Pênûsa duyemîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 íæáíæ 2012
Mijar: Nûçe



  ‘’Pênûsa Nû’’ rojname ye, ne kovar e. Rojname dikarin hemû celeb û þêweyên nivîs û berheman hembêz bikin, ta bi reklam û wêneyên taybet.
Nav ‘’Pênûsa Nû’’ ye, nayê wê wateyê ku tenê nivîs û berhemên nû û nûjen diweþîne û deryê weþandinê di rûyê nivîsên din de digre.
Jixwe nema bi pênûsan tê nivîsandin, dem dema laptop, Iphone û Ipadan e. Nav astengî û pirsgirêkan li pêþiya nivîsên ne nû ne jî kilasîk dernaxîne.
Piþtî derketina jimara yekemîn, gelek dost û zikêþên çand û wêjeya kurdî name þandin, bîr û boçûnên xwe, rexne û dîtinên xwe gihandin me.


Di wexta ku em gelek gelek spasiya wan dikin, em dibêjin: eger ne ji mirovên mîna we ba, ew ê ji zû ve ziman, çand û wêjeya me kurdan seqet û bawî bibûya. Me hin têbînî û rexneyên wan bi cih anîn, wek ji hev cudakirina her du zimanan, kurdî û erebî. Emê ji ana û bi þûn ve bi her du zimanan du rojnaman derxînin. Her wisa emê hemû karînên xwe bi cih bînin daku zimanê kurdî bilintir bikin. Li vir bang li zikêþên zimanê kurdî dikin ku ji me bêtir xwedî li rojnameyê derkevin, em karekî teknîkî û rêxistinî dikin, belê ew bi nivîs û berhemên xwe dikarin xwedî li ziman û pêþketina rojnamê derkevin.
Jimara yekemîn tecrube û gava yekemîn bû, bê guman hin þaþî û çewtî derketin, em soz didin ku emê jimar bi jimar rojnamê ber bi aso û astek bilind ve bajon, her wisa emê hemû bi hevûdu re wan þaþî û çewtiyan nehêlin û rojnamê gav bi gav bi pêþ ve bibin.
Li welêt ‘’Pênûsa Nû’’ çap bû, lê jimarek hindik. Hêviya me û we ew e ku piþtî rûxandina rêjîma diktator bi jimar in mezin çap bibe û bighê hemû destên zelal û xweþik.
Emê hewl bidin jimar bi jimar guhertinên baþ û pîroz bixin rojnamê, wek, emê dest bi hevpeyvînan bikin, emê bi navê rojnamê hin pirsan ji nivîskaran re biþînin û li gel bersivên wan biweþînin. Her wisa emê di her jimarê de çîrok û serpêhatiyên folklorî yên curbecur biweþînin.
Mixabin nivîskarên kurdî-nivîs kêm in, yên hebûn jî hema hema çûn û ketin dawa erebî, ji ber wê emê bi pilan derfetê bidin nivîs û berhemên kurdî, navên nû û kevn, daku em nivîsandina bi kurdî geþ bikin, daku kurd bi kurdî binivîsin, ji ber wê rojname ne berpirsyar e di ber þêwe û naveroka nivîs û berheman de.
Rojnama Pênûsa Nû rewþenbîrî, wêjeyî û hunerî ye, rojnama we ye, xwedî lê derkevin, bixwînin û bidin xwendin.
Mercên weþanê
-Rojnama Pênûsa Nû gotar û helwestên siyasî, daxwiyaniyên partî û rêxistinan naweþîne, di heman demê de lêkolîn û gotarên rexneyî ji bo sûdwergirtinê diweþîne.
-Gotar an berhema bê wêne, navnenas û bi naveroka ne di ast û ramana rojnameyê de be nayê weþandin.
-Em nivîs û berhemên bê naverok, her wisa wan nivîsên ku dê kesekî birîn, tawanbar û her weha kesayetiya hin mirovan birîn bikin, naweþînin.
- Berhemên werin weþandin bi taybetî yên rojnameyê ne, bi hêviya li cihekî din nehatibin weþandin.
- Birêvebiriya rojnameyê di balavkirin û nebelavkirina nivîsan de azad e, her wisa rojname ne tim mecbûr e sedemên nebelavkirinê diyar bike.
- Em wek desteya rojnameyê ji mafê xwe dibînin ku zimanê nivîsan serrast bikin, lê divê ku naveroka nivîsê neyê guhertin, mebesta me ew e ku zimanekî petî ji rojnameyê re hebe, ji ber wê desteya birêvebir azad e di serastkirina çewtiyên rêzimanî û destnivîsî de.
- Ji bo nivîsên wergerandî, divê nav, sal û cihê orjînala nivîsê bi wergerandinê re diyar bin.
- Rojname tenê bi E-mailan pêþwaziya nivîs û berheman dike.
-Rojname ne berpirsyar e di ber dîtin, bîr û boçûna nivîs û berheman de, belê em di ber naveroka nivîs, daxuyanî û þiroveyên bi nave rojnameyê derdikevin de, berpirsyar in.
-Cê nabe di nivîsan de dijûn û gotinên kirêt ji kesayetî, rêxistin, ol, komele û partiyan re bêne nivîsandin.
-Rexnegêrî divê li gor raman û pirensîpên rexnegêrî û nivîsevaniyê bin.
-Bicihkirina nivîsan di hundurê rojnameyê de li gor asta nivîsê û li gor mercên hunerî tê kirin.
- Emê memnûnê nivîsevanên xwe bin eger nivîsên xwe bi riya wordê wek pêvek û wêneyekî(ne di wordê de) biþînin.
-nivîs û berhemên bi kurdî li ser maila beþê kurdî: kurdi.penusanu@gmail.com , biþînin.
Dubare Pênûsa Nû li we, li me û li gelê kurd pîroz be.
Tîrmeha 2012an
Desteya birêvebir a Pênûsa Nû







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3075