Derfet zêrîne neberdin
Dîrok:
ÇáÓÈÊ 11 ÃÛÓØÓ 2012
Mijar:
Nûçe
LAZGÎN DÊRÛNÎ
Çalakvan û hemî pêþeng
Li paþ man em bûye dereng
Bavêj milan rext û tiving
Çare nîne bê þer û ceng
Keç û xortên kurda rabin
Dem hatiye zû þiyarbin
Dest bidin hev wek birabin
Qels û nemerd ji mer nabin
Nekin lav lav û xweziya
Hêvî nekin ji partiya
Ev þoreþ ya geleriye
Bo rûmet û azadiye
Rewþenbîr û yên nivîskar
Mizgîn li we bûye bihar
Derkevin ji wan riyên xwar
Rola xwe rast bikin diyar
Îro derfetek zêrîne
Li me pîroz û mizgîne
Mixabin em bê serîne
Kar û xebat qelen xwîne
Li vî xakî li vî warî
Çima îro bendewarî?
Divê em rajin vî barî
Çi hêsan bê çi dijwarî
Ger bivin em bi rûmet bin
Ji xelkê em bê minet bin
Divêm bi hêz û himet bin
Bi pîlan û siyaset bin
Heger ji min bawernekin
Rûpelê dîrokê vekin
Mînak û ezmûn gelekin
dîse gazinda ji xwekin
9/8/2012
lazgin60@gmail.com
Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi
Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3106