Ravekirin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 ÃÛÓØÓ 2012
Mijar: Nûçe



  Heyder Omer

Beriya demekê, sernivîserê bêþê kurdî yê rojnama Pênûsa nû, ji bo hejmara sêyem,  hevpeyvîn bi min re kiribû. Ev hejmar beriya du rojan derket ser entirnêtê. Îro, 10. 08. 2012 sernivîserê beþê kurdî yê rojnamê nemeyekê ji min û xwediyê malpera Avesta re diþîne, bi wergirtina vê nameyê re ez pê hay bûm, ku xwediyê Aesta ew hevpeyvîn di malpera xwe weþandiye, tevî ku jêdera hevpeyvînê diyar kiriye, lê navê xwediyê pirsan jê avêtiyê, pêre jî tê xuyakirin, ku ez bi xwe re peyivîme, ne bi kesekî din re.


Mixabin, wek çawa xwediyê Avesta destûra rojnamê û ya min jî ji bo weþandina hevpeyvînê nexwastiye, wisa nameya sernivîserê rojnama Pênûsa nû jî, bê ku ji min bipirse, gûman kiriye, ku min ew hevpeyvîn ji Avesta re þandiyê, an weþnadina wê di Avesta de bi erêkirina min bû ye, pêre jî ji me herduwan dixwaze, ku em vê yekê sayî bikin, eger me nekir, dê bike nûçe û belav bike.
Vê lomê jî ez neçareyî vê ravakirinê bû me, da ne tenê bidim xuyakirin, ku destên min di weþandina hevpeyvînê di Avesta de nîn in, belê bi ser de jî nerazîbûna xwe li ser evî karê xwediyê Avesta diyar bikim, nemaze jî awayê weþandina hevpeyvînê di Avesta de dide xuyakirin, ku ez bi xwe re peyivî me.
   Elmanya, 10. 08. 2012








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3103