Tekūzkirina kesayeta mamosteyan
Dīrok: ĒįÓČŹ 28 ķęįķę 2012
Mijar: Nūēe



MELEVAN RESÛL

Di vê gotarê de çima min berê xwe daye mamosteyan ?
Heger giringiya wan di avakirin û hižyariya civakê de nebûya min ew nîžan nedidan , nemaze di babeta hînkirin û perwerdekirina nifžên pažerojê de .
Ev çîna me bi navkirî di hemû qûnaxên dîrokê de bûye hîmek bingehîn di sererastkirin û pêžxistina hemû netewan ber bi žaristanîke hêjayî nirxê mirovane ve , heger karîger û hîkar be , bi sanahî em dikarin civakek ji nû afiriandî bi pîvanên girêdayî nirxên žaristanî ve ,


 civak jî vê yekê nasdike û baweriya wê pê heye ku riya pênasîn û pêgihandina zanistiyê bi rola hînkirinê re derbas dibe , di eynê demê de jî mamoste jî di wê baweriyê de ne û xwendina xwe ya hînkariyê di vê cobare re diherike û rewa dibe , ango perwerdeya dirist û hemdem bi rola mamosteyan ve girêdayî ye , dema rola wî erênî be , civak bi gižtî dibe erênî û ji xwe bawer û saxlem dibe .
Em dizanin ku têgihižtina zanistî bi tena xwe têra tekûzkirina wê kesayeta bi vê rolê dirabe , helbete pêdawistî û mercên wê kesayetê hene , ji zanîn û têgihižtin û heta xwe bighîne alavên alîkar di hînkirinê de , lê hema zimanê perwerdeyê dibe stûnê sereke ji keristeyên dan û standinê nevbera mirovan de , çiqasî ew ziman žayik û lihevdayî û têrwate be , ew qasî jî lezgînî dikeve hînkirin û perwerdeyê de .
Vêca niha em werin ser wê kesayeta mirovên kurd yên karmendiya fermî di hînkirinê de dikin, gelo ma di zimanê xwede pêkhatî ne yan na ?
Di vê qunaxa giring de ya welatê me têre derbas dibe pêwistê em ji hev bipirsin ka çiqasî kêmendamî dikeve keristeyên kesayeta mamosteyan ji hêla pêkhatin û têgihižtina wan bi zamanê wan da ku karibin vê nameya xwe bighînin serçimê , di baweriya min de heger kêmasî hebe ew qelsiya mamoste diyar dike û ji nirxên wî dixe û ya herî girintir wê berpirsiyariya wan ya sincî têk dibe .
Žoreža Sûrî lidar e , û rojavayê kurdistanê de dinav de çalake, çendîn žer û pevçûn dijwar bibin jî lê dawî wê rewža miletê kurd nemîne wekî berê , bêguman wê bi rengekî ji rengan bi fermî were naskirin .
Ji ber vê veguherînê wê derfetê bidestxistina mafan jî pêk were , ji lew pêwiste em ji mamosteyên xwe ( yên heta niha di nava xemsariyê de noq mayîn ) bipirsin : ka heta çi radeyê we kariye wekî kesayeta mamosteyên kurd xwe tekûz bikin ?.
Heger heta niha hîn pûtedan yan pažguhkirin di ramanê wede digere , çi mamosteyên hînî zimanê xwe nebûbe , bila sed tepî li nava kuloxê xwe bide û bi lezgînî li kesayeta xwe ya rûxayî bigere û ji nûve bi zimanê kurdî xwe tekûz bike û nameya xwe ya mirovan e bighîne encamdanê .
28/7/2012








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3097