??!! Û rola xwe bi leyîzê??!!
Di wê mitalê de her yekî ji wan pakêtek çixare,
Kiþandin..
Civateke rewþenbîra
Yekî: Min bihîst ku yekîtîyek din, ya nivîskarên kurd li Sûrîya, Hate damezrandin? Gelo raste?
Ê Din: Erê raste, min daxwuyanîya wan vê sibehê di “Welate me” de xwend!.
Ê Sisyan: Ma nexweþîya perçebûn ê gihiþte nivîskaran jî!!??.
Di bin hikmê vexwarina Eraqê û serxweþbûn ê de ew derd,
Ji bîrkirin.
Du xwedî Terembêl
Di riya çarçî yê de pêrgî hevbûn
Tu peya tê? Erê…Ev sê roj e ku min terembêl danîye dora benzînê?!
A min jî li malê bê Benzîne?.
Du pîrek di çin kirînê bikin ji bona fravînê
Ji hev di pirsin:
Gelo mafê bacanê sor wê bibê bi çiqasî zivistanê?! Va havîne û bi heftê wereqê Sûrî ye??.
Du bazirganê bê mirwet
Xwezî ev þer û pevçûn li welat berdewam bikê?....
Keda karê min ê vê salê, hemberî deh salan bû?
Ê Dî bi kêf got: Bi telaq bêje pazdeh û bîst jî?.
Du Bijîþk
Va bûn deh roj ku Mobaîl û Internêt li vir qut bûne ka tu çawa dikê:
Dewlet li xwedê û Telefûn û Internêta Tirka bê??!!
Wa…Te wilo kirî ye?.

 AMÛDÊ
Çend zilamên navser li ber dikanekê rûniþtîne û civat germ kirine:
Di Sûrîya nuh de, eger serek komar ne ji me bê, em qebûl nekin?! Û emê Komara Amûdê veqetînin??!! Eger tu dibê derya ya we tune jî? Wê wextê, emê xwe bi debirînin? .
Em Karin patoza çêkin û bi sedirînin. Bacan û tiryê mey mezrone têra Cezîrê tevî dikê? Ma çi ji me kême qurbana çava..Wey.
Civatê bi temamî li se vê biryarê emze kirin.

DÊRKA HEMKO
1. Festîval damezrandina yekîtîya jinên kurd
2. Bi dawîkirina korsa zimanê kurdî
3. Vekirina mala rewþenbîran
4. Çalkîyek li ser rewþa welat a sîyasî
Û…..Tevde vê êvarê ne….. Û tevan jî em vexwendî kirina?
Gelo emê li kîjanê ji wan amade bibin???.
“Girkê Legê, Tirbespî, Dirbêsî, Serê Kanî yê û Hisîça di berhema bê de”….

 Qamiþlo 27/08/2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3113