Em wek keysebazan xuya dibin
Dīrok: ĒįÓČŹ 23 ķęäķę 2012
Mijar: Nūēe



  Arževê Oskan

Hêzên žebîheyan çi tînin serê sivîlan?
Nêzîkî sal û nîvekê ye xwîna gelê sûrî li kolanan dirje. Durižmên ku herdem em pê bang dikin, li derdora pirsên exlaqî dere û tên. Pirsa ku ez bêjim çima di dema kužtin û komkujiyên kurdan de kesî hêsir li ser me ne barandine, ew jî di çarçewa tolhildan û kînê de asê dibe,  ne rewžeke normal û xweza ye ku em wisa bibêjin. Ev nayê wê wateyê ku neyarên me kujer û xwînrij bin, divê em jî wek wan zalim û çavsor bin, ku wan zarok û jin û kalemîr kužtibin divê em jî wek wan bikin.


Di hemû qonax û bervedanên dîrokê de, rûyê kurd yê sipî diyar e û kurd bi dilpakî û mirovatiya xwe hatiye naskirin. Ma mirov dilpak û sade be, ne çêtir e ku xwînrij û kujer be? Heger rojekê kurdan çavsorî û zilmek kiribin jî tim li ser hev kirine, anku kurd wek kewên gozel li dijî nijada xwe derketine.  
Pirsa žoreža ku niha li Sûriyê germ bûye, ujdanê mirovan li seranserî cîhanê dihejîne û karê ku li ser erdê dibe ne mirov bawer dike û ne jî texmîn dike ku mirovek karibe van hemû tižtan bi serê insanan de bîne û mûyek ji lažê wî neheje, ji serjêkirina zarokan bigre hetanî bighê vežartina mirovan bi saxîtî. Perdeya ku rêjîm xwe di bin de vedižêre jî, welatparêzî û erebûna zêde ya li dijî Israilê ye, kêferata bi Israilê re û hevbendiya bi hêzên terorê, wek Husbulah û Sedir û Îran re, bîst û çar seatan di ragihandina Sûriyê de dûbare dibe.

Cihê me kurdan di žoreža Sûriyê de li kû ye?
Cihê me wek kurdên çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî kurdên rojava, di vê žoreža Sûriyê ya ku cîhan pê mijûl e taybet e. Helwesta ku kurdên li bežê rojava û di nav sînorê Sûriyê de dijîn, ne gereke ku wek kurdên li bežên din û di nav sînorên welatên (Tirkiyê, Îraq û Îran) de bin bête žirovekirin. Gelek kurdên me li welatên Ewropayê jî dijîn û bûne welatiyên wan, ew di nav xêr û žera wan de ne, di hemû aliyên jiyanê de bi wan re têkildar in, nabe ku bêjin em nijadeke din in û tenê pêwistiya me bi kurdên dervî sînor heye, yan jî gelek caran di bin fermana wan de tevbigerin. Dema ku em nemûneyan di vî warî de didin, em pirsê zelaltir û rastir dibînin, wek tirkmenên ku niha li bažûr û rojava dijîn û di bin fermana dewleta tirk de bin, me nerehet û bi guman dike. Helbet destêwerdana rêjîma sûrî di nav welatiyên Lubnanê de jî li ser bingeha mezheb û olî xelkên Lubnanê nerehet dike.
Xebata kurdên rojava niha li ser du têlan diherike, yek jê ”Encûmena Netewî ya Kurd” û ”Encûmena Gel” ya ku bi ser pkk ê ve tê hesibandin. Ne ji nêzîk ne jî ji dûr ve armancên wan ne nêzîkî hev in. Aleyên ku di mež û mitingan de hildidin ne yek in, dem û kêliyên mežan ne bi hev re ne, durižm û bangên wan ne wek hev in… her yek dixwaze kolana kurdên rojava di bin bandora xwe de bilivîne, û keysa xwe lê zeft bike. Pirsa ku em li dû derin û ji me re balkêž tê; heta kîjan radeyê kurd di vê žoreža mezin de beždar in û karin di pažeroja vî welatî de hevpar bin? Em tim ji xwe dikin û em nikarin bighên bersiveke zelal û pêbawer. Encûmena Netewî di hundirê xwe de li ser gelek nakokiyan dimeže û Encûmena Gel jî heta niha nikare xwe ji bin bandora tewana girêdana bi rêjîmê re rizgar bike. Kar û barê ku dikin mirov mecbûr û bêçar dike ku di vê neynikê de wan bibîne.

Çi ji kurdan tên xwestin?
Ji bo ku kurd bibin hevparên vî welatî û jiyaneke hevbež û paqij bi hev re derbas bikin, divê ji gelek guman û dudiliyan bidûr kevin. Rêyek bi tenê li pêž kurdan heye ew jî jiyana bi xelkên Sûriyê re ye, û ev yek ji xelk û sazî û partiyên din ên perçeyên din yên Kurdistanê diyar e.. 40 sal žer û berxwedan û žoreže li dijî rêjîma Bass ya Îraqê û bi sedhezaran qurbanî, di encamê de jiyana bi hev re wek enternatîfa bi tenê hat jiyandin. Li bakur jî 30 sal žer û bi dehhezaran qurbanî, biryara jiyana bi hev re ji serokatiya kurdan bigre hetanî cemawer vê yekî wek istratîjî destnîžan dikin û fikra dewletbûna Kurdistaneke serbixwe wek žažiyeke dîrokî tê dîtin – helbet ev yek li cem alîgirên pkk- çendî em keysa xwe di bûyeran de bikar bînin jî, divê em wê keysê û durûtî ne li ser hesabê mafê kurdên rojava bikar bînin..

20.06.2012

www.arshev.net       








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3057