Niqurçk
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 íæäíæ 2012
Mijar: Nûçe



Yasîn Hisên
Amûdê

Belkî gotina (Niqurçk) nehatiba bîra me, lê seydayê Facebook ev qencî bi me kir û ev gotina xweþ dîsa li me vegerand, ji lewra gelek kes hema bi yek kilîkê me diniqurçnin- ne bi quruncokan.
Ezê jî hinekî Amûdê bidim ber niqurçkan, lê destê min lê nagere ez quruncokan jê bidim.
Bajarê Amûdê, ev bajarê kevn û giran, bi giraniya navê xwe, bi giraniya helbestvan û hunermendê xwe, di dema dawiyê be di riya çend xortên xwe ve  ji xwe re polîsên trafîkê dadimezirînin…!


Kesê ku çûye Amûdê û we dîtiye, yan jî xelkên wê yên ku bi dehên salan ve dûrî wê ketibin, dibêjin: Dunya hemû tê guhertin, tenê Amûdê mîna xwe dimîne…!

Û xwezî û sed xwezî ku mîna xwe, weha giran bimîne.

Helbet herkes ji me dizane ku ji roja ev bajar hatiye afirandin, çi îþaretên trafîkê têde tune ne, ji ber bajarekî piraniya wê cotkar in û carcaran her nîv se`etê jî yek seyare di kolana wê ya serekî re derbas nabe.
Di van rojên dijwar de, ku þoreþa welêt li dar e û herroj xwepêþandan li dijî vê rêjîma sexte berdewam in û amûdî jî bi coþ herroj tiþtekî nuh diafirînin, bi siloganên xwe, bi dengê hunermedên xwe, bi nivîsa nivîskarên xwe.
Berî çend rojekî li serê hinek (Xortên Amûdê) dixe ku ji xwe re polîsên trafîkê damezirînin û cilên taybet ji xwe re amade dikin û dadikevin kolana bajêr ya sereke, û vêketin seyare û e`rebeyên bajêr rawestandin, seyareyek divê bi vir de here, divê kemyonek bi vir de here, divê hinek ji van seyareyan biwestin heta ku hinekên din ji kolaneke din bimeþin… Û weha…

Ji þensê wan î xerab re ku hêzên ewlekariyê bi ser wan de tên, û çend guleyan li e`zmana berdidin, hema feqîra ji tirsa xwe davêjin nêzîktirîn dikan, û ji þensê wan yê mezin re ku ew dikan ya cil û caw e, ji wan re dibe veþarteyek baþ.

Wisa çîroka polîsên trafîkê li Amûdê bidawî dibe… Mixabin, de qey qedera vî bajarî ye ku bê polîsê trafîkê bimîne, yan jî qedera wan xorta ye ku birevin û xwe dibin cil û cawên kevin de veþêrin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3032