Jin di metelokên kurdî de
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 íæäíæ 2012
Mijar: Nûçe



Roja çarþemê 20.06.2012, li daniþgeha encûmena kurdî li Sûrî-Qamiþlo û li ser daxwaziya komela Subartu, û bi amadebûneke jinê yî balkêþ û ciyawaz, Mamoste Fewaz Ebdê bi simînarekê bi nave "Jin di metelokên kurdî de" rabû.
Simînar li tevaya çarçiwên jiyana jina Kurd rawestiya; weke kepanî, jina male, dê, perwerdeker, hewî, keça evîndar, xwazgînî, delalî, spehîbûn, bûk, xesû, û ya kurdûnde.. li gel tiþtê nebaþ (negatîv) di jiyana wê de.


Di dawî de simînar –bi alîkariya metelokan- giha encamekê, ku mêr bi jinê ye û jin bi mêr e, herdû bi hev re jiyanê avadikin.
Hin ji metelokên di simînarê de hatin:
1-Jin stûna malêye.
2-Mala ku jin avabike, kes nikare xerabike.
3-Dar bi berê xwe ye.
4-Serê ku serî jê nekevin, bila bê veþartin.
5-Jina çê ji hezar mamote çêtire .
6-Law dest tavêje sure bavê, keç dest tavêje teþiya dê.
7-çavê reþ kil naxwaze.
8-Jina bê fedî, weke xwarina bê xwê ye.
9-Axa jinê û axa mêr her yeke.
10-Jin û mêr du baskên teyrekî ne.
Simînar bi van gotinan bi dawî bû:
Di kelepûrê kurdî de her û her navê zayend mê berî zayend nêr tê, weke: Jin û mêr, keç û xort, dê û bav, xwiþk û bira, pîrek û zilam, pîr û kal "Xwedê we bi hevre pîr û kal bike". Ev jî nîþanenek ku Kurd qedrikî mezin didin jinêû nîþana rêzgirtinekê ye ji wê re. Lê di dawî temen de dibêjin: Kalo û pîrê. Gelo ev ji ber ku "kalo" bihtir hewceyî guhdanêye navê wî berî yê "pîrê" hatiye?! Ev cihê pirsêye û bersiv belkî li cem civaknasan be!.









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3053