dilê herkesî digirt nemaze xebatkar û kurdperwerên bi dostanî û hevaltiya wî þanaz û serbilind , hestek li rex wan peyda dikir ku hrdem berevaniyê diber kêþa kurdewariyê de bikin, hiþmendekî dilnazik ji her bûyerkê derd dikêþa û xem dixwar , rewþenbîrekî xudan hilwîst û bawernameyeke bilind, konevanekî xudn rêbaz bu , zimanzan û lêkolînerekî dîroknas , helbestvanekî hest tenik ,dewlemendê hiþ û zanînê bu ,kêþa tevaya milletên sûrî li mile xwe dihilgirt ta ku bawernameya rêzgirtinê ji rewþenbîrê kurd û ereban bi tevahî wergirt.
bi pênûsa xwe mêjoya hebûna kurdan li deverê teqez dikir û bersiva nivîskarên regezperest dida bi þêweyekî durist û diyar dikir ku kurd kevintirîn millet roj hilata navînin û çawe bûne misilman bi baweriyên xwe ne bi þûrê zorê mîna netewên din , û teqez dikir ku bavê peyaberan IBRAHÎMÊ XELÎL silafê xwedê li serbin kurde û ji Kurdistan dest bi belav kirina nameya xwe kir û kurd bûn yên nameya islamê zindî hiþtin , lê mixabin îro berhemê berevaniya islamê ji xwîna zarokên xwe didn .
Di kesayetiya ALÛÇÎ de taybetiyeke sereke hebû, ku di karî pêwendiyê navbera islamê û konevaniyê de peyda bike û rêbaza BERZANIYÊ bav divî warî de diki re nimûne .
Ji solîna kurdewariyê rêbaza BARZANÎ ava zelal dinoþî û nameya wê li herderî belav dikir .
Di peyv û gotarên xwe de gotinên nazik û nerm di pijirandin û bi hesanî ramanên xwe digihandin guhdaran. Dil fereh bu, ji hevalên xwe hizdikir , cudayî navbera xwe ûwan de nedihiþt, rêza wan digirt û liser wan hêvî girêdidan , dûrî xap û fen û leystokên siyasetê raman dibu , mêr bu di gotinên xwe de , tucarî çavê wî ji hêza dijmin nediþkest , li rex wî jiyan hilwîst bu , berevanê baweriyên xwe bu li her derî.
ALÛÇÎ piþtevanê biratiya kurd û ereban bu , pîlanên rijîmê û nakokiyên derbarî vê yekê diraxistin û bêguman dikir ku pêwendiyên navbera herdû netewan mezintirin ji aloziyên rijêm peyda dike û dixwazê agirê rikberiyê gur bibe.
Evê yekê kir ALÛÇÎ rêzeke taybet û bihayekî gira nav çivaka erebên hiþmend û þareza de big re.
Erê mamosta EBDIL REHMAN demên dirêj dîlê zindanên rijêmê nema ,lê belê gorî baweriyên min li seranserî jiyana xwe dîlê gel û kurdewariyê bu ,çimkî xema her tiþtî dixwar û bûyerên dijwar hedem li hestê wî yê nazik siwarbûn û di encam de hêza nexweþiyê bilez di giyanê wî de belav bu, nemaze ku nêzîktirîn hevalên bawerî biwan tanî dilpakiya wî mixabin ji berjewendiyên xwe re terxankirin.
berhemê xebata wî tucarî bê hûde naçe û navê ALÛÇÎ wê bimîne gelawêja geþ li ezmanê kurdewariyê , nifþ û xortên nûjen wê xwe lê dorpêçbikin.
Ji yezdanê pak hêvîdarin , çawe diê ALÛÇÎ fereh bu ,cihekî mîna dilê wî di buhiþta xwede jêre terxan bike.