Êvara helbestê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 íæäíæ 2012
Mijar: Nûçe



 Ciwan Nebî

Êvar dadikeve odeya te, weke keçika te bi sînga te ve hildikiþe_ tu haj xwe heyî? 
Çendî hewl bidî tu ê nikarî bî vê kêlîkê bigrî, vê êvarê û ew destê xwe dirêj dike maseya te, kursiyê mîvanan û bi te re qehweyê vedixwe_ dest bi helbesta xwe dikî. Êvar hundurê te ji te diþo û te bi tevî þîniya xwe dike, zelaliya xwe û li te dibare. Tu nuha êvar î di helbesta xwe de, diçî, bi rojê re çûyîava, tu li rêyên êvarê  hest dibî ku hildifrî, tu hildifirî xwe û kêlîkên neynikek…


Êvar li bîra te tîne ku tu îro neçûyî kar, derneketî  ji malê,  te û kesekî negirte hev îro, te sixêf nekirin û jina ku mast di rê de difroþe nebeziya pêþ te, bi hemî ciwaniya xwe, ji te re negot( Canê min tu hatî). jina çil salî ku porê xwe bi hatina te re weke vê êvarê diweþîne qena sibeha te destpê bike, tu jî . Êvar jineke çil salî ye. Wilo tu dikarî ji helbesta xwe re bibêjî û çavên xwe li çixareyên xwe bigerînî. Tiþtek gereke te hiþiyar bike ji êvara te, ji çûyînan, ji hevalên te yên girt î, ji þehîdên ku dimrin û te sax dihêlin di mirina te de, li paþ xwe. Êvar wellatê te ye. Wilo jî tu dikarî ji helbesta xwe re bibêjî , tu dikarî bibêjî ku wellatê xwe bedew weke vê êvarê dixwazim, weke zelaliya vê êvarê_ xwînê rawestînin…
Dest bi xwe dikî tu. Hinek ji te ne ji te ye. Hest dibî, hinek ji te yan tu tev li dereke din î. Ez baþ im, derbas dibe, ger ez tirimbêlek ba wê min xwe gihandiba gaziya herî nêzîk. Ji hevala xwe re dibêjî di telîfonê de û serê xwe dixî ber xwe de, tu dikarî serê xwe deynî ser himbêza hevala xwe jî ger bixwazî, ew ne li vir e, tu dikarî serê xwe deynî ser himbêza vê êvarê û helbesta xwe berdewam bikî, bihijmêrî þehîdan_ þehîdên wellatê xwe_ bigrî bi dayêkê wan re, bi zarokê wan re bilîzî û bi hevalan re rahêjî darbestê wan vê êvarê, tu diçî, tev diçî û êvar her roj ew êvar e, normal e êvar, lê helbesteke li ser êvarê gereke weke êvarê be, bi xemgîniya êvarê be û weke êvarê xatirxwestinê bistirêne_ te nas kir?
Xwebidehev weke ku tu li ber  ketina dawî bî, destê xwe li ser laþê xwe re bibe, xwe nas bike_ mirovên weke te gereke xweþik bimrin bi êvarê re, xweþik xatir bixwazin ji xwe, ji þehîdan. Êvar daweta xatirxwestinê ye û tu di himbêza êvarê de xatir dixwazî, xatir ji te dixwazin ewên ku tu nabînî, nas nakî, besî te ye ev êvar ku tu bibêjî ez jiyam rojekê, min hez kir …
Êvar þêlûbêla odeya te diçirisîne, cilên te yên avêtî aliyan jî, peyalên qehwê, pirtûkên ne xwend î, ava rijiyayî û bêhna hevala te ku maye sibehek. Ancex tu karîbî bistirênî vê êvarê û ew te dibe xwe, ew te li xwe niþtecî dike. Wellatê te ye êvar, te ev nas kir û li asîman dinihêrî, kevok li bîra te tên, ne ji tiþtekî re. kevok weke êvarê ne û hew, weke baranê ne, weke xwîna ku diherike ji ciwanên wellatê te, ji wellatê te, ji hellbesta di nav destên te de vê êvarê, xwîn kesk e, lê çavên wan sor in. te rojekê wilo got. Xwîn êvarê ber bi devê xwe de dikiþîne. Helbesta te dibêje nuha û çavên te þîn tên, rihê  te diherike weke ku çemek be û weke ku tu êvar bî tu xatir dixwazî ji þehîdan, ji xwe û helbesta te xatir dixwaze ji êvarê, ji te…








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3038