Cawê te þale yan çewal e
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl

Dibe ku mirov bi dîtina çavan ji gelek dîmenan re were xapandin , lê tucarî bila baweriya me bi dîtina çavan bi tenê newe , ka çawa gur nabin peza mêþinî , wisa jî masî nabin lawir û durindiyên hovane .
Çîroka me kurdan di seranserî kurdistanê wekî van herdu mînakan hev digrin , her wekî di her parçeyên kurdistanê de ev helwêst û derbirîn ji bal hêzên opzisyonên renga reng ve diyar dibin , lê hema bi giþtî ew ji hêla derbirîn û hiþmendiyê ve ji ramanê rijêmên desthilatdar ne cuda ne , her çiqasî xwe dibin navê gewre û demokrat û pêþverû de binuxumînin .


Mînaka herî balkêþ vê dawiyê li rojavayê kurdistanê xwe diyar dike , çi encûmena Sûrî be û çi kordinasyona hevrêz be , ew jî di heman bîreweriya totalîter re bi hiþ û gomanin .
Îro kî mando bibe , bixeyide , gîro bibe , zivir bibe , ew ji mere ne derd û mereqe , miletê kurd û xaka wî kurdistan rastiyeke , bi gotinên dîplomatîk û þêrîn yên di nav jehrê de hilanîn , em nadaqurtînin û bi ser de kerr nakin , ya rast ewe ku tu cudahî navbera rîjêm û opzisyona Sûrî de nîne , her kêlî baweriyên me bi wan qelstir û lewaztir dibin .
Heger Xelyûn ( mala wî avabe ) bi eþkere derbirînên xwe û encumena Sûrî li hember doza miletê kurd diyar kirî ye , lê ya rast jî ewe ku Ebdulezîm jî li xapandina miletê kurd digere , ji me kurdan naye xwestin ku em cilikan bi ser çavê hev de bikin û yekî ji yê din baþtir bibînin , ya herî giring ewe ku careka dî hêzên kurd li hev vegerin û helwestên parteyetî derbas bikin û berê wan li hev be , heger yekîtî çê nebe ( û çê nabe ) , lê herî rast ewe ku xalin qalind hene dive tevgera kurd hevbeþ be di rastiya hebûna miletê kurd di zemîna cografiya rojavayê kurdistanê de , di vê pingava giring de pêdawistiya me bi hevbendiyê heye , îro metirsîna li ser hebûna netewa kurd di çar aliyên welat de pîlangêrî heye , pirsa sere ewe : gelo wê çawa kurd karibin xwe ji vê pêla þoven û kevneperist biparêzin ?.
Ya herî rast ewe ku komîteyek , yan gotarek hevgirtî û bi tîpên seretayî ji pejirandina hevbeþ di çarenûsa miletê kurd de di nava tevgera kurdî de were naskirin û her kes pêdagirtiyê wê be , yan jê wê çewalê xelkê bibin þal û þalê me wergere çewal .
Hevkariya qels û bê bawerî bi meclîsa Xelyûn û hevrêziya Ebdulezîm re , eyn wekî xwe pelûkirina nava dawa rijêmê ye , û di encamê de mafê netewa kurd wê li ber lingan here , wêrekiya herî mezin dike ser miletê partiya P Y D e , ya ku ji hemû partiyên kurdî bipêkhatî tire û rêxistin tire , da ku ling bide ser partiyên kurdî û peymanekî kurdewarî bi hev re mor bikin , bi hêvî me ev bangewazî û daxwaz deng vede û bê bersiv nemîne .
8/5/2012  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2986