Ezbenî Ji Wan Re?! Ewên Ku Nameyên Xerab Bo Min Diþînin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 19 íæáíæ 2012
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Ezbenî!
Carna tu nizanî çima  þerê te dibe; þerê dêmê te, navê te, navnîþana te û ta bi þerê livandina te dibe.. Hewildidin ku te bikin yekî din… Duristiya baweriyên te biguherînin û te bikin rewrewk.. Û da ku te bikin wek xwe þerê duristiya te dikin…
Pêwîste tu bi wan re bikene.. Temenê derewan kin e, çendî ew derew û xapên xwe xweþik û rindik bikin, rastiya her tiþtî piþtî pêlekê derdikeve, belû û eþkere dibe.. Bi gurnije bi wan re ezbenî bi gurinje, yê bi serketî tu ye, te xew li wan herimandiye ta ku wiha nameyên xerab bo te diþînin..


*          *          *

Ezbenî! Tu di bin çavan de yî! Xerab zerevaniya te dikin, hewil didin ku li pêþ pêlên te yên gur bisekinin.. Ma gelo keviz dikare bibe beden ji deryayê re? An rewrewk bibe ewir di asman de? Ezbenî! Kes nikare bi qûmê koçkan ava bike..
Guh li wan neke, kevjal nikare darên beriwan ji qurim ve bibirre..
Tu xemgînî! Ji ber ku derewan dikin? An ji ber ku hewil didin, bi navê te bazirganiyê bikin? Ne xeme Ezbenî! Derewçîn, bi derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên wan kinin, ji wan werê werîsê wan dirêje, dikarin li her derê bigerin û kes wan nasnake.. Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî mirov nêzîk wan bibe bidûr dikevin û çendî dûrî wan keve nêzîk dibin.. A çê, tu bi wan bikene..

*          *          *

Ezbenî! Guh li reyandinê neke, ew kes wiha fêr bûne ku, li ber deriyan kewtekewê bikin û xelkê agahdarî derbasbûna kerwanên mirovahiyê bikin.. Ezbenî! Ku te teyrê berate li cihekî dît, xweþ zanibe ku teyrê baz di wê deverê re derbas bûye.
Gelo te bihîstiye rindekî þerê xerabekî kiriye?!
Ezbenî! Çendî ewir reþ, spî û tarî be nikare heyvê veþêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di bin hêza ba de digere..

*          *          *

Ezbenî! Ew nexweþ in, ne azad in, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca te azadî û serbestiye.. Mêzandina bi rex wan ve xisar e, li wan mêze neke, wan di nexweþiyên wan de bihêle.. Ew ji azadî û duristiya te didexisin, kesî þerê mirovê nesax û reben nekiriye.
Li wan nefitile û ne wan bîne ber çavê xwe, ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te..
Ezbenî! Cudahiyek mezin di navbera awazên çûkan û qurequra beqan de heye.. Bi gurinje ezbenî..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3087